Davûtoglû El Nusra parast

Wezîrê Karê Derve ê Tirk Ehmed Davûtoglû têkildarî nûçeyên Eniya El Nesra ya girêdayî El Qaîdeyê li Sûriyeyê komkujiyan dike îdiakir ku, “Ji bo tekoşîna mafdar ya gelê Sûriyeyê reş bikin, propagandayek e.”
Wezîrê Karê Derve ê Tirk Ehmed Davûtoglû ku bi Wezîrê Derve ê Kanadayê John Baird li Stenbolê hevdîtinek ji çapemeniyê re girtî pêkanî, piştî hevdîtinê bi civînek hevpar ya çapemeniyê bersiva pirsan da.
Li gorî ajansa Anadoluyê, li ser pirsek ya têkildarî îdiaya li Sûriyeyê muxalif û El Nesra komkujî pêkanîne Davûtoglû ev bersiv da: “Ji bo tekoşîna mafdar ya gelê Sûriyeyê reş bikin, textîkek ya propagandayê ye. Li welatê me 500 hezar penaberên ji rejima Sûriyeyê reviyane. Em li dijî pêkanîn tund ên komên tunraw în. Dê rojeva bingehîn ya New Yorkê Sûriye be. Em dê di hevdîtinên bi serok dewletan re van mijaran bigirin dest.”
Davûtoglû yek ji sedemên zêdebûna tundiyê Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî (NY) nîşan da. Davûtoglû wiha axivî: “ Ji ber ku heya niha di Lijneya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de tu biryar derneketine, tundî zêdebûye. Eger LENY’ê biryarek daba, bertekek tund nîşan daba, 100 hezar birayên me ên mirîn dê niha jiyan kiriban. Dê Esad cesaret nekiriba sûc bike. Ev qinaet xelet e. Muxalefet jî di nav de dibêje Tirkiye şer dixwaze. Dema ku em niha civîna çapemeniyê çêdikin, bi deh hezaran kes ber bi sinorê me ve tên, ber bi sinorên cûda ve diçin. Gelek zarok sêwî man, bûjin man. Dibêjî qey şer nû çêbûye, herder tevlîhev kirin ev dibe hevkariya sûcê Esad. Em dê biberdewam ji bo ev hovîtiye raweste bang bikin. Dem hatiye ku ji vî şerî re bêjîn raweste.”
Komên girêdayî Artêşa Azad û El Qaîdê ji aliyê NY ve jî hatiye qebûl kirin ku li Sûriyeyê sûcê şer dikin. Têkildarî komkujiyan bê jimar vîdeo, wêne, şahidî û belge hene. Demek dirêje Tirkiye bi alîkarî dayîna komên El Qaîdeyê tê sûcdar kirin. Tê diyarkirin ku, endamên El Qaîdeyê li otelên Stenbolê ji aliyê komeleyên nêzî hikumetê ve têne mêvan kirin û piştre derbazî Sûriyeyê dibin. Komên girêdayî El Qaîdeyê ên li Til Xelef û Girê Spî (Til Ebiyed) ên cîranê Tirkiyeyê ne dimînin. Ji vir êrîşî kurdan dikin. Tê îdiakirin ku, ji vir bi tonan çeka didin komên çete, ten3e îro hate dîtin ku herî kêm 20 endamên El Qaîdeyê di bin çavdêriya leşkerên Tirk derbazî Sûriyeyê bûn. Li aliyê din jî piştî deriyê Serêkaniyê hate girtin eraziyê Midûriyeta Giştî ya Bikaranîna Çandinî ya Serêkaniya serxetê, ji bo rêxistinên weke Eniya El Nesra, Dewleta Îslamî ya Iraq/Şam derbazî Sûriye bibin têne bikaranîn û ANF’ê ev derxistibû holê.
firatnews