Bi hezaran kes ji bo piştgiriya Rojava kom bûn

Bi hezaran kes ji bo piştgiriya Rojava kom bûn

Bi deh hezaran Kurd, bi tevê astengî û êrîşên polîsên Tirk jî, bi armanca piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, li Serêkaniya Ruhayê an ku ya serxetê kom bûn. Girseya gel xwest ku bimeşe lê polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kirin.

Li Bakûrê Kurdistanê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi armanca piştgiriya Rojava li Serêkaniya Serxetê mitîngek pêkanîn. Bi deh hezaran kes li gel êrîş û astengiyên polîs û leşkerên Tirk jî, gihîştin Serêkaniyê.

Beriya mitîngê li navçeya Wêranşarê bi hezaran welatî ku di nava wan de Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk jî hebûn, li derketina navçeyê de rastê êrîşê hatin. Di êrîşê de yek ji wan giran, 6 kes birîndar bibûn.

Girseya gel ya bi deh hezaran pêk dihat li Serêkaniyê civiyan. Li qada mitîngê Aysel Tugluk axivî û diyar kir ku polîsan nehiştine ku ew kom bibin lê tu astengî gelê Kurd ji rêya wê venagerîne. Tugluk, destnîşan kir ku ew ê heta avakirina Rojavayek demokrat û azad têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha pêde: “Qasî afirandina şoreşê, parastina wê jî girîng e. Hindek derdor naxwazin şoreşa Rojava pêk bihêt û naxwazin Kurd bibin xwedî statuyek. Lê gelê Rojava dibêje ’heger jiyanek hebe bila azad be’ û li berxwe dide. Gelê me axa tu kesî dagir nekiriye, mafên xwe yên demokratîk dixwaze.”

Piştî axaftina Tugluk, Selahattîn Demîrtaş jî derket ser dikê û berxwedana gel silav kir. Demîrtaş got ku ewê daxuyaniya pêwîst li ber avahiya partiya xwe ya Serêkaniyê bikin û ji ser dikê daket.

Piştî axaftinan bi deh hezaran kes ber bi avahiya BDP’ê ve dest bi meşê kir, lê li derketina parkê bi sedan polîsan bi wesayîtên bi navê TOMA û Akrep pêşiya girseyê girt. Rayedarên polîsan biryara qedexekirina çalakiyan a Walîtiya Rihayê wekî hincet nîşan da û gotin ku ew destûrê nadin meşê. Polîsan piştî demekê jî bi bombeyên gazê û ava şidandî êrîşî girseyê kir. Li ser vê yekê girseyê jî bi kevir û molotofkokteylan bersiv da polîsan.