Berlusconî cezayê heft sal zindanîkirinê xwar

Berlusconî cezayê heft sal zindanîkirinê xwar

Serokwezîrê kevin ye Italya Berlusconi jiber ku bi keçikeke kamilnebûyî peywendiya rigezî danî bû, ji aliyê dadgeha ceza ya Mîlano ve biryara 7 sal girtîmanê hate dayîn.

Silvio Berlusconi ji ber ku bi keçikeke Fas î ya reqisvan navê wê “Ruby” Kerime El mahruk, berberî dirafan peywendiya rigezî pêk anîbû, him ji bo peywendiya bi keçeke nekamil ve, him bo peywendiya beramberî pera, him jî jibo ku erkê xwe bi xirabî bikar aniye ji aliyê dadgeha Mîlano ya ceza ya 4. ve bi cezayê 7 sal zindankirinê ve hate darezandin.

Wekî dîtir jî biryara ku heta dawiya temenê xwe ji siyasetê bê durxistin hate girtin.

Mafê Berlusconî heye ku dijî biryarê derkevê û serî li dadgeha bilind bide.

Di rojên bihurîde jî jiber vedizîna bacê 4 sala cezayê zindankirinê 5 sal jî ji siyasetê durxistinê hatibû dayîn.

Dadgeha 4. ya Mîlano ji 27 mehan ve bi dozên derbarî Berlusconî ve mijûl dibe, demekî dirêj dadgehê di derbarê gelik dozan de hevdîtinên giring pêk anîn û di encam de dadgehê biryar da ku Berlusconî 7 sal zindanî bibe.

Rewanbej.net