wpid-wp-1444345768609.jpg
Belê Pismamê Elman – Agirî Soran

Şaredariyeka bajarekî Elmanya ji bo penaberan dazanînnameyek di derbarê jiyana rojane de belav kiriye. Ji bo hun vê nivîsê bixwînin divê hun pêşî wê dazanînnameyê bixwînin.
(Eveye nûçe an jî nivîs.)

Dema min wergerand û berhev kir ji bo her peyvekê bersivek di mejiyê min de hebû dîsan kur çûm.
Belê pismam, li cem me çi dibû çi ne dibû ez kin bo te bêjim.

-Li cem me ji xwe rêk tunebûn, çend rêkên bi qîrê hatî çêkirin jî bi terembêlên bazirganî yên Elmanya ve tijî bûn. Em zarok bûn em diçûn pêş wan terembêlan da ku ji mere derbikekê bavêjin an jî çend wêneyên jinikên tazî. li cem me ji ber ku rêk nebûn hemî deşt û zevî yê me bûn, me çawan bixwestana em wisan dimeşîn. biqasî erda me bêhna me jî fireh bû.

-Li cem me tiştên xwezayî dihatin xwarin. mînak, me xeyar û tiroziyên xwe bi xwe diçandin, bacan û îsot û bacanên reş jî yê me bi xwe bûn. Çavê me herroj li zotika mirîşan bû da ku hêka bide me. Mirîşk li cem me gelek hêja û binirx bin. Dema mêvanekî me yê gelek hêja bihatana xwarina yekem mirîş pey wêre di astên bilind de elok û berx dihatin. Me tu carî mirîşkê di nirxê 1 euroyî de nedîtin û mirîşkên evqasî rût û bêtam me nexwarin. ji bo em behîva bixwin em rêkên dûr diçûn, ji bo em encasa bixwin me diziya zeviya dikir, ji bo em xoxa bixwin çavê me li destê apê me an jî xalê me bû da ku ji bajêr bi xwere bîne. Me tu car fêkî ji dikana ne kirîbû.

-Li cem me herkes yê hev bû. dema ku dayika min diçû tenûra jor ya gund nan di paht, hetanî dihate malê du nan diman. ji ber ku kî didît nanek an jî qetîtkek didayê. Rezê kêbane me dikarî zebeşa jê bixwin, petîx jî heman wisa. Mastê malekê nemabane cîrana dighandiyê de. Ava bacana, xwê, penîr, meqerna an jî petat me parve dikirin. Gundê me herkesî hevdû dinasî. Li cem me kesekî ku tiştek nedabane hev tunebû. Me tu car cîran nasnekirin ku wekî xerîbabin. Me tu car jin û mêr nedîtin ku heryek kirêya malê cûda bide û me qet gundên wisan nedîtin ku xwarinê bi hevre nexwin. Dawetên gund cejnên herî xweş bûn. Goşt û birinc hebû û bi sedan mirov rêz dibûn pêkve dixwarin.

– Li cem me pir kêm mal destavxana wan hebû. bêhtir em diçûne pişta kevirên piçekî dûrî gund me dirît. tu car ne dihate bîra me ku dê qûna me êdî hew bayê deşta welatê me bibîne. Kengî, çi demê mîza me behata em hema rûdiniştin, me pişta xwe dida hevalên xwe û berê xirê xwe dida dinyayê. Li cem me her dever bo qûna me vekirî bû. qet rojekê me xeyal nedikir ku em dê mirovên wisan bibînin, kîsik di destê wan de serê sibê di pey qûna kuçik de bibezin da ku guyê wî nekevê erdê. Li cem me yên herî azad ji xwe kuçik bûn. Kîder ji wanre xweş bane li wira dirîtin. Kuçikên me ji azadiya me ya neha azadtirbûn.

– Belê pismam li cem me jiyanê piştî nîvê şevê destpê dikir. Bi şevbihurkan em zarok difiriyan. di xeyal û deryaya xweşiya dengê dengbêjan, metelok û çîrokên pêken, dijûn û sixêfên kalên qermiçî, ji bo me tiştê herî xweş ew bû ku em zû destê xwe bavên qedeha wan ya çayê û çayê ji wan re dagrin. Em qet ne hizirîn ku em dê rojekê piştî dinya bû tarî em dê bikevin nava tenêtiya miriyan de. Dema tira ma hat em paçikekî bidine ber qûna xwe da ku kesek hêrs nebe. Qet em ne dihizirîn ku rojekê em dê ji dengê kutana xwe bitirsin da ku cîran pê hêrs nebin. Ji ber ku ew nakutine hev jî. Li gundê me ji ber ku herkes ser bana radiza carinan berê sibê jî deng û qajêniya nehrî û bizina bi ser gund diket.

-Belê Pismam ma çi bêjim û çi nebêjim. Li cem me kesî hejmara telefonê ji hev nedixwest ji ber ku elektrîk nebû. Dema qaşo dil biketa hevde heya wan ji hev çênedibû, eger ku derfet bidîtana di kadînekê de hevdû miz didan roja dî dawet çêdikirin û roja pey wêre jî kutana xwe dikirin. Li cem me ji xwe carekê li dawetekê hev bidîtana bes bû. Li cem me pêşî zewac dihat piştre kutan. Qet em ne hizirîbûn ku rojekê hindek wê bêjin -Keçikên me qet bi were nazewicin- û kutan serbest û zewac qedexe bê.

-Belê pismam, me qet der û dor paqij ne dikir, ji ber ku xwezaya me paqij bû. Me guyê pez dikirin tepik, zivistana me xwe bi wan germ dikir. Kaxezên me nebûn ku em bavêjin ji ber ku me dar bi pera dikirîn, dar têrê ne dikirin ku bibin kaxez. Tiştên me yên pakêtkirî nebûn ku gemar çêbibe. Çawa rîx dibûn suteka me ya zivîstanê, gu jî zû hişk dibû, ya rastî erda me jî, hewa me jî, ava me ya bîra tev jî xweştir û xweşiktir bûn ji van kolanên te yên paqij, van pîvanên te yên tu gelek pê serbilind.

-Jin li cem me hertişt bû. Li cem me jin û zilam ne yek bûn. Jin ji zilam pîroztir bû. Jiber ku zarok tanîn, mal wê ava dikir. Hezar bela û teşqelê malê wê çareser dikir. Jiber wê ji hemî êl û eşir û bavik bi navê wê jinê navdar dibû. Jin remza aştiyê û aramiyê bû.
Dayik bû, pîrik bû, xaltîk, metik û jinap bû.
Qet em ne hizîn ku li cîhanê welatek hebê û ev tişt lê tunebin. Mixabin hebûye welatekî ku ev tişt lê tunene.

-Li cem me eyd û cejn gelek cihê
bexteweriyê bûn. Herkesek diçû serdana hev, mezinan pere an jî şêrînî didan biçûkan. Herkesî xwe di xemiland, jina wekî bûkan, zilaman wekî zava. Di eyd û cejnan de em di nava bihuşta de difiriyan.
Qet ne dikete hizrê me ku rojekê em cîhaneka bê cejn bibînin. Di cejna herî pîroz ya olî de derketina derve qedexe bê, di cejnên netewî de jiyan mirî be . Cejn û mirin di nava yek kefenîde bin. 

Lê rojekê hate gundê me panzerek ji vanê heşt teker. min pirsî ev çiye gelo? ji min re gotin navê wê -Leopar- e, ew ala ser wê jî ala Elmanyaye. Min jî pirsî ma Elmanya ne tenê pirên hesinî çêdike? gotine min na… Elmanya van panzêran çêdike, ew çeka ha jî elmanya çêkirye, jêre dibêjin G-3, ew narincoka ha ya di ber wî leşkerî de ewa mezin jî ya elmanyaye. Bombeyên Elmanya gelek bi nav û dengin.
Piştî min ew panzêr dît bi çend meha min xwe li Elmanya dît. êdî ez, ji ewqas qirêjî rizgar bûm û hatim nav paqijiyê…

Pismam em çawa bikin. Ne bi xwesteka xwe hatim vira.. bibûre lê tu çi jî bikî,  ez dê guza bidizim. Ez dê li derve birîm. li ku mîza min hat ezê bimîzim. Sêva min dît di kîjan baxî de be ezê bidizim û bixwim. Cîranê min baş be ez dê nanê sêlê, goştê biraştî bidimê. Carinan serê me lêxist hetanî sibê bi jin û zarok ve emê govendê bigrin û sitranên Kurdî biqîrin. Dema dawet çêbûn hetanî sibê em dê her ser xwe biçin. Her ku cejnên me hatin, wan rojan em dê ranezên. Em dê kar nekin, em dê neçine dibistanan, em dê ne li vê erdê bin. Em dê li asîmanê kêfê, ser ewrên coşê bin.
Çi dibe bila bibe kengî me xwest em dê gana xwe jî bikin û bi dengê bilind.

Êdî kêfa teye. Tu bera min didî an tu terbiyenameyên nû derdixî tu dizane.

Nûkirina Dawî : 09 Oct 2015 1:14

Xwendin: 117