Bi hezaran Kurd bo piştgiriya Referandûmê li Kolnê civiyan

Îro bi hezaran Kurd li bajarê Elmanya Kolnê kom bûn û piştgiriya xwe ji bo Referandûma Serxwebûnê rave kirin.
Îro danê nîvro Kurdên çardorên Ewrûpa bi rêkxistina rêkxirê festîvalê an jî derfetên xwe yê kesane hatin hola kombunê.
Li gorî çavdêriya Rewanbêj 10 hetanî 12 hezar mirov kom bûn. Di destpêkirina festîvalê de peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hate xwendin. Paşê çend siyasetmedarên Elman jî axifîn. Dîroknas û Sosyologê Tirk Îsmaîl Beşîkçî jî axifî. Civata Kurd ya Elmanya jî axaftinek pêşkêş kirin. Di berdewamiyê de kom û hunermendên muzîkê yên cûrbecûr sitran û govendên xwe pêşkeş kirin. Hunernend Brader, Rojîn, Şerîfo, Destan Dogan, Muzaffer Yiğit, û gelek hunermendên dî beşdarî Festîvalê bûn.
Di dema şahiyê de bi hezaran alayên Kurdistanê hatine libadan.
Li gorî çavdêrîya Rewanbêj Beşdarên Festîvalê 10% Kurdên Bakur, 30% Kurdên Rojava 5% Rojhilatî, 5% Biyanî, 50% jî Kurdên Başûr bûn. Lê belê hejmara Kurdên aliyê Silêmaniyê pir kêm hate dîtin.
Di Festîvalê de germî xwesteka zêde ya ji bo Referandûmê û di pey wê de jî serxwebûnê hate dîtin. Festival hetanî êvarê bi serkeftî berdewam kir.