Bûyerên Rojhilatê Kurdistanê, Komkujiya Qarnê û Qelatan

” Em çend rojan li cenazeyan digeriyan. Cenaze ji gund derxistibûn û havêtibûne nav gelî û newalên derdorê. Gelek kuştî biribûn çolê da wisa nîşan bidin ku di encama şer û fîrarê de hatine kuştin.
Kuştî bi rûyê xwe nedihate nasîn, me beşek ji wan bi cil û bergan nas kirin. Dema me dest yan piyên miriyan digirtin ji laşê wan cuda dbûn. Xelkê gund behicî bûn û heya çend mehan nehatibûne ser xwe”.
Gotinên jor, vegotina cinayeteke din li Kurdistanê ne, îcar rojhilatê Kurdistanê û sala 1979ê.
Piştî şoreşa gelên Îranê li dijî xanedana Pehlewî di sala 1979ê de, li rojhilatê Kurdistanê Hizbî Demopkratî Kurdistan (HDK) daxwaza otonomî û xwerêveberiya li herêmên Kurdan di çarçoveya sînorên Îranê de kir. Piştî şoreşa gelên Îranê pasgehên hikûmetê yên li herêmên Kurdan ji aliyê Kurdan ve hatine girtin û partiyên weke HDK, Komele hin grûbên çepgir yên weke Pêykar û Sazmanê Fedayiyanê Xelq (Rêxistin Fedayiyên Gel) dest bi xebatên çekdarî kirin. Ev yek di dawiyê de bû sedema şerê di navbera partiyên rojhilatê Kurdistanê û hikûmeta navendî ku heya niha jî car bi car berdewam e.
Fermana cîhada Xumeynî û êrişa Kurdistanê:
Piştî wan bûyeran û bi hêz bûna partiyên Kurdî li rojhilatê Kurdistanê û daxwaza mafê otonomiyê di çarçoveya sînorên Îranê de Komara nû ava bûyî ya îslamî ya Îranê di bin rêbertiya Ayetullah Xumêynî de li Kurdistanê û li jêr navê ”Şerê bi kufrê” re li rojhilatê Kurdistanê komkujiyên mezin pêk anîn.
Serokê Îranê Ayetulah Xumeynî di 19ê Tebaxa sala 1979ê di daxuyaniyekê de ji raya giştî ya Îranê re ragehand: ”Ji derdora Îranê grûbên cuda cuda yên Artêş û Pasdaran û xelkê bi xîret xwestine ku ez destûrê bidim ber bi Pawê ve biçin û meselê bidawî bikin. Ez spasiya wan dikim û ez dewlet, artêş û jandarmêriyê agahdar dikim, ger bi tank û top û hêzên çekdar heya 24 demjimêrên din Pawe neyê girtin ez wan berpirsyar dizanim û dibînim”.
Di rewşekî de ku radyo û televîzyonan fermana serokê Komara Îslamî li dijî Kurdan dixwendin ku êvareya heman rojê wî di nava nûnerên meclisa şarezayan a bajarê Qumê de drebarê daxwaza gelê Kurd ji bo xwerêveberiyê gotibû: ”Me sînor azad kirin, pênûs azad kirin, axiftin azad kirin, partî azad kirin, bi xeyala ku ev jî xelkekin…ev xirabkar û têkder in, êdî çênabe bi wan kesan re bi nermî tevbigerî…Ev komeke xirabkar û rizî ne, em rê nadin her karê ku dilê wan dixwaze bikin. Niha jî nerazîne ku hûn bi xwe wan karan dikin. Weke yên ku çend roj berî niha…bi xwe xirabiyan dikin û dixine stuyê xelkê. Xelkekî wisane lazime bi şîd bi wan re tevbi,gerin û bersiva wan bidin…”. (1)
Hikûmeta nû dest bi kar bûyî ya Xumeynî serkut û ji nav birina muxalifan weke take rêya parastina Şoreşa xwe hilbijartibû. Serkutên destpêkê bi darvekirina rayedar û berpirsên rejîma berê destpê kir û rewa bûna xwe li gor şert û mercên heyî û nerazîbûna xelkê ji rejîma berê û hêviyên ji hikumeta nû dest bi kar bûyî digirt.
Destpêka serkuta Kurdistanê
Piştî daxuyaniya Xumeynî li bajarê Qumê bû ku Sadiq Xelxalî weke hakimê şerîetê, xwe ji bo sefera ber bi Kurdistanê ve amade kir. Pêla derkirina hukmên darvekirina Kurdan ji aliyê Xelxalî ve berê ji Kirmanşan û Paweyê destpêkirin û piştre piraniya deverên rojhilatê Kurdistanê vegirt. 25ê Tebaxê li Merîwan, 27ê Tebaxê li Sine, 28ê Tebaxê li Seqizê êriş pêkhat û di encamê deli Merîwan 9, li Sine 11, li Seqizê 20, li Pawe 19 û li Mehabadê 6 hevwelatiyên Kurd di dadgehên serpêyî û çend deqeyî de hatin dardekirin yan gulebaran kirin.
Komkujiya gundê Qarnê
Duyê îlona sala 1979 e û tenê heft meh ji serkeftina şoreşa gelên Îranê derbaz bûne. Hejmareke zêde ya hêzan bi cil û bergên leşkerî yên Sêpahê Pasdaran êriş kirine ser gundê Qarna ku dikeve heft kîlometriya bakurê bajarê Neghedê û di encamê de zêdetirî (49) kesên sivîl hatien gulebaran kirin.
”Meleyê gund, Mela Mehmûd Bêhterzade, quranek anî û û çû pêşiya çekdaran. Bi girî ji wan re got: ” sûnd bi vê qurana di destên min de, xelkê wî gundî bêgunehin, jin û zarokên wî gundî mijûlê jiyanê ne û tiştekî nizanin, ricayê dikim wan nekujin.
Çekdarên Îranî, sê caran ew dûr xistin, lê meleyê gund li ser hêvî û daxwaza ji nekuştina xelkê gund berdewam bû, sîngê wî kirine amanca guleyan, kefte xwarê, quran di dest de, serê wî jêkirin û kes nizane çi pêhat. Xelkê gund bawerin ku serê wî birine Tehranê”.
Li gor sîstema dabeşkirina Îranê, ev gund ji aliyê îdarî ve girêdayî qezaya Neghedê û ser bi bajarê Urmiyê ye.
Tevî ku ev komkujî bi komkujiya Qarna tê nas kirin, lê komkujî li gundên derdorê jî pêkhat. Kesên ku di êrişê de hatine kuştin, zarok, jin û kesên bi temen û sivîl û bê parastin bûn. Lê mesele bi kuştina hevwelatiyan bi dawî nebû û çekdarên hikûmetê piştî cinayetê, bi satûran dest û mil û serên wan jê kirin.
Li gor şahidên cinayetê li gundê ”Serukanî” yê xelk di nav mizgeftê de kom kirine û li heman derê 18 kes kuştine. Li gundê ”Çixil Mistefa” 48 hevwelatî kuştin û avên nava rûbar.
Piştî komkujiya Qarnê, li gundên Qelatan, Sewzî, Îndirqaş, Dîlançerx, Helbî, Koykan, Kerêzeya Şikakan, Çeqel Mistefa, Xelîfelyan, Gorxane, Sûkend, Qereqol, Dêmesor, Caferabad, Mercanabad, Bayzawê, Cebraîlawa, Gundwêlle, Duwaw, Kûrexaney Sariqamûş, Helleqûş, Gêce û Sofyan jî komkujî pêkhatin û bi sedan kurdên sivîl hatin kuştin.
Hewla barovajî kirina rastiyan
Di medya û ragehandinên navxweyî yên Îranê de cinayeta Qarneyê weke şerê di navbera Kurd û Tirkên Azerî de hate nîşandan. Wan bi nîşandana mînaka şerê Neghedê ku şêniyên wê Kurd û Azerî ne, dixwestin nîşan bidin ku komkujiya Qarnayê jî ji ber nakokiyên di navbera herdu gelan de çêbûye.
Hikûmeta Îranê di siyaseta xwe bi ser ket û bû sedem ku heya niha jî navbera Kurd û Azeriyan weke xwe bimîne û bi çavê bêbaweriyê nêzî hev bibin.
Ev yek nîşan dide ku desthilatdar û hakim dikarin bi pêşxistina hin senaryoyan nakokiyên mezin û kûr di nava gelan de biafirîne.
Herwiha ev nakokî ji ber rewşa herêmî û coxrafiya herdu gelan, hesasiyeta Azeriyan li hember Kurdên bakurê Kurdistanê û berovajî vê li herêmên din zêdetire.
Navê qurbaniyên komkujiyê
Qarna:
Mela Mehmûd Bêhterzade, Seyîd Rehman Tahêrî, Syîd Mihemed Tahêrî, Seyîd Îsmaîl Tahêrî, Hac Seyîd Elî Tahêrî, Seyîd Qadir Tahêrî, Amîna Şerîfî Azer, Hacî Rehman Şerîfî Azer, Osman Şerîfî Azer, Mistefa Ezîzî, Mihmed Ezîzî, Mihyedîn Abrûşen, Hac Şerîf Abrûşen, Rehman Abzen, Rehman Sulêymanî, Rehîm Sulêymanî, Kerîm Sulêymanî, Qadir Sulêymanî, Mistefa Abzen, Umer Basî, Ceifer Basî, Mistefa Basî, Mihemed Şebru, Suleyman Hemzepûr, Îbrahîm Pûya, Îbrahîm Resûlî, Elî (Şivanê gund), Husên (Nûciwanê 13 salî), Zeyneb Ramîn, Xatuzîn Ramîn, Kerîm Ramîn, Ehmed Ramîn, Rehman Ramîn, Osman Ramîn, Resûl Xusrewî, Rehman Xusrewî, Seîd Xusrewî, Ebdulah Xuserewî, Murad Xuserwî, Mistefa Xusrewî, Osman Xusrewî, Xalid Xusrewî, Rehîm Xusrewî, Ebûbekir Şîşman, Ceifer Şîşman, Elî Şîşman, Osman Şîşman, Ehmed Seadetpûr, Umer Derwîş Pûr, Seyîd Kerîm Arwendî, Elî Mela Rehîm, Hesen Mam Resûl Elyawî, Ezîz Merzeng, Îbrahîm Kayêr, Elî Gaturî, Xusro Efşîn, Selah Elî Zinawî, Ebûbekir Ehmedpûr, Osman Ehmedpûr, Ebdulah Ehmedpûr…
Qelatan:
Remezan Pênhar, Hacî Seyîd Hesen Qedemî, Hac Mihemed bayezîdî, Hac Resûl Ebdulah, Ebdulah Qurban, Osman Derwêş Selîm, Mihemed Kurdî, Osman Emanî, Mıhemed Emîn Ebasî, Hesen Hemze Koke, Ehmed Gulabî, Celal Bîdox, Ebdulah Ehliyanî, Esmeîl Hemîdî, Qadir Kurustemî, Rehman Mînemurik.
Nîşe:
(1) Rojnameya Keyhan û İtilaat (1979)
Wêne : Wênegirê Îranî Rêza Dêqetî