AKP - Kongire - Rewanbej
Kemal Çomanî | Beşdariya di kongireya AKPê de rûreşî ye

Beşdariya di kongireya AKPê de rûreşî ye

Kemal Çomanî

Her hêzeke Kurdistanî di 5. Kongireya AKP ê de beşdar bibe ku biryare sibê (12ê Îlonê) li Ankarayê bê lidarxistin, rûreşê dinya û qiyametê ye. Yê dinyayê ji bo hêzên ku baweriya wan bi cîhana din tuneye û yê qîyametê ji bo hêzên ku baweriya wan bi vê cîhanê heye.

Bînine ber çavên xwe di dema bombebarana Xezeyê de, hêzeke Erebî beşdarî kongireya Partiya ”Likud” ê ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu serokê vê partiyê ye bibe. Karvedan û bersiva raya giştî ya Erebî dê çi be?

Heya niha tê gotin ji Herêma Kurdistanê partiya (Goran) beşdariya di kongireya AKPê de red kiriye. ji xwe tu gîliyên min ji bo  beşdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ê di kongireya AKP ê de nînin, demeke ew hevalbendên Erdogan û AKPê ne. Lê beşdariya partiyên Îslamî û Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (PUK) di kongireya vê partiyê de, xwefiroşî, sivkatî û rûreşiye.

Ger dê her di kongireya AKPê de beşdar bibin, hêvîdarim ji bajarê Cizîrê re derbaz bibin!

 

Wêne: Arşîv

 

Nûkirina Dawî : 12 Sep 2015 2:18

Xwendin: 189


Leave a Reply