• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Cebhet El-Nusra êrişî taxa Şêx Meqsûd kir

Cebhet El-Nusra êrişî taxa Şêx Meqsûd kir


barkirin: Sermawêz 1, 2015, 12:16
xwendin: 183


Egîd Çolî – Roja (29’ê Mijdarê) teroristên Cebhet El-Nusra êrîşî taxa Şêx Meqsûd a bajarê Heleb’ê kirin, di encamê de 40 kesên sivîl birîndar bûn.

Êriş bi top û hawnan hatiye kirin û di encamê de kuştî û 40 kesên sivîl birîndar bûn. Hejmara kuştiyan carê nayê zanîn.

Navenda Ragihandina YPG’ê derbarê êrişê de ragihandiye ku şervanên wan bersiva êrîşên teroristan dane û du endamên Cebhet El-Nusra hatine kuştin, herwiha 2 wesayitên leşkerî jî li herêma ’’Seken Şiqêf’’ û li ser riya ’’Kastîlo’’ hatin rûxandin.

Derbarê haman mijarê de Tugaya Ehrar Sûriya bang li welatiyên Şêx Meqsûdê kir ku ji ber egera topbarana taxê, di nava 24 demjimêran de taxê vala bikin.

Hêjayî gotinê ye ku piraniya welatiyên Taxa Şêx Meqsûd Kurdin.

Pêveker:

cebhet el nusra êrişî taxa Şêx meqsûd kir