Berxwedana ku nayê vegotin | Heysem Muslim

Dîtin û jiyankirin ne wek bihîstinêne Min dixwest gotarekê li ser hunera xwarinê li herêma cizîrê binivîsim , lê edîtorê rojnamê ji min re got :” tu di dema berxwedana Kobanê li wir bûyî, tu çima li ser berxwedanê nanivisînî ?” Yek ser min got : ez nikarim wê berxwedanê bînim ziman û ne jî binivîsim, lê ev bû danzdeh seat ser bersiva min re derbas bûn û berxwedanî ji mejiyê min derneket , bi rastî jî ez nizanim ji kûderê dest pêbikim: ji şehid Êrîş ê ku digot:” heta ez saxbim wê çavên Daiş bi Kobanê nekevin û li ser laşê min re derbasbin…” , rastî jî tanga Daiş ser laşê wî re derbas bû , an ez li ser girûpê Heleb binivisim ku ji deh hevalan tenê yek ma û yên din tevlî pakrewanên doza azadiyê bûn… an ez li ser Gîvarayê Soran binvîsim an li ser Hebûn , Zehra , Silava , Simko , Cûdî Amed , Gelhat , Arîn , an jî ser hevala xwe rojnamevana delal Agirî ku her tim li kolanên Kobanê bi pêş min de dimeşiya û bi hesreteke ji dil digot: “Heval ku mayînek hebe bila bibe para min…” , an li ser wan şehîdên bênav û nîşan binivîsim ku piştî çend seatan digihiştin pileya şihadetê dema ku nû diketin axa Kobanê û êdî derfet tinebû navên wan bêne tomarkirin…. Birîn kûr e û derd girane…., ne rûpelên rojnameyan û ne jî yên pirtûkan diwêrin li ser xêzên rûpelên xwe bûyerên ku li Kobanê qewimîne, hembêz bikin… Ez çawa li ser şehîd Denîz binivîsim ku digot:” mala min rizgar bûye…”û di wê kêliyê da pir kêfxweşbû… mixabin bêy ku careke din mala xwe bibîne ew jî şehîd bû. Ji bona wê jî ez ditirsim li ser şehîdan , malbatên wan û heta kevir û kolanên Kobanê jî binivîsim. Lewma ez nanivîsim… nanivîsim.