BDP’ê êrîşa li dijê medeniyan yê li Misirê şermezar kir

BDP’ê êrîşa li dijê medeniyan yê li Misirê şermezar kir

BDP bi daxuyaniyeke çapemeniyê daxwaz kir ku serokkomarê Misirê yê ji kar hatî girtin bihête azadkirin.

Navenda giştî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP’ê bidaxuyaniyek nivîskî diyar kir ku li kê dera cîhanê dibe bila bibe, nayê qebûl kirin ku bi derbeya leşkerî desthiladariyek ji qada demokratîk bihête dûrxistin. BDP di daxuyaniya xwe de diyar dike ku piştî derbeya li Misirê dijwarî didome û di encamde gelek meddeniyan jiyana xwe ji dest dane û dibêje: ’Divê Muhammed Mursî demek ji ya din zûtir bihête azad kirin.

Daxuyaniya BDP’ê dibêje di demak wesa de ku li Suriyê şerê navxweyî û drama mirovahiyê didome, rewşa li Misirê gumanên kûr ava dike. Ji ber vê li kê dera cîhanê dibe bila bibe, nayê qebûl kirin ku desthiladariyek bi derbeyê ji qada demokratîk bihête dûr xistin. Divê demek ji ya din zûtir Mursî bihête azad kirin û di şertên wekhev û azad de hilbijartin pêk werin. Divê vîna gelê Misirê serdest be.

Di daxuyaniyê de êrîşên li dijî medeniyan jî bi tundî dihête şermezar kirin û dihête gotin: ’Dijwariya li dijî kesên medenî ku mafê xwe yê xwepêşandanên demokratîk bkar dihînin, em şermezar dikin. Em hêvî dikin aşitî û dadwerî zal bibe.

Em ji birîndaran re şîfa û ji gelê Misirê jî sersaxiyê dixwazin.

Rewanbej.net