Daxuyanekî balkêş ji Rojava

Daxuyanekî balkêş ji Rojava

Partiya Demokrat a Kurd li Suriyê ( El Partî ) daxuyaniyekî balkêş da û got ; 2 Endamên me ji ber êşkenceya PYD lal bûne.

li gorî nûçeya Rûdawê Rêxistina Efrînê ya El Partî bi nivîskî daxuyaniyek daye û di daxuyaniyê de diyar kiriye ku PYD bi berdewamî endamên wan digre û êşkence dike. Tê diyarkirin ku li gorî daxuyaniyê di encama êrîş û êşkencekirina hêzên PYD de 2 endamên El Partî yên bi navê Siyamend Brahîm  Cêgir Hemo lal bûne.

hate diyarkirin ku di daxuyaniyê de hatiye derbirîn, El Partî bang li saziyên mafên mirovan yên Kurdan û yên Navnetewî dike û dixwaze wana biçin li herêmê pêşî  li erîş û çewisandinên PYD bigrin. Hate diyarkirin ku El Partî di daxuyaniya xwe de êrîşên ku rû dayî û êşkenceya hatî kirin şermezar dike û vê rewşê wekî binpêkirina mafên mirovan û yasayên navdewletî binav dike.

Li himber vê derbirîn û nêrînê hetanî neha ji PYD an jî hêzên ser bi PYD ve tu daxuyaniyekî fermî nehatiye dayin.

Diyare ku êdî Rojava ne tenê wekî textê kişikê yê cîhanê ye di heman demê de wekî textê kişikê yê hêzên Kurde jî û diyare ev pevçûn û pêşbirka hola agir dê xisarekî mezin bide gelê Kurd. Li himber vê daxuyaniyê çav li bersiva rayedarên PYD ne.

rewanbej.net