Besîcên Îranê jî êrîşên li ser gelê Rojava şermezar kirin

Besîcên Îranê jî êrîşên li ser gelê Rojava şermezar kirin

Rêxistina hêza Besîc yê Îranê nameyek ji Neteweyên Yekbûyî re şand û êrişên komên çekdar ên îslamî yên li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Rêxistina Besîc a Îranê di nameyek ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Mon kir û got: “Ew welatiyên Kurdên sivîl yên bêguneh ji aliyê terorîstên ku çek û hêza xwe ji Amerîka û Ewrûpa werdigirin, hatine kuştin.”

Li gorî nûçeya malpera fermî ya rêxistina Besîc, cîgirê berpirsê pêwendiyên navdewletî yê rêxistina Besîc bêdengiya li hember vê komkujiyê jî rexne kiriye û gotiye: “Ev bêdengî di demekî de ye ku dema xeterek herî biçûk li ser berjewendiyên Amerîka hebe encumena ewlehiyê bi tundî bersiv dide.”

Di nameyê de her wiha amaje bi bêdengiya encumena ewlehiyê li hember tawanên din ên li dijî Kurdan mîna operasyonên enfalê, kîmyabarana Helebce û Serdeştê û her wiha êrişên terorîstan li Iraqê hatiye kirin û hat ragihandin ku bêdengî li hember wan êriş û komkujiyan tê wateya ku li gorî qanûnên mafên mirov ên Amerîka “Kurd û Ereb” mirov nayên hesibandin.

Hêza xwebexş a Besîc sala 1979ê bi fermana rêberê şoreşa îslamî ya Îranê Ayetullah Xumêynî hat damezirandin û bi awayekî aktîf tevlî şerê Îran û Iraqê bû. Besîc beşek ji hêzên parastina şoreşê ku wek “hêzên pasdarên şoreşê” tên naskirin, e.

Besîc karîgeriyek kûr û bihêz li ser hemû warên dewlet û rêjîma îslamî ya Îranê heye.

Jêder Rudaw