Two foxses-Nature-Rewanbej
Çîroka du roviyan bû wêneyê salê

Dîmenê roviyekê ku roviyeke din dixwe xelata baştirîn wêneyê Lewarên Kuvî ya sala 2015’ê bidest xist.

Ew wêne ji aliyê wênegirê amatur, Donald Gutoski ji Canada yê hatiye kişandin ku laşê roviyeke spî di devê roviyeke sor de ye.

Gutoski ji BBC’ê re gotiye ew baştirîn wêneyê wî ye ku kişandiye.

Donald wêneyê ’’çîroka du roviyan’’ li Wapusk National Park, Cape Churchill, Manitoba, Canada yê kişandiye.

Hêjayî gotinêye zêdetirî 42 hezar wêne ji 100 welatên cîhanê di pêşbirka îsal a wêneyên xwezayê hatibûne şandin.

Pêşbirka bêhtirîn wêneyê Natur/xwezayê zêdetirî 50 salan e tê lidar xistin û xelat di 18 beşan de pêşkêşî baştirînan tê kirin.

Nûkirina Dawî : 15 Oct 2015 1:00

Beş: Ajel, Manşet, NÛÇE

Xwendin: 250


Leave a Reply