Biryarên doza Ergenekonê diyar dibin

Biryarên doza Ergenekonê diyar dibin

Di sala şeşemîn ya doza Ergenekonê de dadgeha Tirkiyê biryaran aşkera dike.

Doza Ergenekonê li saziya înfaz ya Sîlîvrê yê pêk hat. Di doza Ergenekonê de ku serfermandarê giştî ye berê Îlker Başbug jî di nav de ye, bi giştî 275 kes dihatin darizandin. Piraniya kesên ku dihatim darizandin fermandarên berê yên artêşa Tirkin ku navên wan di gelek rûdanên tarî de heye.

Di rûniştina îro ya doza Ergenekonê de dadgehê bi qasî 2 demjimêran biryar xwendin. Dema biryar dihatin xwendin parêzeran û bersûcan hewldan ji salonê derkevin li ser vê yekê alozî derket. Li gor biryarê 21 kes hatin serbestberdan. Dosyaya kesên firarî hate cudakirin û doza bersûcên jiyana xwe ji dest dane jî hat betalkirin.

Hin kesên ku derbarê wan de ceza hatiye birîn wiha ne:

Damezrînerê JÎTEM’ê, albayê teqawît Arîf Dogan bi giştî 47 sal 3 meh

Semîh Tufan Gunaltay 12 sal

Tugamîralê teqawît Alaattîn Sevîm 10 sal

Korgeneralê teqawît Îsmaîl Hakki Pekîn 7 sal 6 meh

Fermandarê berê yê Sehaya Derya ya Bakur Koramîralê Teqawît Mehmet Otuzbîroglu, 20 sal 6 meh

Fatma Cengîz 11 sal 15 roj

Mehmet Perînçek 6 sal

Ferda Paksut 2 sal 6 meh

Adil Serdar Saçan 14 sal 3 meh

Yusuf Erîken 8 sal

Ferît Îlsever 15 sal

Osman Yildirim 8 sal 9 meh.