ISIS- Katyosha Makhmur- rewanbej
DAÎŞ’ê bi Katyoşayan Mexmûr hedef girt

Îro 22’ê Îlonê çekdarên Grûpa Dewleta Îslamî (DAÎŞ)ê cardin qeza Mexmûrê li Başûrê Kurdistanê bi çend katyoşayan hedef girtin.

Ligor zanyariyan di encama êrişê de heya niha tu zirar û ziyanên canî çênebûne. Herwiha bi destpêka demsala xwendinê, xwendingehên qezayê hatine çol kirin.

Di çend rojên borî de jî çekdarên DAÎŞ’ê bi çend katioşayan Qeza Mexmûrê hedef girtibûn.

Qeza Mexmûrê yek ji cihên stratejîke û ji ber nêzîkbûna li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê gelek caran rastî êrişên grûpa Dewleta îslamî (DAÎŞ)’ê tê.

 

Nûkirina Dawî : 22 Sep 2015 12:40

Xwendin: 156


Leave a Reply