• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Civîna Neteweyên Yekgirtî ji Kurdan re çi dibêje?

Civîna Neteweyên Yekgirtî ji Kurdan re çi dibêje?


barkirin: Êlûn 28, 2015, 11:22
xwendin: 157


Cîhan bi leyistikê ve beramberî heve. Ez ne ku `teoriyeke komplo` vedibêjim. Hemî destkeftî, hemî delîl û berdest aşkere dikin ku DAÎŞ; pêngaveke leyistika kişik ya siyaseta cîhanê ye.

Em berî hertiştî ji civîna îro ya Neteweyên Yekgirtî destpê bikin.

Obama weha got; `Pêvajoya bihurînê, guhertinê bi Esad ve nabe. Divê Esab ji desthilatê bête xistin. Ji bo hêviyên mirovan ev yek pêwiste, ji bo rastiya deverê ev pêwiste, ji bo berjewendiyên Demokratî yê ev pêwiste. Nabe ku tund û tujiya heyî bibe para ola Îslamê`.

Obama aşkere helwestê Emerîka jî rave kir û got;
Esad diktator e. Lê belê piştî evqas xwîn rijiya divê tu kes ji me hêvî neke ku em vegerin rewşa berî şer.

Vê carê Civîna Neteweyên Yekgirtî di coyekî cûda de birêve çû. Hêzên mezin yên Cîhanê pêşî kevirên xwe danîne beramberî hev û wezîra li hev gef xwarin.

Piştî 10 salan Pûtîn cara yekem bû beşdarî civînê dibû. Pûtîn ji bo çarenivîsa leyistika kişik giringe. Ji ber ku kevirên reş ewe.

Pûtîn got; Yekane rêka rastteqîn ewe ku DAÎŞ bibin bikeve û berdewam kir.

Rûsya vekirî dijî terorîzmê ye. Li Sûrî derveyî Kurdan û Sûrî tu kes ji dil şerê DAÎŞ nake.

Berpirsê aloziya Sûrî ewin yên piştevaniya hêzên dijî rejîmê dikin. Dijberên Sûrî perwerde dikin, rex dikin û paşê jî tevlî DAÎŞ dibin.

Bala xwe baş bidin peyvên Pûtîn. Pûtîn ne tenê Serokê welatekî wekî Rûsya ye. Di heman demê de wezîrê aliyekî ji yê leyistikê ye. Peywendiyê Rûsya û Sûrî ne ji ber hevalbendiya salên bihurî ye lê belê çarenivîsa wan vê gavê heman berjewendiyan di meşîne. DAÎŞ belayeke wisane.

 

Û berdewam dike;
Ji bo çareseriya qeyrana Sûrî ne ji aliyê hêrsbûnan ve lê belê divê ji bo armancên hevbeş yekbûn çêbibe. DAÎŞ bi carekê re derneket. Ew li himber rejîmên nayêne xwestin wekî çekekî bikar anîn. DAÎŞ ne tenê metirsiye, di heman demê de naveroka Îslamê jî qirêj dike. Wekî demên berê dijî Hîtler bûyî divê em dijî terorê yekgirtinê pêk bînin.

Pûtîn firehbûna NATO jî rexne kir û got; Hevgirtina VARŞOVA tune, gelo çima NATO tê firehkirin?

Pûtîn amaje bi hizrê Emerîka kir û got;

Tu welat şêwazê pêşketinê nikare li ser welatên dîtir bisepênê. Şoreşên Demokratîk di domin, kesek ji xeletiyên xwe encam wernagre.

Xelaka dîtir ya giring rewşa Neteweyên Yekgirtî bû;

Cîhan her gav tê guhertin. NY jî divê li gorî vê guhertînê gav bavêje. Rûsya di vê rewşê de amadeye li gel şirokên xwe hevkariyê bike. Gaveka ku rewabûna Neteweyên Yekgirtî kêm bikê gelek metirsiye û dê bibe sedema aloziyê.

Di vê civînê de siyaseta cîhanê û hêzên mezin yên Cîhanê bi peyv û helwestên xwe aşkeretir bû.

 

Çîroka Rojhilata navîn û ya cîhanê wehaye;

DAÎŞ bi dizî an aşkere, bi raportên rojnamevana an jî bi delîlên berdest yên di torbenda de ji aliyê Rojava, Welatên Ewrûpa û Emerîka yê derketiye holê. Şerê rojhilata navîn şerê herdû aliyên kişike. Kevirên îro li Sûrî, Rojava, Iraq û Başûrê Kurdistan dilivin û têne bikaranîn dê çarenivîsa cîhanê ya pêş me jî diyar bikin. Berî neha jî min nivîsî bû, dikarim dubare bikim. DAÎŞ çeka serdemê ya herî pêşketiye da ku pergal û sîstem bêne têkbirin û desthilatî li ser bête kirin.
Îran û Rûsya vê leyistikê dibînin. Serketina DAÎŞ ê dê hemî welatên rojhilata navîn bixe bin xizmet û desthilata Emerîka. Ev pêngava leyistikê stratejiyeke demdirêj ya leyistikê ye. Gav bi gav pêşî welatên Rojhilata navîn, paşê deverên di jêr desta Ereban de deverên kedî nekirî, paşê welatên dîtir yên cîhanê wekî Ukrayna dê bibine armanca vê hêza Reş.

Her çend îro Kurd û Emerîka bi hevre di nava hevkariyê de xuyan bikin jî. Kurd divê vê yekê qet jibîr nekin ku Emerîka dostekî baş yê Emerîka ye. Mele Mistefa Barzanî beriya biçe ser dilovaniyê gelek çavliriya rayedarekî Emerîkî bû da ku kul û derdê welat û erda Kurdan jêre vebêje.

Beriya hingî jî şoreşa Kurdistanê bi birîna arîkariyê û pêkneanîna sozên Emerîka têk çû.

Di heman demêde Rûsya jî tu car nebûye dostê tevgera Kurdî. Vêya jî em dikarin pir hesan di azmûna tevgera Kurdî ya Mele Mistefa Barzanî de, di tekoşîna 40 salê dawî ya Bakurê Kurdistan de jî dibînin. Tu xêra Rusa jî bo Kurdan nebûye.

Di encam de DAÎŞ jî parçeyek ji vê projeyê ye û pêngaveke leyistika nexşandina Cîhanê ye.

Ji xwe kesên tevlî DAÎŞ dibin piraniya wan pêxasên Ewrûpa ne û terorîstên Çeçenistanê ne. Bi navê DAÎŞ ê ji bo Ukraîna jî ev kes û hêz têne amadekirin.

 

Tiştekî gelek balkêşe; Wezîrê derve yê kevin yê Emerîka û di heman demê de Serokê kevin yê CÎA Leon Panetta berî bi salekê van roja weha gotibû; Ji ber xeletiyên siyasî yên Obama yên Iraq û Sûrî şerê bi DAÎŞ ê re dê 30 salî dî berdewam bike.

 

Ji ber xeletiyane an stratejiyeke berfirehe, çi dibe bila bibe ji civîna îro ya NY yê jî aşkere bû ku hespên hêzên mezin li zozan û beriyên erda Kurdan dibezin û dê hîna demeke dirêj li ser vê erdê nexşên van hêza bêne pêkanîn.

Pêveker:

civîna neteweyên yekgirtî ji kurdan re çi dibêje