DAÎŞê xwîna alîgirên hevpeymaniya opozîsyonê “helal kir”

Fermandarê leşkerî yê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li bajarê Bab ê ser bi parêzgeha Helebê ve Ebû Ebdilrehman el-Mesrî fetweyek derxist.
Li gor fetwayê her keskî piştgiriya rejîma Beşar Esed yan Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyonê bike dê serê wî bê jêkirin.
Malpera Zeman el-Wesel a opozîsyonê, El-Mesrî duh li mizgefteke bajarê Babê ew fetweya xwe ragihand û got “Her kesê bi yek gotinê jî piştgiriya Beşar Esed û hevpeymaniyê bike dê serê wî bê jêkirin”.
Bajarê Babê ku yek ji bajarekî mezin ê parêzgeha Helebê ye û gelek malbatên Kurd jî têde dijîn, di bin kontrola DAÎŞê de ye.
Li heman bajarî, desteya şereî jî heye ku girêdayî tevgera Ehrar el-Şam û Cebhet el-Nûsra ye, lê desthilata DAÎŞê li ser wê desteyê tune ye.
DAÎŞ û Cebhet el-Nûsra girêdayî rêxistina Qaîde ne û Amerîka navên wan xistiye nav lîsteya xwe ya “terorê”.