Cangoriyê Heqîqetê

Cangoriyê Heqîqetê

Ji ber terora, serokê DEP’ê Vedat Aydin di sal a 1993´yan de û kuştina sê keçên kurd ( Sakîne Cansiz û du hevalên wê ) ev cara sisêyane bû ku bajarê Amedê şahidî ji hêza gelê kurd re dikir. Dîsa Amedê nasnameya xwe da xuyakirin

Tahîr Elçî jî ket nav dilê axa Kurdistanê. Beriya wî di tebaxa sala 2000’î de Receb Azîzoglu jî li Amedê hatibû teror kirin. Kuştinên ku heya roja îro jî qatilên wan azad in û dewlet li hemberî van tawanên giran bêdenge.
Mirovên derewîn, mirovên mezin
Bextreşî di jiyana mirovekî de bi derewan dest pê dike. Kesên derewker, virçî û durû biqasî temenê derewa xwe kin dijîn. Yên ku rastiyê venaşêrin û bi hemû cesareta xwe li hemberî virçiyên ehmeq disekinin, navê xwe di rûpelên dîrokê de bizindî dihêlin. Galîleo Galîleî(1564 – 1642 ), Mahatma Gandî(1869 – 1948 ), Pêşewa Qazî (1900 – 1947 ) û Mazlum Dogan (1955 – 1982) hê jî bi bîr û ramanên xwe saxin. Ji ber ku ew di nav êş û elemên jiyana gel da mezin bibûn, dema bûn serkêşên doza xwe jî, kesayetiya wan neguherî.
Di nav me kurdan de kesayetiyên wiha pirin. Tahîr Elçî xwendevanekî jîr ê wê xwendingehê bû. Bi tiştên ku digotin û dinivîsîn bawerî hebû.
Elçî û PKK
Li welatê ku biqasî dar û kevirên Kurdistanê şehîdên xwe hene, di hêza mêjî û pênûsê de nîne ku li ser çeleng û mêrxasan tiştekî bîne ser zeviya kaxezê. Nemir Elçî di demekê de got:”PKK rêxistineke terorîst nîne û di qada siyasî da hêzeke çalake…” ku li Enqereyê sultanê serdemê xewnên sultanên Osmanî û Sefewiyên cinayetkar û cahêl didîtin. Wê gotina rast mejiyê wan leqand û hat bîra wan ku “mekteba şoreşa Kurdistanê” xwedî xwendevanên jîr û bi wijdan e. Fayiq Bucak, Musa Anter, Vedat Aydin û hezaran kesên din jî li ser axa Kurdistanê bibûne qûrbanên heqîqetê.
Hinek ji wan mejiyên birêvebirina civakê ne. Ew xwedî felsefeyeke taybetî ne ku pirî caran gotineke wiha tînin bîra me: “Girîng nîne ka yê çawa me bikujin, belkî a girîng ew e ku em azad bijîn.” Gotina ku ji zimanê gelek şehîdên doza azadiyê hatiye bihîstin û cara dawiyê jî nemir Tahîr Elçî bi kurdiya xwe ya xweş beyankiribû. Li ba mirovên wiha felsefeya evînê ji a pere û desthilatê bihêzitire. Evîn dikare di dilê mirovan da bimîne, lê pere û desthilatdar du tiştên rojê ne, diçin û namînin.
Kurê gelê xwe bû…
Tahîr Elçî di nava êş û elemên civaka xwe de mezin bûbû. Haya wî ji meznahî û kursiyê nebû. Rêbaza jiyana wî gotineke Soqrat anî bîra min: “Xizmeta xwe pêşkêşî gel bike, li benda teqdîr û xelatan nebe, çimkî tu yê di nava riha xwe de wê razîbûnê peyda bikî…”
Ew pêngav bi pêngav ber bi pêşv e meşî. Dema dîtin ku dixwaze pêş bikeve xwestin piyê wî bigirin û bi tundî ber bi xwe ve bikişînin, lê wî li ber xwe da. Nekete erdê û zêdetir bilind bû, destê wan êdî negehayê, vê carê dest bi avêtina keviran kirin, lê ew ber bi jor ve hilkişiya. Vê carê dema ku dest û kevirên wan negehane wî, êdî wiha gotin: “Bi her qîmetekê ku dibe, gere bê wendakirin…” wiha kirin û piştre dîtin ku xelk wî   diperestin.
Dema min dîmenê wî yê dawiyê dît, gelek gotin hatin bîra min. Wî bi zimanê bêzimanî wiha ji me re digot: “Di nav dilê Amedê da me dikujin lê ez baş dizanim dengê wî goleyê kuştina min ji kû hat û çima tême kuştin. Ev êş, êşa salên dûr û dirêje. Êşa bindestiya kurdan e. Dîrokeke winda ku nextê dubare zindîbûna wê xwîna me ye. Xwîna me li erdê nehêlin egîdên Botan û Amedê. Bila tola vê sivaktîyê bêbersiv nemîne…”
AKP û hêza gel
AKP’ê li pey merasima veşartina Tahîr Elçî zanî ku hêza gel di cade û kulanên bajar û gundên Kurdistanê pir zêde ye. Berê jî dema Sakîne Cansiz û hevalên wê bi rengê xwînê vegerîn welatê xwe, dîsa Kurda hêza xwe dabû xuyanîkirin. Lê dîktator kurtbîn in. Destên reş parêzerekî mezin ji mala Kurdan dûr xistin lê hezaran dilên tije coş û eşqa azadîyê li dijî dagîrkeran hatine ser şeqaman. Hevalekî li ser dîwarê faca xwe li jêr fotoyê şehîdê rastbêjiyê Tahîr Elçî wiha  nivîsîbû:
“Çar lingên minareyê hene
Her çar ling birîndar
Yek bakur, yek başûr; herduyên dî rojava û rojhilat in termek di nîvekê de
Berê wî li bakur, laşê wî başûr; Destek rojhilat, yek rojava ye ka bêjin min, ev keval kê nîgar kir?”
Rasîzm û Jon Tirk
Rasîzm û şovenîstên korbîn li pey Hîtler û serdema Neonaziyan gora xwe kolandin û çûn, lê li Tirkiyeyê bi bê li ber çavgirtina pêşkeftinên vê sedsalê rayedarên hikûmetê neteweperestî ya tirk li dijî azadîxwazan bihêz dikin. Ew ji vê rastiyê fam nakin ku manîfestoya hereketa Bakur xwedî rêbazeke însanî, modern û li dijî ramanên rasîstî ye. Cehaleta di mejîyê wan de wisa kor û kûr e ku naxwazin ji manîfestoya PKK’ê fam bikin. Hereketa ku ji sifrê dest pê kir û niha xwe gehandiye astekê ku zilhêzên herêmê bi li ber çavgirtina rolê wê hisabekê ji doza kurdan re dikin.
Elçî û wijdan
Elçî parêzerekî pir bi exlaq bû. Bi bê li berçavgirtina dirav û berjewendiyên xwe yên şexsî bû parêzerê 16 gundiyên ku li sala 1993’yan li Licê hatibûn kuştin. Li 2007’an dosya parêzerê ermenî Hrand Dink girt destê xwe.
Li sala 2011’an bû dengê birîna tevkujiya Roboskê. Wî bi bêtirs parêzeriya wan kesan dipejirand ku endamên PKK’ê bûn an jî bi tawana terorîstbûnê li Kurdistanê dihatin girtin. Qazî yên tirk li hemberî Elçî bêdeng bûn.
Gotineke dîrokî û ragihandi na Tirkiyeyê!
Di cotmeha îsal(2015)an de ew û çend kesên din di CNN Turkê de mêvanên bernameyeke siyasî bûn. Wî nedikarî li hemberî gotinên sivik ên hin kesan bêdeng bimîne. Wijdanê wî dikete ezabê dema ku didît hinek kesên mejî hişk li dijî hereketa herî mezin li Kurdistanê diaxivin û PKK’ê wekî rêxistineke terorîstî bi nav dikin. Wî li dijî wan dengê xwe bilind kir. Tevlihevî kete bernameyê. Elçî 20’ê cotmehê hate girtin, lê piştre ew berdan, bes derketina wî a ji Tirkiyeyê hat qedexekirin. Xuyabû ku pilana kuştina wî hatibû darijandin. Li pey bidawîhatina bernameya CNN Turkê wî bi Twîttekê wiha bersisv dabû: “Hemû ew kesên ku bi kuştinê êrîşî min dikin û gefan li min dikin, ew ê ji we bitirse ji we kêmtir û siviktir e. Min ji sala 1990’î heta roja îro serê xwe ji JÎTEM’a bavê we yê mezin û generalên we netewandiye, îcar yê ji we bitrsim?!”
Ji 1916’an heya 2015
Sala 1915-18an dema ku nifşparêzên tirk di bin fermana Talat Paşa û rêberên din ên Împeratoriya Osmanî de hereketa Jon Turkan pêş xistin, pêngava wan ya yekê tevkujiya ermenan bû. Dema ku Talat Paşa bî wezîrê navxwe yê welat bi nameyeke nihînî( sirrî ) berî her kesî destûr da ku rêber, rewşenbîr, hunermend û parêzerên ermen li Stenbolê bên kuştin. Ji wê demê heya niha biqasî 100 salan e ku ew zîhniyet nehatiye guherandin. Karê ku Talat Paşa li sala 1915’an dabû destpêkirin, li sala 2015’an T. Erdogan li Kurdistanê dide meşandin. Girtina sedan reşenbîrên kurd li sala 1959’an, Terora Fayiq Bucak li 1966’an, Musa Anter li 1992’yan, Vedat Aydin li 1993’yan, Hrant Dînk li 2007’an, girtina rojnamevanên naskirî li sala 2015’an, hewldanên kuştina Selahattîn Demîrtaş û di çend rojên berê de jî kuştina Tahîr Elçî-serokê encumena parêzerên Amedê – vê rastiyê bi me didin eşkerekirin ku di karê kuştina dijberên xwe de AKP jî li ser şopa Jon Turkan berdewam e.
Êşa ku sed salin hê jî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê berdewam e.
Elçî û mîras
Elçî di xema mîras û nîşanên şaristaniyeta welatê xwe de bû. Ew hem di rêya aştiyê de, hem jî li ser rêya aşkerakirin û gotina heqîqetê bû qûrbanê terora dewletê.
Îro li Tirkiyeyê kesekî wekî Erdogan heye ku tu buhayê nade qanûnên navneteweyî. Kesên egoist xwedî riheke nexweşin û em vê rewşa han di karê rojane yê hinek rêberên Tirkiyeyê de dibinînin. Di tevgera wan a herêmî û navxweyî de ew bê tedbîr pêngavan hiltînin. Li gotin û kiryarên AKP’ê li hemberî Rûsya, Sûriye û doza kurdên bakur û rojava binêrin. Yên ku ji bo kifşkirina heqîqetê têkoşînê dikin têne kuştin an jî wek xayîn û sîxor dişînin girtîgehê.
Vê rewşê kir ku Tirkiye ber be salên 1990’î ve biçe û dîsa bibe xwedî rewşeke tije şer, wêranî û kiryarên terorîstî. Emniyeta hundir, rewşa siyasî-aborî li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê û rewşa siyasî li derveyî sinorên Tirkiyê sê mijarên girîngin ku roj bi roj welat ber bi xerabiyê ve didin.
Senaryo û kuştin
Bi senaryoyekê parêzerê naskirî Tahîr Elçî jî hat kuştin. Li pişta wê kiryarê MÎT û rêxistinên girêdayî wan hene ku rojekê Hîzbulah û îro jî xwedî navên din in. Ger lêkolîneke baş ji hêla bisporên vî karê han ve bê kirin, bêgoman yê aşkera bibe ku hemû armanca wê senaryoyê ji holêrakirina Elçî bû.
Mîrasê kesên weke Tahîr Elçî, Musa Antar, Vedat Aydin û Hrant Dînk berfirekirina çanda aştîxwazî û demokrasiyê ye. Wî çend deqeyan berî terorê wiha gitibû: “Em şer naxwazin, me tu carî xwîn û mirin nexwestine. Bila şer li vê herêma ku xwedîtî ji çendîn bajarvaniyên kevnar re kiriye, nemîne…”
Ew jî çû lê rêya wî ne wenda dibe û ne jî mîrasê wî yê bêxwedî bimîne. Dawiya jiyana wî çîroka jiyana hunermend Ahmet Kaya anî bîra min. Ahmet Kaya jî bi helwesta xwe ya dîrokî û tije cesaret bû qûrbanê heqîqetê.