• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
DAIŞ’ê vîdeoya kuştina Pêşmergeyan weşand

DAIŞ’ê vîdeoya kuştina Pêşmergeyan weşand


barkirin: Rezber 31, 2015, 10:21


Di vîdeoyeke nû de ku doh 31’ê Cotmehê ji aliyê Grûpa Dewleta Îslamî (DAIŞ)’ê ve hatiye weşandin çar pêşmergeyên dîl yên di destê vê grûpê de li ber çavê hev têne kuştin.

Di vîdeoya nû de çar çekdarên DAIŞ’ê hene ku yek ji wan bi Kurdî diaxive.

DAİŞ’ê ragihandiye ku kuştina wan Pêşmergeyên Kurd, di tol u bersiva oparasyona Hewîcê de ye ku Hêzên taybet yên Pêşmerge bi hevkariya grûpeke hêzên Amerîkayê 69 dîlên di destê DAIŞ’ê de azad kiribûn.

Heya niha nasnameya wan çar pêşmergeyan ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve nahatiye aşkera kirin.

dîtin: 180

Pêveker:

daiŞ