• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
DAÎŞ’ê Vîdeoya îdîaya kuştina Pêşmergeyên dîl weşand

DAÎŞ’ê Vîdeoya îdîaya kuştina Pêşmergeyên dîl weşand


barkirin: Rezber 1, 2015, 2:19


Grûpa Dewleta Îslamî (DAÎŞ)’ê li Wîlayeta Neynewayê, vîdeoyekî kuştina çend kesan weşand ku tê îdîa kirin Pêşmerge ne.

Ligor vîdeoyê ku di torbendên civakî de hatiye weşandin, deh kesên destgirêdayî ji aliyê çekdarên DAÎŞ’ê ve têne serjêkirin û tê îdîa kirin pêşmergeyên Kurd in.

Lê berovajî vîdeoyên ku berê ji aliyê Grûpa DAÎŞ’ê ve hatine weşandin, kesên dîl li ser xwe ne û haya wan ji xwe heye. Di vîdeoyê de yek ji kesên dîl duayan dixwîne û kesekî din jî şahidê tîne. Di vîdeoyên berê ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatine weşandin ji ber sar bûna kesên dîl, tê îdîa kirin ku DAÎŞ madeyên hişber dide wan.

Di vîdeoyê de yek ji çekdarên DAÎŞ’ê beriya kuştina wan kesên dîl, bi zimanê Kurdî peyameke bi gef dide malbatên wan kesan û Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û gefa dagîr kirina paytexta Herêma Kurdistanê, bajarê Hewlêrê dike.

dîtin: 213

Pêveker:

daÎŞ