• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Çima HUDA-PAR ji hilbijartinê vekişiya?

Çima HUDA-PAR ji hilbijartinê vekişiya?


barkirin: Êlûn 19, 2015, 3:20


Piştî ku (17’ê Îlonê) Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu di daxuyaniyekê de got, partiya wan di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de beşdar nabe. Beşek ji çavdêr û pisporên siyasî  helwesta HUDA-PAR’ê weke piştgiriya AKPê nirxandin.

Serokê Giştiyê Huda-Par’ê, Yapıcıoğlu diyar kiribû ku ne bi partî ne jî bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan nabin.Ligor îdîaya rojnameya Tirkî ya ’’Diriliş Postasi’’ ê ji zarê berpirsekî HUDA-PAR’ê ku navê wî nehatiye aşkere kirin gotiye: ’’ Serokê partiya me, Zekeriya Yapicioglu gotiye eger AKP’ê bi tenê nebe desthilatdar misilman dê zirarê bibînin, ji vê zirarê em jî weke berpirsyar bên dîtin û di wijdana raya giştî de dê mehkûm bibin. Me jî weke navenda partiyê ji bo ku AKP’ê bi hêsanî bibe desthilatdar biryar da ne weke partî, ne jî bi namzedên serbixwe beşdarî  hilbijartinê nebin’’.

Pispor û çavdêrên siyasî jî, vê helwesta HUDA-PAR’ê ya derbarê hilbijartinên 1’ê Mijdarê de weke piştgiriya AKP’ê  dinirxînin.

Nivîskarê Kurd Nevzat Çiçek derbarê vê mijarê ji malpera ’’Spûtnîk’’ê re axiviye, dibêje: ’’ Ger HUDA-PAR hilbijartinan boykot bike dengên wan ji tu kesî re neçin, lê eger hilbijêrên xwe serbest bihêle, dengên wan dê ji bo AKPê bin.’’

Ligor hin îdîayan AKP’ê dê çend kesên nêzî HUDA-PAR’ê weke namzedên xwe destnîşan bike, lê heya niha nave wan kesan nehatiye aşkera kirin.

HUDA-PAR:

partiyeke îslamî ya Kurdiye û li çend bajarên bakurê Kurdistanê xebatê dike. Ev partî di sala 2002’ê de hatiye damezirandin.

HUDA-PAR paşmayiyên Hizbulah a Tirkiyê ne ku partiyeke radîkal a îslamî bû ku Êlih weke navenda wan dihate hesibandin, di salên 1990’ê de di kuştin û wenda kirina xelkê welatparêz li bakurê Kurdistanê de dest hebû.

Hizbulaha Tirkiyê ji ber kar û çalakiyên radîkal hate qedexe kirin, lê alîgirên wan di sala 2002’ê de HUDA-PAR damezirandin. Vê partiya îslamî heya niha di hilbijartinên berê yên şarevanî  û parlementoyê de tu serkeftin bidest nexistine. Di helbijartina 7’ê Hezîranê de ya ji bo parlmentoyê HUDA-PAR bi namzedên serbixwe beşdar bû û li hemû parêzgehên bakurê Kurdistan û çend bajarên Tirkiyê nêzî 70 hezar deng anîn.

dîtin: 281

Pêveker:

Çima huda-par ji hilbijartinê vekişiya?