nijad_agiri_soran1
Bazirganiya nijad û nasnameyê | Agirî Soran

Nijad, netew, ew nav û nasnava li ser mirovan, wekî Kurd. Mirov hîna jî di sedeya 21 an de jî li cîhanê xwe bi binemaya xwe, koka xwe, hîm û bingeha xwe, xwe didin nasîn. Dema wekî mirovekî dihizirim tu wateya van nasnavan tune ya rastî. Mirov dibêje neba baştir bû. Lê heye. Di encam de her girseya xwedan nasname ji malbateka biçûk, ji komek an jî bavik û dayikekê çêbûye.

Lê wekî ol, wekî bîrdozî, wekî pera ew nasname, berê û neha amûreka giring ya bazirganiyê ye. Bi taybet li welatên bê dewlet, li welatên bê “ti tişt”, li nav mirovên bê desthilatî ev bazirganî bi rengekî giran, bi berdêla herî mezin, bi xwînê tête meşandin. Belê bazirganiya xwîn û xwêdanê.

Di bîstsaliya xwe de min li ser vê yekê çend rêzikên wekî helbest nivîsî bûn. Navê helbestê Qerqûde bû.

Seyre. Ev “nasname” ji hindekan re dibe rengê jiyanê. Bi wêya radibin, bi wêya rûdinin. Xewnên xwe bi Kurdî dibînin, xeyalên xwe bi Kurdî di nexşînin. Dema li ser destê xwe têbîniyekê dinivîsin bi Kurdî dinivîsin. Hişê wan, mêjiyê wan, laş û cendekê wan bi wê çand, nasname û hebûnê ve tevdigere. Ne wekî karekî, ne wekî neçariyekê ne wekî sepandinekê ne wekî pêkanîneka bi sext û zorê. Her wekî jiyanê. Her wekî xwe dijîn.

Dema pirtûkeka Kurdî dibînin canê wan dikele, dilê wan bêhtir lêdide. Dema peyveke Kurdî li welatekî biyanî dibihîzin lerz dikeve cendekê wan. Ew asta “nasname” ya xwe napîvin.

Ev jiyana mirovekî asayî yê nava civakê ye. Lê ji vêya jî gavekê wêdetir jiyaneka dîtir jî heye.

Jiyana wan mirovên wekî min. Dema li rûpelê torbendên civakî dinêre ji nişka ve rastî nav an jî rûxsarekî tê yê ku di şevên giran de pêk ve erîş birî ser çeperên dijminan, carinan rûyekî dibînim û bi bîra min tê dema beriya bîst salan, hîna di temenê zaroktî de dema me pêkve termê hevalê xwe rakirî û ji nava çeperê dijminan derxistî, an jî rûyekî ku min lingê wî yê bi mayinê jê bûyî dax dayî û careka dîtir ji mirinê rizgar kirî, an jî rûyekî, min di birîndariya wî de, di rêkên dirêj, evraz û nişivên tijî şikêr de ew li ser şanê xwe gihandî deverên ewle. An jî rûyekî wisan rastî min tê di kurayiya şevê de, dema me pêk ve parîkên nanê hişk yên me di bin axê de veşartî raveyî hev kirî.

An jî carinan di nava kêliyekê de bi dehan kes dibînim, yên por sipî kirî lê di temenê zaroktî de şikêr bi şikêr, dol bi dol, gelî bi gelî, zozan bi zozan nanê xwe li ser komên goniya pehtî, ava xwe carinan bi agirê helizê germ kirî, nîska xwe di çaydanê reş de kelandî.

Wan rûyan dibînim yên piştî salên dirêj, piştî pêşbirka bi mirinê re ji bêpereyî bûne “xulamê” ber destê karmendên bê rehm, bûne “xayinê” devê xayinên xwe , bûne leyistoka malbat û nas û kesên herêma xwe.

Wan rûyan dibînim yên di temenê zaroktî de gund rizgar kirî, di şevên sar de hevalê xwe nixumandî, di rojên germ de xwe kirî sîber li ser rûyê hevalê xwe.

Erê Kurdbûn şêweyekî jiyanê ye. Asta wê tune, pîvandina wê çênabe. Kurdîtiya mirovan wekî termometreye nayî pîvandin.

Li aliyê din çi heye? Ew bazirganiya min qala wê kirî. Ew Kurdîtiya ku ji eroîn, kokaîn û çekan bêhtir tête firotin.

Mirovên tenê xwe li derdorê tor a digrin, mirovên tenê wekî pere Kurdîtiyê ji bo xwe bikar tînin, ew mirovên di derûnê xwe de bi tu rengî, bi tu awayî germiyekê li himber rabihurîn, îro û dahatiya vî gelî hest nakin, mirovên Kurdîtî tenê di devê wan de benîşt lê tu pêdiviyeka derûnî di jiyana xwe de najîn. Mirovên ku wekî “kar” li Kurdayetiyê dinêrin. Ew mirovên tenê navê “Kurd” bûnê ji bo xwe dikin semyan, dikin pere, dikin milk û li himber mirovên dîtir derdixin bazarê. Ew mirovên naxwazin nivîskarekî Kurd bilind bikin, wî mezin bikin, pirtûkên wî mezin bikin, nirx bidin û ya xwe bibînin. Ew mirovên birêveçûna jiyana xwe di ahenga çand, hebûn û birêveçûna jiyaneka dîtir de dijîn, ew mirovên nikarin îro li bakur sibê li başûr bijîn. Îro li başûr sibê li Rojhilat bijîn, îro li rojhilat sibê li Rojava bijîn. Ji bo wan dojehe. Ew mirovên henekê xwe bi sorana dikin, behdîniya xayin dibînin, rojhilat qet di bîra wan re naçe.

Ew mirovên ne ji bo hunera Kurdî, ne ji bo wêjeya Kurdî, ne ji bo nirx û hebûna Kurdewarî “derveyî bazirganiya navê Kurd” tu çalekî û tevgereke wan tuneye,

Ew mirovên, yên ne li gel xwe, yên ne wekî xwe, yên derveyî xwe û yên himberî xwe ji dijminan xirabtir dibînin ew kesin yên ku bazirganiyê dikin. Çawan di nava Tirkan de, di nava Ereban de hene di nava Kurdan de jî bazirganê Kurdîtiyê bê sînor hene. Ew mirovin yên nanê xwe bi “Kurdîtiyê” dixwin, ava xwe bi “Kurdîtiyê” vedixwin. Wekî pera, dema Kurdîtî rojekê ji dest wan derkeve yekser dê li ser qûnê rûnên. Çawan neynûka şervanekî Kurd nakin û nekirine di jiyana sivîl de jî neynûka Kurdan nakin yên bi rengekî gelek asayî wekî “Kurd” dijîn.

Cewazî eve. Yên bazirganiyê dikin piraniya wan cilê Kurdîtiyê li xwe dikin, yên “Kurd” jî bi cilê xwe yê asayî wekî xwe dijîn.

Û dema facebook yek bi yek rûyê Kurdan tênê pêş çavê min careka dîtir bibîr tînim wan şevên dojehî û careka dîtir guh li kilameka Kurdî digrim û careka dîtir wekî pirtûka pîroz destê xwe ser pirtûkeke Kurdî re dibin û dikevime xewê wê şevê.

Nûkirina Dawî : 01 Jun 2016 0:13

Beş: Manşet, Şirove

Xwendin: 654


Derbarê nivîskarde

Sala 1976 ê li gundê Qesirbelekê serbi Nisêbînê ve hatiye dinê. Deh salan di nav şerê çekdarî de cî girtiye. Ji sala 2002 yê û pêve gelik proje û karên Kurdewarî bi çend hevalên xwe ve pêş xistine. Karên wekî Hêvî Group, KurdFm, Ezuem,Rewanbêj,kovara Dîwar û hwd.