Çapemeniya Ewropa pakêta Erdogan nirxand

Piştî ku serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan de ragihandin pakêta demokratîkbûnê ya dihate çaverêkirin ragehand rojname û ajansên Ewropayî, der barê pakêta demokratîkbûnê de şirove û nêrînên xwe weşandin û diyar kirin ku Kurd bi guman nêzî pakêtê dibin.
Daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a aşkerakirina “pakêta demokratîkbûyînê” ku ji aliyê Erdogan ve weke “pêlikekê” tê bi navkirin, ji aliyê çapemeniya Ewropayê de ji nêz ve hat şopandin. Malperên înternetê yên çapemeniya Ewropî ragihandin ku Erdogan bal kişandiye ser mijara “sernixumandinê.” Di çapemeniya Elmanya, Awûstûrya, Swîsre û Fransayê de, der barê pakêtê de şîroveyên dişibin hev hatin kirin.
DER SPÎEGEL: QEDEXEYA SERNIXUMANDINÊ RABÛ
Yek ji kovarên girîng ên Elmanyayê Der Spîegel di malpera xwe ya înternetê de ji bo pakêtê sernavê “Erdogan qedexeya sernixumandinê rakir” bikar anî. Der Spîegel diyar kir ku Erdogan ragihandiye ku ji bilî dozger, dadger û personelên leşkerî her karmendên jin dikarin serê xwe binixumînin û bibîr xist, ku weke pêwistiyeke laîkiyê heta roja îro li Tirkiyê, nixumandina serê karmendan qedexe bû.
Balkêş bû ku di nûçeyê de sernav-xalên din ên Erdogan aşkera kir, cih negirt. Bi heman rengî rojnameyên nûçeyan ên bingehîn ên Elmanyayê Dîe Welt, Suddeûtsche Zeîtûng û Frankfûrter Allgemeîne di malperên xwe yên înternetê de, rakirina qedexeya sernixumandinê di sernav û spotên xwe de ragihandin. Rojnameya Suddeûtsche Zeîtûng ragihand ku astengiya li pêşiya mafê perwerdeya Kurdî ya li dibistanên fermî dê dewam bike, Frankfûrter Allgemeîne jî destnîşan kir ku Kurd bi guman nêzî pakêtê dibin
’PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ XETIMÎ BÛ’
Çapemeniya Awûstûrya û Swîsreyê jî, bi tenê rakirina qedexeya sernixumandinê di pakêtê de dîtin. Yek ji rojnameyên rojane yên Swîsreyê Neû Zurcher Zeîtûng di malpera xwe ya înternetê de sernavê “Karmendên jin êdî dikare serê xwe binixumînin” bikar anî. Yek ji rojnameyên sereke yên Awûstûryayê Dîe Presse û Der Standard jî sernavekî bi heman rengî bikar anî. Her du rojnameyan bibîr xistin ku PKK’ê di mijara rewşa xetimandî ya pêvajoya çareseriyê de gelek caran hişyarî daye û şîroveya “Kurd bi guman nêzî vê gava Erdogan dibin” kirin.
AFP: GELEKÎ KÊMÎ DAXWAZÊN KURDAN E
Çapemeniya Fransa jî, li gel rakirina qedexeya sernixumandinê bal klişand ser mafên din ên di pakêtê de hatin aşkerakirin û daxwazên Kurdan destnîşan kirin. Ajansa nûçeyan a Fransayê AFP bi gotina “Erdogan, ji bo zêdekirina mafên hindekahiyên Kurd, reform aşkera kir” pakêt ji aboneyên xwe re ragihand. Ajansê diyar kir ku di nava van reforman de, tevî Kurdî perwerdeya bi ziman û zaravayên derveyî Tirkî li dibistanên taybet, cih digire.
Ajansê ji bo van jî şîroveya “Tirkiye gelekî kêmî daxwazên Kurdan e” kir û destnîşan kir ku Kurd dixwazin perwerdeya bi zimanê Kurd li dibistanên dewletê bê dayîn û nasnameya Kurd bi awayekî bi awayekî zelal di Destûra Bingehîn de cih bigire.
Radyoya Fransayê RFI jî şîroveya “Karmendên Tirk dê êdî karibin li cihê kar laçikên Îslamî bikar bînin” bikar anî. Radyoya bi pirzimanî ji bo Erdogan gotina “Serokwezîrê Îslamî-mûxafazakar” bikar anî û ragihand ku Serokwezîr di dema “pêvajoya aştiyê” ya li gel PKK’ê re, “mafên hindekahiyên Kurd zêde kiriye.”
Di malpera înternetê ya kovara Noûvel Observateûr de reformên Erdogan bi gotina “Karmendên Jin dê êdî karibin laçikên Îslamî bikar bînin” nivîsand.
LE MONDE: JI BO KUKRDAN PÊŞKETIN
Rojnameya Fransî Le Monde ji bo pakêta Erdogan aşkera kir sernavê “Ji bo Kurdan pêşketinek” bikar anî. Le Monde bibîr xist ku PKK’ê ji meha Îlonê û vir ve vekişîn rawestandiye û diyar kir ku Kurd dixwazin perwerdeya bi zimanê Kurdî bi giştî were dayîn, TMK bê sererastkirin, benda hilbijartinê bê daxistin û erka rêveberiyên herêmî bê zêdekirin.
ANF