Çiroka “Du Êvarên Asayî” ya Karox Fehmîyî bû baştirîn çîroka Festîvala Gelawêjê

Çiroka “Du Êvarên Asayî” ya Karox Fehmîyî bû baştirîn çîroka Festîvala Gelawêjê

Nivîskar û çîroknivîsê ciwan ê Kurd Karox Fehmî di 21 mîn Festîvala Gelawêjê de bi çîroka bi navê “Du Êvarên Asayî” xelata baştirîn çîroka Festîvalê bidest xist.

Gelawêj navê festîvalekiye ku ji bîst sal beriya niha hersal ji aliyê Navenda Rewşenbîriya Gelawêjê li bajarê Silêmaniyê bi beşdariya mêvanên Kurd û biyanî tê lidar xistin û girîngiyê bi edebiyat û hunerê dide.

Di Festîvalê de pêşbirka helbest, çîrok, rexne û lêkolînên edebî bi rê ve diçe. Herwiha di rojeke taybet de beşdar û mêvanên Îranî û Ereb jî berhemên xwe dixwînin. Festîvala îsal di roja 5ê Nîsanê de li jêr navê “Efrîn” ê û bi slogana “ Têperandina çarçoveyên daxistî” di sê rojan de li Salon a Tewar a bajarê Silêmaniyê birêve çû.

 

Karox Fehmî (1984) li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye.
- Ji sala 2000’ê û pêve dinivîse. 
- Di sala 2003’ê de yekemîn helbesta wî di beşa edeb û huner a Rojnameya Kurdistanî Niwê da belav bûye. 
- Endamê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bûye. 
- Mastera Edebiyata Kurdî heye. 
- Di çaremîn Festîvals Ciwanan a sala 2008’ê de xelata yekem a çîrokan bidest xistiye. 
- Di 21 mîn Festîvala Salane ya Gelawêjê ya sala 2018’ê xelata yekem a baştirîn çîrokê bidest xist. 
- Di kovar û rojnameyên Başûrê Kurdistanê da helbest, gotarên edebî û rexneyî dinivîse. 
- Desteya nivîskaran a kovara Kiwêstanê bûye.

 

Çîroka du êvarên asayî (Çîrok: Karox Fehmî, Ji Soranî ji bo Kurmancîyê: Dêrsim Oremar) 

Du Êvarên Asayî

Karox Fehmî

Zanîngeha Zehra

Ji pirtûkxaneya Bazîdê derketin, du ciwanen çalak û pir xewin. Pirtûkek di destê Nûrsî de, bi rûyekî zarokane û bêguneh gav davêtin.

Xeyala Tofîq beg bi kumê xwe yê sor û simbêlên çavlekerî ya Tirkan dûr çûbû. Esman şîn û li hîn deran perçe ewren spî xuya bûn. Kulîlken nû bişkivî yên vê biharê xweşiyeke zêde xistibû dilê Tofîq beg.  

Wer xûya dikir bîra darên mala xwe di grava Heybelî ya di nav behra Mermereyê yan baxê xwe yê li Gurgeder a şarbajêrê bike.

Di wan rojan de hizra avakirina zanîngeheke peşkeftî ketibû serê Nûrsî û bi wî awayî xwendina olî û xwedênasiyê ber bi pêvajoyeke din ve bibe. Jibo vê berê xwe dabû Stenbolê.

Ew gelek anîbûn û biribûn, êdî dibû ku xewna xwe ji bîr bike. Tofîq beg ji wî dilxweştir û pir jiyantir xuya dikir. Berovajî hevalê xwe ew evindarê Stenbolê bû.

Weke ku herdu naxwazin bi zimanê fermiyê wî bajerî bipeyivin bi bêdengî mil bi milê hev dimeşiyan.

Nûrsî carcarna li pirtûka di destê xwe temaşe dikir ku hilbijêreke ji gotarên “Cemaledîne Efxanî” bû û bi rûbergekî çermî ye stûr hatibû qilêf kirin.

Wirtewirtek ji zarê wî derket ku têgihiştina wê zehmet bû. Bo aliyê çepê zivirîn û li hember rezê dikanên qumşfirotinê bihurîn û gihiştin ser cadeya Dîwanê ya ku dişibî encûmena Imperatoriya Roma ya berê.

Cade bi çend koşk û avahî, baxên xemilandî û mizgefteke mezin bi dawî dibû. Komeke eskerên sûwar ku ber bi koşka sultan ve diçûn li kelêka wan derbaz bûn, bi nalîna lihev ketina sim û keviran re hem Tofîq beg ji nerîna daran, hem Nûrsî ji xeyalên çekirina zanîngehê derketin.

Di wan rojan de hejmara eskeran roj bi roj zêdetir dibû. Weke ku guhertineke mezin di rê de be hertişt di liv û lebatê de bû. Herdu bi nezma arama xwe di meşê de berdewam bûn. Tofîq beg weke ku dizanî Nûrsî di hizra çi daye got: “bawerim rojek dê were ku zanîngeha Zehra dê li hemû navçeyê deng vede û fêrxwaz ji hemû aliyên cîhanê dê berê xwe bidenê. Ev pirsgirêk derxistin di peşiya her karekî de heye, bi taybet ku niha rewş bi temamî aloze. Dem dibihure û tu jî digehî xewna xwe, ger temen derfetê bide rojekê dê werim serlêdana zanîngeha te”.

Nûrsî gavekî bêdeng bû, dizanî hevalê wî jiber ku xemgîn nebe wan gotinan bilêv dike. Wan hevdu nas dikir û sarezayê xewn û xeyalen hevdu bûn, dema ku bi hevre di hûcreyeke girtîgehê de bûn dostaniyeke bihêz di navbera wan de çebibû.

Nûrsî weke ku li ber xwe biaxive û Tofîq beg li vêdere nebe bi dengekî bi bawerî li pey hev diaxivî ”Zehra xewna mine, lazime Zehra awayekî din yê olnasiyê biafirîne. Çênabe weke heyî xwedenasî jibo zarokan bê şirove kirin. Ya ku ez dibînim ti peywendiyek bi ol û xwedenasiyê ve nîne. Xwedayê teala çend peyam bo min şandine û lazime ji gelê xwe re rabigehînim. Xwedê ez fêrî aramî û hezkirinê kirime. Ev yek hertim bi min raye. Lazime peyamên wî bi rekûpekî bigehijin gel û civakê, lazime Zehra bibe bilindgûya ku vê peyamê bigehîne guhê neviyan le Zehra hêdî hêdî dibe xewnek. Zilma wan xwedênenasan biqasî ku di hizra helên hespên xwe dane, ewqas di hizra vekirina zanîngehan de nînin”.

 

Nêzî Aya Sofiyayê bibûn, hevî bûn li hember mizgefta şîn nimêja êvarê bikin lê dema ewqas esker, hesp û erebaneyen tije çek û tifaqan dîtin Nûrisî got bi wî halî û bi hebûna wan re nikarim bi xwedê re bikevim nava peywendiyê.

Tofîq beg pêşniyar kir hevalê wi biçe odeya wî ya ku li pişt mizgefta Fatih û nêzî vê navçeyê bi kirê girtibû, lê Nûrsî nedixwest bi tenê be. Ewqas esker û nebûna hêvîyekî jibo vekirina zanîngeha Zehrayê dilê wî digivaşt û vegera bo odeyê ew xemgîntir dikir. Jiber vê dixwest tevî Tofîq beg heya bênderê biçe, di demeke nêz de gemî digehişt lazim bû Tofîq beg riyeke zêdetirî sê demjimêran bibire da bigehe girava Heybelî ya di nav behra Mermereyê de, li wê derê û di nava  bêdengiyeke arambexş de herdu kurên wî Nejad û Wîdad weke hemû rojan liser tepolkeke bilind a nezî lêvaren avê rûdinên û li benda vegera bavê xwe ne. ji dûrve her keştiya ku dibînin bi bez ber bi bêndere xwar dibin.

Hîra

Mijûlê çend qedehen bîre û qehweyan bûm ku Matîldaye bangî min kir û got Hîra li wire. Min zû destên xwe bi bilûzê liber xwe da zuha kirin û ber bi maseya wê ve çûm. Ji dema ku min ev dîtiye her li wê qûncikê û liser heman maseyê rûdinê. Ber bi aliyê wê ve diçim û ew weke hercar destê xwe dirêj û rûyê min maç dike.

Pozê min ji bêhna Şanêlê tije dibe. Ji makiyaja wê hez dikim, ti caran nahêle makiyaja zêde bedewiya wê ya xwzayî veşêre.

Jêre dibêjim demekî li benda min be her ku karên xwe bidawî dikim ji Matîldaya xwediya kar îzne dixwazim û dê bi hevre derdikevin. Cerdin vedigerim ba qap û qedehan û Hîraye bi qedeheke şeraba Italy bi tenê dihêlim. Hîra ji min hez dike û ez vê yekê dizanim, lê jibo gotina vê peyvê hê zûye. Me herduyan jî heya niha xwe ji bikaranîna vê peyvê parastiye.

Cara yekem min Hîra li wir dît, hin caran qehweyek yan bîreyeke sar vedixwar û carna jî çav li pitûken di nava (Café kitebe) de dixişand. Min berê tenê bixêrhatin û vexer lê dikir. Lê dema ku ji zare Matîlda û Lorenzo bihîstibû ku piraniya pitûken di Café kitêbê de yên minin û ji Başûrê Kurdistanê hatime û xewna rêwitiya rêyeke nediyar di serê min daye hewlên xwe nezîk kirina bo aliyê min bi aşkerahî di hels û keftên Hîrayê de diyar bûn.

Em bi riya pirtûkên diwana Nalî, Mewlana, Piremêrd, Xanî, Mehwî, Ebdulheq Hamîd û gelek pirtûkên din bûne niyas, lê jiyana min destpekê wisa cêgir nebibû. Çûna bo welatekî din berdewam di mejiyê min da bûye sedema piştkirina li her tiştekî ku min bi welatê min ve  girê bide.

Weke ku min bêwefayî li hember welatê xwe kiribe çi tehlî û nexweşiyên dinyayê hene min li wir dîtine. Qaçaxçî û rêberên rê ez kirime hekayît dest û dest kirin û sozên wan yen vala yek lîre jî di beriyên min de nehişt.

Êdî li bênder û parkan li ser kaxidan radizam, li rawistgehên trênê û li hember dikanen nêzî meydana navenda bajêr de roj li min hildihat. Hatina ciwanên weke min yên ji welatê xwe tûre û zîzbûyî bo wî welatî berdewam bû, dema dizanîn ez jî weke wan Kurd, bênewa û bê pere me hevkariya min dikrin. Nêzî şeş mehan bi wî awayî jîyam û amade nebûm cardin vegrim welêt.

Weke keştîvanekî serhişk ku guh nade tofan, sîpel û zivirkên bi xof yên behrê û liser riya xwe berdewam û bi îsrar bûm.

Ev mesele heya roja ku kurekî xelke Bedlîsê ku pê nexweş bû hevxwînekî wî liser cade û kolanan bimre ez bi Matîlda û Lorenzo dame nasandin. Wan hevjînen kal yên Italy ez hebandim. Ew misyonerên ola xirîstiyan û beriya Stenbolê li gelek welatên weke Hindîstan, Yemen, Cezayîr û Mengoliya jiyabûn. Heta demekê jî li giravên deryaya Başûr mabûn. Bi roj min paqijî û karên din dikrin û şeve jî li cafeyê radizam.

Jibo wî karî ewqas pere didan min ku bikarim pêdawistiyên xwe dabîn bikim. Hêdî hêdî dibûme kurê xewinbîn yê berê.

Naskirina Hîrayê û meşa me ya carcaran bo lêvaren Bosforê hîn hêvî di dilê min de şîn kiribû.

Hunermendek di hundirê Hîrayê daye lê hê riya xwe ya rast venedîtiye. Bi xwe wisa dihizire çiqas kevalên ku heya niha xêz kirine hewleke kêm û şikestxwarîne.

Bi portreyên ku nîşanî min dabûn ez sosretgirtî dikirim. Min gotinên wê derbarê xebatên xwe de weke xwe nazandina hunermendane şirove dikir.

Wê portreyên gelek hunermend,  nivîskar û şairên Kurd,  Tirk,  Rûs û welatên din xêz kiribû.

Ji navdarên kurda zêdetirî hemûyan kevalên Pîremêrdê şaer xêz kiribûn. Yek ji wêneyan yê dema ku Pîremêrd koleja Mafê qedandibû û bi kumekî Tirkî û simbêlên modela destpêka sedsala bîstan, awirên wî ber bi kamerayê liser kursiye rûniştiye û girnijînek liser levên wî cîh xweş kiriye.

Di kevaleke din da Pîremêrd liser “Girê Yarê” ye û amadekariya pêxistina agirê Newrozê dike, weke ku dilreqiya wan hemû salan tije bibin û ji şadiyê, geşbînî di çavên Hacî Tofîqê pîr de bi ronî diyare. Hîra bi pesindayînên min a ji kevalan dilgiran dibe, ew bawere lazime berhemên hunerî dûr û bêy amadebûna hunermendan bêne helsengandin.

Bi lezûbez Karên xwe bidawî dikim û ji Matîldayê xatir dixwazim. Lorenzo ne xuyaye dizanim ku weke her roj dîsa liser pirê qulaba xwe helwasiye nava avê û mijûlê masigirtinêye, di rastiyê de heya niha min nedîtibû yek masî jî bi qulaba wî ve ketibe.

Ji Matîldayê re dibêjim ku îşev venagerim, da deriyan dabixe û gilopan temirîne. Ev pîrejin bi min dilxweşe dizane ku îşev tevî Hîraye diçime mala wan û ew min bi malbata xwe dide nasandin û sûrprizek jî jibo min heye. Matîlda dizane ku em dê şeveke xweş li girava Heybeliyê bi hevre derbaz bikin.

Hîra min dibîne û ji kursiyê radibe lêborînê dixwazim ku gelek li benda min maye, ew dibêje hê zûye û dê bigehîne belema ku demjimêr çar bi rê dikeve. Bi hevre ji cafeyé derdikevîn û mil bi milê hev ber bi nêzîktirîn rawistgeha metroyê diçîn.

 

Gereka kurt a Bîst û penc salan

Ewqas jibo avabûna rojê nemabû ku herdu gihiştine bêndera Emînonu, bi bêdengî li birca Galata û tengeya Bosforê dinêrîn. Gemiya Tofîq beg hê negihiştibû, liser kevirên li lêvara avê rûniştibûn û bi bêdengî li haş û hoşa beleman dinêrîn. Hizra Silêmaniyê Tofîq beg xemgîn dikir, jiber vê dixwest tund bajêr di lepên xwe de bigre û cihê mala xwe ya rastîn bigire, cihê welatekî ku jibo gereka kurt a çend hefteyî jê derketibû û nedizanî zêdetirî bîst û pênc salan dê ev xurbet bidome. 

Tofiq beg jibo ku hest bi xerîbiye neke dest bi avakirina jiyaneka nû kiribû. Koleja mafê xwend û pileya Mîratiye wergirt, rojnameyek derxist, zewicî, bû xwedî zarok û aşiqê wî bajêrî bû.

Çû hecê û riyeke dirêj girte ber xwe, riyek ku ne di çûnê û ne di hatinê de bi ti awayî li Silêmaniyê nêz nebe. Ji Bakuyê bo Qezwînê û ji vêderê çû Mekeyê û venegerî zêda xwe.

Wefayiyê şaer li Hicazê sparte axê û girtigeha Sultan û komarê dît, lê dîsa jî venegeriya Silêmaniyê.

Ew hemû tişt weke rêze filimekî dihatine bîra wî, lê hê jî dilê wî li mala xwe ya li bêndera Heybeliyê û Nejad û Wîdadê kurên xwe xweş bû.

Bi hêvî bû rojnameyeke nû derbike, zarokên zêdetir û helbestên nû vehûne. Dema li heyva şikestî ya ber êvaran ku di sîpelên biçûk yên behrê de xuya bû dinêrî liber xwe digot: ” ev bajar çiqas bedewe!”.

Heya ku Nûrsî bi xemgînî negot: ”Le heyf ne welatê me Kurdane!” Tofîq beg nedizanî li kîdereye.

Gemî êdî gihiştibû, hevdu hembêz kirin û Tofîq beg baz da û bi ser ket, bêy ku awir vede û li paş xwe bizivire, çû beşa dawiya gemiyê û palê xwe da dîwarên dar yên belemê.

Nûrsî her liser kevirên li lêvarê rûniştibû,  heya ku keştî hêdî hêdî dûr ket û liber çavan wenda bû û êdî çavên wî di tarîtiyê de keştî nedidît.

Heyv jî êdî sîpel bi tenê hiştibûn û şewq venedida. Pirtûka “Cemaledîn Efxanî” hilgirt û ber bi bajêr ve bi rê ket. Nedizanî ku êdî cardin hevalê xwe nabîne.

 

Dûrgeha Heybelî

Tirên tije bibû û piraniya wan liser piyan, min bi destekî destgîra trênê û destê din di berîka min daye. Hîra li hemberî min bi destekî destgîra trênê û di destê wê yê din de canteyek heye.

Komeke kur û keçen Erebistana Siûdî bi hewaya azad serset bibûn, bi dengekî bilind dipeyivîn û dengê keniya wan digihişte refên din yên trênê.

Bi sekinîna trênê di her rawistgehekî de pêlek bi trênê diket û hercar ran, dest yan beşek ji laşê Hîrayê bi min diket, bêdeng digirnijî weke ku lêborine bixwaze.

Min dixwest bizanim Hîrayê li ser vê durgehê çi surprizek jibo min amade kiriye. Ji nişkave got: “ dizani Atîla Nejad mebesta min neviyê Tofîq bege! hê jî li vê durgehê dijî?”.

Min bi çavên beleboq û rûyekî tije pirs lê nihêrî. Ji nav canteya xwe rojnameyeke hejmar du derxist û nivîseke Atîla derbarê parastina şûnwarên dêrîn yên împratoriya Romanyayê li Tirkiye, nîşanî min da. Di wêneyî de Atîla ji xeynî pozeke mezin û xemgîniya çavan qet nedişibî Pîremêrd.

Dema Hîrayê rojname xiste nav canteya xwe min pirsa Wîdad jê kir, lê wê bi pirsekî bersiva min da:”derbarê wî de çi agahiyên te hene?”.

Min xwe lê nezîk kir û jêre got:”beriya ku biçe Hîndustanê û zimanê Sanskrît bixwîne li Silêmaniyê çûye cem bavê xwe, piştre çûye Bexdayê û ji vêderê bo Dehlî”.

Li rawistgeha ser erd de metro sekinî û Erebên Siûdî daketin.

Hirayê got: ”Li wêderê li Hîndistanê mir û gora wî li bajare(Gowa)ye”.

Em herdu bêdeng bûyin û me li tarîtiya nava tonelê dinerî. Li rawistgeha duyemîn daketîn û heya bênderê meşiyayin.

Salon ji gerokên biyanî tije bibû ku li benda derçûna keştiyan bo kome dûrgehên Şahzadeyan bûn.

Li pal diwarê salonê bi bêdengî li benda vekirina derwazeyan bûyin, jineke por reş a bejin zirav ku min nedikarî rûyê wê bibînim, palê xwe dabû dîwarekî û bi mobilê gotarek derbarê pirsa azadiya raderbirînê li Tirkiyeya nû de dixwend. Derî vebûn û ew jin ji xwendinê veqetiya, pêleke mirovan ber bi keştiya sê qat bi rê ketin. Piştî du caren fîtika agahdarkirinê keştî bi rê ket. Heta em gehiştin dûrgeha Heybeliyê, şêniyan xwarin jibo newresên ku li esman ketibûn pey me davêtin xwarê. 

Cara yekem bû ez pê bixime ser Heybeliyê. Li bênderê me riya serekî girte ber û ji kolaneke tije darên şîn çûyne hundir.

Hîrayê kilîlek ji canteya xwe derxist û deriyê vîllaya xwe ya xemilandî vekir. Dayika wê mijûlê avdana gulan bû, dema ez dîtim hate pêş, destê min givaşt û ez îkramî hundirê malê kirim. Dîtina wêneyê helawîstiyê Pîremêrd li odeya rûniştina mêvanan tiştekî ecêb nebû, jiber ku ev kalemêrê ku ber bi aliyê min ve dihat Atîla Nejad Tofîq bû. Heman zilamê ku Hîrayê di metroyê da wêneyê nivîsa wî nîşanî min da.

Atîla riya balkonê ya li pişta malê nîşanî min da û ez rênimunî vêderê kirim, maseyeke girowir û çar kursiyên ku berê wan li behrê lê bûn.

“Hîra keça min ji bo me şerabê bîne” Atîla bi rûxweşî wiha got. Ji vê bilindahiyê bênderek xuya bû ku belemek hêdî hêdî jê bi rê diket. Newres berdewam li esman difirîn.

Hertişt bedew bû. Dûrgeh û surprîza Hîrayê û girê aliyê rastê ku weke Brokliyeke kesik bû.

Ez di hizra Pîremêrd de niqum bibûm, nêzî sed salan beriya niha li cihê min yê niha, li heman dîmenî temaşe kiriye!

Atîla cardin ez anime dûrgehê:”Hîrayê ji min re gotîye tu dixwazî vir bicîh bihêlî, îcar ber bi kuve diçî genco?”.

Min dixwest bêjim êdî hizra çûnê nakim, lê bêy ku bersiva Atîla bidim bêhemd berê min kete ser girnijîna liser lêvên Hîrayê ku bi şeraba di destê xwe da ber bi aliyê me ve dihat.

 

Çavkanî: Bianet