• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bîranîna Cegerxwîn bi tabloyên şêwekariyê

Bîranîna Cegerxwîn bi tabloyên şêwekariyê


barkirin: Rezber 24, 2015, 1:33
xwendin: 181


EGÎD ÇOLÎ-QAMIŞLO- Rewanbêj Helbestvanê navdarê Kurd, Sedayê Cegerxwîn di 31’mîn salvegera wefata xwe de li Rojavayê Kurdistanê hate bibîranîn.
Bi helkefta derbasbûna 31 sal li ser wefata helbestvanê netewiyê Kurd Seydayê Cegerxwîn, 22’ê Cotmehê, Yekitiya Niviskarên Kurd pêşangeheke şêwekarî û rojeke helbest xwendinê û şahiyek ji bo hunermendên kurd lidarxist .
Çalakî demjimêr 10:00’ê sibehê li mala Cegerxwîn a bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Di çalakiyê de pêşengeheke şêwekariyê hate amadekirin, gelek tabloyên şêwekarê navdar, Dildar Felamez hatin raxistin, herwiha helbest û stran hatin gotin.
helbestvan û hunermendê şêwekar (Dildar Felemez) pêşangehekê ji 31 tabloyên xwe, di hewşa wî mala Cegerxwîn de ya li gundê Hesarê, ser gora wî, bi navê (Silav li giyanê Cegerxwîn be), ji temaşevanan re raxiste ber çavan.
Dildar Felemez; di sala 1970’ê de li bajarê Qamişloyê ji dayik bûye, navbirî endamê Hevgirtina Hunermendên Şêwekariyê li Şamê ye û heya niha du pirtûkên wî ya helbestan û Rexneya hunerî hatine çap kirin.

Cegerxwîn bi navê Şêxmûs di sala 1903’ê de li gundê Hesarê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.
– Di sala 1948’ê de dibe hevalê Partiya Komunîst a Sûriyê.
– Di sala 1949’an de cara yekem bû ko Cegerxwîn hatiye girtin.
– Di sala 1950’ê de dikeve Civata Astîxwazên Sûriyê.
– Di sala 1954’ê de ji hêla komonîstan ve dibe namzadê parlamentera Sûriyê.
– Di sala 1957’ê de ji komûnîstan dûr dikeve û di heman salê de tevî hevalên xwe rêxistina AZADÎ sazdikin û pistî demekê rêxistina xwe fesix dikin û bi Partiya Dîmoqratî Kurdî re dibin yek.
– Di sala 1959’ê de direve Îraqê û sê salan li Di beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Bexdayê dibe mamosteyê zimanê kurmancî.
– Di sala 1962’ê de hikûmeta Îraqê bera Cegerxwîn dide û ew û zarokên xwe vedigerin Sûriyê, Cegerxwîn tê girtin û pistî demekê tê berdan.
– Di sala 1963’ê de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikeve girtîgeha Mezê a bajarê Samê, lê pistî demekê cardin tê berdan, lê wî nefî dikin û dişînin bajarê Siweyda nav Durziyan, piştî demeke ne dirêj tê berdan û vedigere bajarê Qamisloyê.
– Di sala 1969’ê de diçe Kurdistana Îraqê û tevlî şoreşa Kurdî dibe û nêzî salekê li wir dimîne.
– Di sala 1970’ê de ji Kurdistana Îraqê vedigere Sûriyê.
– Di sala 1973’ê de direve Libnanê û dîwana xwe ya sisyan KÎME EZ? Û çîroka Salar û Mîdya li wir çap dike.
– Di sala 1976’ê de vedigere Sûriyê û heta sala 1979’ê li wir dimîne.
– Di sala 1979’ê de ji Sûriyê direve û diçe Swêdê û pênc salên xwe yên dawiya jiyana xwe li wî welatî derbaz dike.
– Di 22’ê Cotmeha sala 1984’ê de li bajarê Stockholm a Swêdê, Cegerxwîn serê xwe danî û çû ser heqiya xwe.
Ew helbestvanê navdarê Kurd di hewşa xaniyê xwe de li bajarê Qamisloyê hatiye veşartin.

Berhem:
Dîwana yekem: Prîsk û Pêtî – 1945 Şam
Dîwana duyem: Sewra Azadî – 1954 Şam
Dîwana sêyem: Kîme Ez? 1973 – Beyrût
Dîwana çarem: Ronak, Weşanên Roja Nû – 1980 Stockholm
Dîwana pêncem: Zend-Avista – Weşanên Roja Nû – 1981 Stockholm
Dîwana şeşem: Şefeq – Weşanên Roja Nû – 1982 Stockholm
Dîwana heftem: Hêvî – Weşanên Roja Nû 1983 Stockholm
Dîwana heştem: Astî – Weşanxana Kurdistan – 1985 Stockholm

Ziman û Ferheng:
Destûra Zimanê kurdî – 1961 Bexda
Ferheng, perçê yekem -1962 Bexda
Ferheng, perçê diwem – 1962 Bexda

Tarîxa Kurdistanê di sê bergan de

Pêveker:

bîranîna cegerxwîn bi tabloyên şêwekariyê