Cejna Vejînè Pîroz be! | Helbest | Abdullah Yavuz

Li çiyan çeper kolan
Şervanèn heyf û tolan
Li hawirdor dimeşin
Xortên ceger ji polan
Bi rengekî soreşger
Vîn bû vejîn li her der
Xiyanet ú kedxwarî
Tèk diçe seranser
Piroz e meha havîn
Vedan kulilkên soreşîn
Li gerdûna canê welat
Liviya germ bû xwîn