Cerdevanan gule li xelkê barand

Li gundê Meşkaka girêdayê Qosera Mêrdînê ji ber sedemek ne diyar cerdevanan gulle li ser gundiyan reşandin û di encam de welatyek giran birîndar bû.
Li gor agehiyan li gundê Meşkana girêdayê Qosera Mêrdînê cerdevanên ji malbata Karahaniyan ji ber sedemek ne diyar gule berdane welatiyê bi navê Abdulbarî Ozdemîr yê heman gundî. Di encama rûdanê de Ozdemîr bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya dewletê ya Qoserê.
li gor agehiyan sê gulle laşê Ozdemîr ketine û tirumbêla wê jî bûye amancê guleyan. Balkêşe ku piştî vê êrîşê jî jenderme û polîs nehatine gund û qeyrana li gund jî berdewam dike.
Rewanbej.net