Daxuyaniya Cemil Bayik ji bo pêvajoyê û rêkên ku danî pêş Hikumeta Tirkiyê

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê helwesta xwe ya li pêşberî asta heyî ya pêvajoya çareseriyê bi deklarasyonekê aşkera kir. KCK’ê daxwazên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rêz kir û got, “Di rewşeke ku mafê jiyana demokratîk û azad nayê naskirin de, pêkanîna jiyana demokratîk û azad a bi vîn û hêza Kurdan, mafekî rewa ye. Di vê çarçoveyê de wê demeke têkoşînê ya nû ya piralî, destpê bike.”
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê sê daxwazên bingehîn ên Kurdan xist rêzê û got, “Heta ku ev her sê daxwazên bingehîn neyên bersivdandin, kes nikare behsa bidawîbûna asîmîlasyon û înkarê û qirkirina çandî bike. Di rewşeke bi vî rengî de encax behsa dewama înkar, asîmîlasyon û qirkirina çandî ya di şertên nû de bê kirin.”
KCK’ê da xuyakirin ku pêvajoya çareseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ji bo dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê şans û firsendeke dîrokî ye û got, “Lê belê bi xoyratî nêzî vê şansê dibin. Eger diyalektîk û pêwistiyên çareseriya pirsgirêka Kurd bicih neyên anîn, di helwesta îro de bê israrkirin yan jî bixwazin helwesta îro bi awayekî cuda bidomînin, tevgera me dê vê binirxîne, di çarçoveya xeta me ya teorîk û paradîgmaya me de, dê jiyana azad û demokratîk bi vîna xwe, hêza xwe û rê û rêbazên nû pêk bîne. Dewamî yan jî bidawîbûna agirbestê, rê û rêbazên ji niha û pê ve yên tevgera me, dê bi helwesta hikûmeta AKP û dewleta Tirk a rojên pêş ve girêdayî be.”
Deklarasyona KCK’ê wiha ye:
“Pirsgirêka Kurd, weke encama polîtîkaya Tirkkirinê ya dewleta Tirk, ku bi înkarkirina hebûna Kurdan û qirkirina çandî derket holê. Her dijderketina Kurdan a li vê polîtîkayê bi tundiyê hatiye eciqandin. Piştî ku Kurd hatin bêdengkirin û ketin rewşeke nikaribe li dij derkeve, bi polîtîkayên aborî, civakî û çandî re qirkiriya çandî hatiye zêdekirin. Di salên 1970’yî de ji bo Kurd katibin jiyana xwe dewam bikin, ji bilî Tirkbûyînê ti çare jê re nehatiye hiştin. Ji ber vê yekê rewşeke siyasî, civakî, aborî, çandî û psîkolojîk a ji Kurdbûyînê tê revandin, hatiye afirandin. Kurdayetî bi komkujiya spî re xistine pêvajoyeke tinebûnê.
’PKK LI DIJÎ TINEBÛNÊ HÊZA RAPERÎN Û TÊKOŞÎNÊ YE’
PKK, li dijî vê polîtîkaya qirkirina çandî ya Kurd bi tinebûnê re rû bi rû hiştiye, weke raperîn û hêza têkoşînê derketiye ser dika dîrokê. Di serî de ciwan tevahiya gelê Kurd di demeke kurt de PKK weke hêza rizgariyê ya li dijî mêtîngeriya qirkirina çandî pêşwazî kiriye. Dîtiye ku gotin, jiyan û pratîka PKK’ê yek û yekgirtî ye û li dora PKK’ê civiyaye. Beriya 12’ê Îlonê bûye tevgereke ku xwedî bi hezaran kadro û sempatîzan, bi sedhezaran alîgiran. Otorîteyên herêmî yên kevneşop ên bi delwetê re di nava nokeriyê de ne, bandora wan a li ser civakê şikiyan, lê bandor û baweriya gel a bi PKK’ê re zêde bû.
Mêtîngerên qirkirina çandî ku di bilindbûna tevgera demokrasî û şoreşgerî ya li Tirkiyê, bi taybetî jî di bilindbûna Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de dawiya xwe dîtin, di 12’ê Îlona 1980 de derbeyeke leşkerî ya faşîst pêk anîn. Bi vê derbeya leşkerî re xwestin koka PKK’ê tine bikin û hêviya azadiyê ya gelê Kurd ji bo careke din şîn nebe, di nava dîrokê de veşêrin. Kadro û sempatîzanên PKK’ê ne bi tenê li zîndanan dagirtin, di heman demê de tevahiya Kurdistan veguherandin zîndanekê. Li hemberî vê tevgera tinekirina kokê, kadro û sempatîzanên PKK’ê li zîndana li ber xwe dan, Rêberê PKK’ê û kadroyên wê jî li qada Rojhilata navîn di nava têkoşîna afirandina rêxistineke ku karibe di her şert û mercî de li ber xwe bide, debûn. Vê hewldana Rêber Apo û kadroyên PKK’ê û berxwedana li zîndanan veguherîn pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ku weke çar pênc eşqiya dihatin binavkirin, bi alîkariya gel re, her şêweyên êrîşên tinekirinê pûç kirin. Berxwedana gerîla di destpêka salên 1990 de, serhildanên gel ên weke şoreşa vejînê dihatin binavkirin, afirand. Yekbûna gerîla û serhildanên gel, tevgereke mezin a azadiyê derxist holê.
GERÎLA Û SERHILDANÊN GEL PIRSGIRÊKA KURD XIST ROJEVA TIRKIYÊ
Gerîla û serhildanên gel, di nava gelê Kurdistanê re rê li ber têgihiştina neteweyî û siyasî vekiriye. Bi tenê rastiyeke gel a li Kurdistanê ji bo azadiya xwe têdikoşe neafirandiye di heman demê de pirsgirêka Kurd xistiye rojeva Tirkiyê. Rastiya Kurd û daxwazên gel êdî ketine rewşeke welê ku êdî nayên veşartin û ser nikare were nixumandin. Pirsgirêka Kurd di nava rewşenbîr, civak û siyasetmedarên Tirkiyê de jî, bûye mijara nîqaşan.
Rêber Apo, piştî ku rastiya Kurdan û daxwazên wan xist rewşeke ku êdî nema kare bê înkarkirin, biryar da pirsgirêka jiyana demokratîk û azadiyê ya Kurdan, di nava sînorên Tirkiyê de çareser bike. Ji sala 1988’an û pê ve ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê bi rêbazên diyalog û siyasî, bang kiriye. Di sala 1993’an de Serokkomar Tûrgût Ozal fêm kir ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên leşkerî çareser nabe, ji Rêberê Gelê Kurd re peyamek şand û ragihand ku eger agirbest bibe, dê karibe bikeve nava lêgerîna çareseriya bi rêyên siyasî. Rêber Apo ji bo şansê bide rêya çareseriya siyasî di Adara sala 1993’an de bi awayekî yekalî agirbest îlan kir.
HEWLDANÊN YEKALÎ YÊN ÇARESERIYÊ HATIN PÛÇKIRIN
Lê belê Tûrgût Ozal ê peyam ji Rêber Apo re şand û xwest rêbaza çareseriya siyasî têxe dewrê, yekser ji aliyê hêzên di nava dewletê de yên çareseriyê naxwazin ve hat qetilkirin. Bi qetilkirina Tûrgût Ozal re, hewldana Rêber Apo ya ji bo çareseriya demokratîk bê encam ma. Piştî ku pêvajoya ji bo çareseriya siyasî bi qetilkirina Tûrgût Ozal re têk çû, salên bi şerê dijwar rû dan.
Rêber Apo, di Kanûna sala 1995’an de piştî ku Partiya Refahê bû hevkarê desthilatdariyê, li ser peyama ji Necmettîn Erbakan hat, ji nû ve agirbest bi yekalî îlan kir. Lê belê ji ber ku dewletê dest ji operasyonên xwe yên tinekirinê berneda, ev agirbest dirêj dewam nekir. Peyamên Necmettîn Erbakan ên dihatin şandin, her tim bi germî dihatin pêşwazîkirin. Her dem peyam hat dayîn, ku gav bê avêtin dê bersiveke erênî were dayîn. Lê dewleta kûr bi mûhtira 28’ê Sibatê re Erbakan bêbandor hişt.
Her çend dewleta Tirk di navbera salên 1997 û 1998’an de bi rêya hin navbeynkaran re peyam şand jî, bi komploya 9’ê Cotmehê ya sala 1998’an re diyar bû ku ev hemû hewldan ji bo mijûlkirin û hewldanên tinekirina Tevgera Azadiyê ne.
Li hemberî hêzên di nava dewletê de yên polîtîkaya şer her tim ferz dikirin, Rêber Apo ji bo rêyên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd her tim têxe rojevê bang kir. Axaftina wî ya 1’ê Îlona 1998’an û agirbesta hat îlankirin, nîşaneya berçav a vê yekê ye. Eger axaftina 1’ê Îlonê were lêkolînkirin, dê were dîtin ku Rêber Apo vîna çareseriya demokratîk hingî jî bi xurtî nîşan daye. Lê belê bi komployê bersiv ji agirbesta 1’ê Îlonê re hatiye dayîn.
Hêzên navneteweyî û nokerên wan ên li Tirkiyê, polîtîkayên çareseriyê yên Rêber Apo red kirine û ev komplo heta dîlgirtina Rêber Apo dewam kirine. Lê belê Rêber Apo, dît ku ev komplo feqek li hemberî Kukrd, Tirk, Ereb, Fars û hemû gelên herêmê ye û weke berpirsyariyekê hewl daye armancên vê komployê pûç bike. Agirbesta sala 1998’an bi biryara 2’ê Tebaxa 1999’an a li Îmraliyê ya ji bo vekişîna gerîla ji derveyî sînorê Tirkiye, derxistiye qonaxeke nû. Bi vî rengî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji dewleta Tirk re bingeheke girîng û firsendek pêşkêş kiriye. Lê belê dewleta Tirk vekişîn weke qelsiya PKK’ê nirxandiye û polîtîkaya xwe ya qirkirina çandî û înkarê dewam kiriye. Bi nêrîna ku PKK dikare were tinekirin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavek bi tenê jî nevaêtiye.
Ji ber ku di qirkirina çandî de israr hat kirin û ti gav nehat avêtin, Tevgera Azadiyê ya Kurd vekişîna gerîla rawestand, dawî li rewşa agirbestê anî û di 1’ê Hezîrana 2004’an de pêngaveke nû ya berxwedana gerîla da destpêkirin. Ji ber ku AKP piştî ku di Mijdara 2002’an de hat ser desthilatdariyê, bi ti awayî bersiv neda hişyariyên PKK’ê yên ji bo çareseriyê. Di ser de lîderê partiya desthilatdariyê Tayyîp Erdogan got, “Eger hûn nefikirin pirsgirêka Kurd jî çê nabe” û bi vî rengî nîşan da ku ewê polîtîkaya qirkirina çandî, înkar û tinekirinê ya klasîk, bidomîne.
Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an nîşan da ku PKK mîna desthilatdariya AKP yan jî dewlet difikire, ne qels e. AKP her çend bi bikaranîna hin siyasetmedarên Kurd re hewl da Tevgera Azadiyê ya Kurd perçe bike û qels bike, mîna hewldanên tasfiyekar-provokatîf ên li nava PKK’ê, ev hewldan jî bên encam man. Hikûmeta AKP li pêşberî berxwedana gerîla û serhildanên gel her diçû tengav dibû. Her çend Tevgera Azadiyê ya Kurd di sala 2005’an de agirbesteke dem kin îlan kir û hewl da bingeha çareseriyê biafirîne jî, hikûmeta AKP ji bilî çend gotinan ti gavên pratîkî neavêt.
Serhildanên di sala 2006’an de rû dan û berxwedana gerîla, AKP hîn bêtir tengav kir. Hikûmeta AKP’ê ya fikirî ku nikare li pêşberî van berxwedanan li ser piyan bimîne, navbeynkar şand û xwest agirbest were îlankirin. Rêberê Gelê Kurd bi nêrîna ku hin gavê bê avêtin, di 1’ê Cotmeha 2006’an de xwest agirbest were îlankirin. Lê belê ji agirbesta di 1’ê Cotmeha 2006’an de hat îlankirin re bersiveke erênî nehat dayîn. Di ser de jî hin hêzên kûr ên di nava dewletê de, hewl dan Rêberê Gelê Kurd bi jehrê bixin. Di Gulana 2007’an de Hikûmeta AKP’ê dît ku nikare hem PKK’ê hem jî burokrasiya leşkerî-sivîl îdare bike û bi mutabakata Dolmabahçeyê re di mijara tinekirina PKK’ê de bi Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Yaşar Buyukanit re li hev kir. Wergirtina AKP û Îslama siyasî li nava dewletê jî, di encama vê lihevkirinê de pêk hatiye.
Di encama vê lihevkirinê de AKP di hilbijartinên 22’ê Tîrmeha 2007’an de ji nû ve bû desthilatdar. Lingê derve yê vê konpsepta tinekirina PKK’ê jî hevdîtina Erdogan-Bûsh a 5’ê Mijdarê ye. Di vê rewşê de tevgera Zapê ya 2008’an ji ber ku têk çû hikûmeta AKP û burokasiya leşker-sivîl ji bo tinekirina PKK’ê konsepteke nû pejirandin. Li gorî vê konsepta navbera Îlker Başbûg û Serokwezîr Erdogan, ji bo tevgera tinekirina PKK’ê were xurtkirin, diviyabû di qada ziman û çandê de ku dewlet gelekî teşhîr bû hin guhertin û nermbûyîn bihata kirin. Ji ber vê yekê, mijarên mîna vebûna televîzyona Kurdî beriya hilbijartinên herêmî yên 29’ê Adara 2009’an hat rojevê.
Ev pêvajo di heman demê de pêvajoya meşandina hevdîtinên Oslo ye. Bi hevdîtinên Oslo re pevçûn rawestiyaye. Ji bilî çalakiyên bersivdayîna operasyonanan ên gerîla, çalakiyên gerîla daketiye asta herî nizm. Beriya hilbijartinên herêmî yên 29’ê Adarê, rewşeke bê çalakî derketiye holê ku dewleta Tirk jî bi awayekî vekirî li gorî wê tevgeriyaye.
Di hilbijartinên herêmî yên di vê demê de hatine kirin, tevgera demokratîk a Kurd bi serketineke mezin derketiye. Bi nêrîna ku ev serketina tevgera demokratîk a Kurd dê rê li ber çareseriya demokratîk veke KCK’ê di 13’ê Nîsanê de îlan kiriye ku rewşa bêşer dê dewam bike. Bersiva ji vê re di 14’ê Nîsanê de bi operasyonên qirkirina siyasî hatiye dayîn, li gel Şaredar, rêveberên bajar û navçeyan bi sedan siyasetmedarên Kurd hatin girtin û li zîndana hatin bicihkirin.
Tevgera Azadiyê ya Kurd li gel vê jî rewşa bê şert-agirbestê dewam kiriye, Rêber Apo jî ji bo çareseriyê Nexşeya Rê amade kiriye. Ji ber ku bersiveke erênî ji vê nexşeya Rê re nehat dayîn, ji bo diyarkirina polîtîka û niyeta dewleta Tirk Komên Aştiye hatin şandin. Bersiva ku ji vê re jî hat dayîn, zêdebûna girtinên qirkirina siyasî û operasyonên leşkerî bû.
Ji ber vê yekê di dawiya meha Gulana 2010’an de rewşa bêşer bi dawî bû û şer û tengezarî zêde bû. Hikûmeta AKP’ê beriya referandûma Îlona 2010’an serî li Rêber Apo da û agirbest xwest, tevgera me jî li ser daxwaza Rêber Apo di 13’ê Tebaxê de biryara agirbestê da. AKP’ê di vê rewşa bêşer de referandûma 12’ê Îlonê qezenç kiriye. Lê belê hikûmeta AKP’ê sozên daye bicih neaniye, êrîşên qirkirina siyasî û operasyonên leşkerî dewam kiriye. Li gel vê jî Rêber Apo ji tevgera me xwestiye heta hilbijartinên 12’ê Hezîrana 2011’an rewşa bê şer dewam bike. Di çarçoveya hevdîtinên Oslo yên 2011’an de Rêber Apo sê protokol amade kir û pêşkêşî hikûmetê kir. Lê belê ne bersiv ji van protokolan re hat dayîn, ne jî ji bo xebatên çareseriya demokratîk şert û mercên Rêber Apo hatin guhertin.
Li pêşberî vê rewşê KCD’ê, di 14’ê Tîrmehê de Xweseriya Demokratîk îlan kir û biryar da ku Kurd jiyana xwe ya azad û demokratîk ava bikin. Hikûmeta AKP’ê ya li pêşberî vê îlana xweseriya demokratîk gelekî bi hêrs bû, bersiva gerîla ya li operasyonan ku di heman rojê de pêk hat, ji xwe re kir bahane û operasyon û qirkirinên siyasî mezintir kir. Bi vî rengî şerê ku heta payza 2012’an dewam kir, bû dema şerê herî mezin û berfireh ê dîroka berxwedanê ya gerîla.
Hikûmeta AKP gihaşt wê baweriyê ku bi şerekî berfireh re dikare Tevgera Azadiyê ya Kurd biqedîne. Hin hêzên hundur û derve di vî warî de AKP teşwîk kirin. Lê belê ya ku di vê pêvajoyê de herî zêde zor û zehmetî kişand artêşa Tirk û hikûmeta AKP’ê bû. Rêber Apo gihaşt wê baweriyê ku hikûmeta AKP û dewleta Tirk fêm kirine ku pirsgirêka Kurd bi hêza leşkerî nayê tinekirin û di encama hevdîtinan de ji bo ji demokratîkbûyîna Tirkiyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re bingehekê biafirîne, ji gerîla xwest têkeve rewşeke bê pevçûn. Di 21’ê Adara 2013’an de ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd manîfestoya demokratîkbûyînê pêşkêş kir. Ev manîfestoya ku heyecan û coşeke mezin da hemû gelan û hêzên demokrasiyê, di heman demê de weke projeyek ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn cihê xwe di dîrokê de girt.
Di vê manîsfestoya Newroza 2013’an a Rêbertiyê de, li gel rewşa bêçalakiyê, vîna vekişîna gerîla jî nîşan da. Ji bo projeya demokratîkbûyînê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicih were anîn, Tevgera Azadiyê ya Kurd agirbest îlan kir, dîlên di destê xwe de serbest berda û dest bi vekişîna gerîla derveyî sînorê Tirkiyê kir. Tevgera Azadiyê ya Kurd di her du qonaxan de jî berpirsyariyên xwe bicih anî û nêzîkatiya ji bo çareseriya bi rêyên siyasî û demokratîk xist pratîkê. Lê belê AKP, weke hêza rêveber a dewleta pirsgirêka Kurd afirandiye, ti gav neavêtiye.
Eger were lêkolînkirin, li ti devera cîhanê ji bo çareseriya pirsgirêkên bi vî rengî gavên wiha yên yekalaî nehatine avêtin û nêzîkatiyeke ewçend maqûl nehatiye nîşandan. Di çarçoveya îdolojiya Rêber Apo û paradîgmaya nû de ev gav hatin avêtin û ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn a li ser bingeha biratiya gelan, bûye mînakek.
Ji bo afirandina rewşa têkoşîna siyasî, demokrasîk, îdeolojî û fikrê Rêber Apo di manîfestoyê de diyar kiriye, di gaveke qanûnî û pratîkî nehatiye avêtin û derfet ji Rêber Apo re nehatiye afirandin ku vê pêvajoyê baştir bimeşîne. Tevî ku leşkerên dîl hatin berdan jî girtiyên nexweş nehatin berdan û li zîndanan terkî mirinê hatin kirin. Bi hezaran girtiyên siyasî, bi dehan rojnamevan û parêzer li zîndanan her tên ragirtin.
Tevî ku Rêber Apo piştî hevdîtinan rewşa agirbestê afirand û rê li ber vekişîna gerîla vekir jî, navgînek ji bo şopandina vekişîn û gavên ji aliyê herdu aliyan ve werin avêtin, nehat avakirin. Bi taybetî hewl hatiye dayîn ku van gavên ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve hatine avêtin, neyên fermîkirin. Di her gavên ku îdîa dikin avêtine de gotineke Kurd jî dê re derbas nabe û bi vî rengî xwestine ti tiştekî der heqê pirsgirêka Kurd de nebe zelal û legal. Komîsyonên Mirovên Aqilmend ji aliyê dewletê ve hat avakirin û di ser de jî destûr ji komîsyonê re nehat dayîn ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.
Rewşa agirbestê, serbestberdana leşkeran û vekişîna gerîla bêwate mane. Mîna ku ev gavên hatine avêtin bê nirxin an jî ne girîngin, bêbersiv hatine hiştin. Di ser de jî weke firsendê lez dane çêkirina qereqolên nû û bendavên bi armancên leşkerî û qirkirina çandî. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide ka hikûmeta AKP û dewleta Tirk bi çi rengî nêzî pêvajoyê dibe.
Tevî ku di hevdîtinên li Îmraliyê re Rêber Apo da xuyakirin ku ji bo qonaxa duyemîn hikûmeta AKP berpirsyariyên xwe bicih neaniye jî, AKP mîna ku qet hevdîtin nebûye, ti gav neavêtiye. Dest ji watedayîna vekişînê berdein, qiymeta pêwîst nedane rewşa agirbestê jî. Zimanê Serokwezîr, Wezîr û Parlamenteran nîşan dide ku cidî nêzî pêvajoyê nabin. Mîna ku li holê pêvajoyek tineye û mûxatabê pêvajoyê tineye, tevgeriyane.
Tevgera Azadiyê ya Kurd ev helwesta bê cidiyet a AKP’ê nirxand û biryara rawestandina vekişîna gerîla da. Ev gava Tevgera Azadiyê ya Kurd, di rewşeke ku ji fedekariyên mezin ên bi yekalî hatine kirin re ti hurmet nayê nîşandan de, gelekî xwezayî û di cih de ye.
Gerîlayên tevgera azadiya kurd vekişîna xwe rawestandiye, hawira bêpevçûnê bi dawî nekiriye û ji bo avêtina pêngava demokratîk hişyarî kiriye. Lê heta ku helwestên gayrî cidî bidomin dê hawira bêpevçûnê jî cidiyeta xwe wenda bike.
Hikûmetê ev cidiyeta biryara rawestandina vekişîna gerîlayana a Tevgera Azadiya Kurd û hişyariya wan dîtiye lê ev hişyarî jî li gorî xwe kiriye rê.
Dewleta tirk berpirsyariya pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirinê nayne cih û çareseriya pirsgirêka kurd a Rêber Apo û Tevgera Azadiyê muxatab nagire û pêvajo ji serî de xitimand. Rêber Apo û tevger di vê rewşê de jî bi feraset û nêzîkatiya xwe ya berê tevgeriyaye. Ligel ku Rêber Apo diyar kir ku tu pakêt û û biryar bi hevre neyên girtin çareserî ne pêkane jî, hikûmetê li gorî xwe pakêt amade kir. Rêber Apo nêzîkatiya xwe ya erênî dîsa domandiye. Lê hikûmet AKP’ê hêj bersiveke erênî nedaye helwesta Rêber Apo.
Ligel ku Rêber Apo û Tevgerê got ev bi yek alî ne pêkane jî hikûmetê bi hefteyan da zanîn ku ew dê pakêtê vebike û pêvajo ku bi aliyan tê meşandin li pey xwe hiştiye. Pakêta xwe dîsa bi propangandaya xwe aşkerakiriye.
Pakêta hatiye aşkerakirin hêviyên kurdan û hemû hêzên demokrasiyê têk biriye. Xuyaye ku daxwazên kurdan neaniye cih. Rapora aqilmendan jî hatiye piştguhkirin. Di vê pakêtê de bihêlin çareseriya pirsgirêka kurd, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî tu tişt nehatiye kirin.
Di dewama deklerasyona KCK’ê de ev tişt hat gotin: “Bêguman ev pakêt ji aliyê raya giştî ve li ser esasên çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê hatibû destgirtin. Ji ber ku pêvajoyeke ku ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd û Serokariya wê ve hatibû destpêkirin hebû. Diviya ku pakêt jî ji ber pêdiviyên pêvajoyê pêşîlêvekirinên esasî yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bihundiranda. Lê pakêt ne bi armanca çareseriyê ji ber ku ji bo mijûlkirinê hatiye amadekirin ne tenê bi kurdan re bi derdorên ku bendewariyeke an a ji bo demokratîkbûnê hebû jî şikestineke çêkir. Bi vê pakêtê careke din derket holê ku ligel Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd ku li herêmeke ku zîhniyeta mezhebî û ferasetên nijadpereset gelan bi hev dide qirkirin de, nêzîkatiyeke çareseriyê ku wekheviya gelan, xweseriya hemû reng û dengan û azadiyê esas digite pêş xistin de, feraseta dewleta tirk û biryargirên siyasî bê asta înkargeriya wan û nijadperestiya wan çi qas e.”
KCK’ê di berdewamiya deklerasyona xwe de diyar kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke sedsalane û giran e. Li hemberî kurdan komkujiyên gelek mezin û polîtîkayeke qirkirina çandî ya domdar hatiye pêşxistin. Ev pêkanîn di van sih salên dawî de bûye sedema şerên dijwar ên ku bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane. Di encama şerê qirêj ê ku ji aliyê dewleta tirk we hat meşandin de texrîbatên pir giran ên ku buhayên wêb i madiyatê dikare were weziandin û wêraniyên mezin hatine jiyîn. Di vî şerî de kurd ji bo azadî û mafên demokratîk li ber xwe didan û têdikoşiyan dewleta tirk jî ji bo bigihîje armanca xwe ya qirkirina çandî ya ku sûcê mirovahiyê ye şerekî qirêj ê di dîrokê de kêm tê dîtin meşandiye. Her çend neyê qebûlkirin ku şerekî qirêj ê bi vî rengî hatiye meşandin jî raya giştî ya Tirkiyeyê her roja derbas dibe aliyekî v îşerî hîn dibe. Mirovên ji nav gel jî êdî bi gotina “li rojhilat tiştên xirab hatine kirin” vê rastiyê wekî ku qebûlkirine, tên xuyakirin.
Di daxuyaniyê de KCK’ê destnîşan kir ku pirsgirêka kurd bi pakêtên ku mijûlkirinê esas digire, wekî parçeyeke îmajê ya ji bo propogandaya hilbijartinê ye û bi hin gavên xapînok nayê çareserkirin û daxiyanî wiha berdewam kir: “Nêzîkatiyeke bi vî rengî ya ji bo pirsgirêkeke wiha giran û sedsalane bi gotina herî sivik li gelên Tirkiyeyê haqaret e. Gelên Tirkiyeyê û kurd li bendê ne ku ev pirsgirêk were çareserkirin. Gelê Tirkiyeyê û kurd ne ku AKP mijûl bike û heta hilbijartinan wê îdare bike piştgirî daye pêvajoyê ew ji bo ku Tirkiyey demokratîk bibe û pirsgirêk werin çaerserkirin piştgirî daye pêvajoyê.”
KCK di daxuyaniyê de bil êv kir ku pirsgirêka kurd ji ber ku hebûna kurdan tune hatiye hesibandin, îradeya kurdan nayê naskirin û muxatab nayên girtin derketiye holê û daxuyanî bi van gotinan dewam kir: “Lewre ev pirsgirêk dema ku hebûna kurdan bi fermî were qebûlkriin, îradea wan were naskirin û muxatab werin girtin çareser dibe. Heta ku feraseta kevin neyê terkandin kes nikare behsa veguherîna hişmendiyê bike. Lewre pirsgirêk jî çareser nabin. Heta ku derketina holê ya pirsgirêka kurd û çareseriya wê di vê çarçoveyê de neyê destgirtin çareserkirin jî ne pêkan e. Heta ku kurd wekî gelekî wekhev û birûmet neyê muxatabgirtin, heta ku îradeya gelê kurd neyê naskirin û rêz jê re neyê girtin hemû tiştên ku bên kin ji bilî ku bên wateya mijûlkirinê û xapandinê nayên tu wateyeke din.
KCK’ê di deklerasyona xwe de diyar kir ku hikûmeta AKP’ê feraseta xwe ya ku pirsgirêkê diafirîne ez kurdan nas nakin, her wiha ez zimanê kurdî wekî zimanekî fermî nabînim, tu kes kurdan temsîl nake dibêje û wiha pêde çû: “Yanî dibêje ez tu kesî, tu saziyî li ser navê kurdan muxatab nagirim. Ev nêzikatî bi tevahî pirsgirêka kurd dafirîne û dixwaze kurdan di qirkirina çandî re derbas bike. Kesên ku nêzîkatiyeke wane bi vî rengî hebe, dê pirsgirêka kurd çareser neke, divê gavên ku pirsgirêka kurd çareser dikin bên avêtin.”
KCK’ê di berdewama deklerasyona xwe de destnîşan kir ku pakêta ku ji hêla Serokwezîr Tayyîp Erdogan ve hatiye aşkerakirin, bi feraseteke ku pirsgirêka kurd biafirîne hatiye amadekirin û ev tişt hat gotin: “Wekî ku nêrînên aliyên demokratîk yên li Tirkiyeyê nehatine girtin, kurd wekî muxatab nehatine girtin û vîna wî nehatiye qebûlkirin ev pakêt hatiye amadekirin. Wateya vê jî, ez kurdan wekî gelekî cuda qebûl nakim û wekî nasname qebûlnakim e. Hê jî bi nêzikatiyeke ez ê metîngeriya qirkirina çandî li ser kurdan bidim meşandin û wan ji rastiya wan bidim durxistin kurdan digirin dest.”
KCK’ê diyar kir ku pirsgirêka kurd ev zîhniyet û nêzîkatî afirandiye. Ev zîhniyeta ku ev paket amadekiriye diyare ku nikare pirsgirêkan çareser bike. KCK’ê anî ziman ku ev paket ne ji bo çareserkirina pirgirêka kurde ev ji bo hinek armancên din hatiye amadekirin.
Deklerasyona KCK’ê wiha berdewam dike: “PKK, KCK û BDP her çiqasî ku nûneriya hemû kurdan nakin jî, lê belê nûneriya kurdên bi zanebûn û nûneriya kurdên ku daxwaza wan ya azadiyê heye dikin. Bi dehan sale rastiya vê yekê li qadan tê jiyan kirin. Ji ber vê yekê rastiyek heye ku Rêber Apo, PKK û BDP nûnertiya beşek mezin ya gelê kurd dikin. Ev yek rastiya ku dewlet raste rast û ne raste rast hevdîtinan bi van saziyan re dikeye. Ger ku çaresertî xwestin, divê ku rast nêzî vê yekê bibin. Ji bo wê jî nêzîkatiyên ku dibêjin emê PKK û KCK’ê tasfiye bikin û xwe ji pirsgirêkê xelas bikin ev yek nêzîkatiyekî pir ji rêzê ye.”
Deklerasyona KCK’ê de wiha tê gotin: “ Ev qasî salekê ye geşedanên li berçavên raya giştî pêk tên. Serokwezîr û hikûmeta AKP’ê heyet şandine Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîne. Encama vê yekê di raya giştî û cîhanê de tê dîtin ku pêvajoyek hatiye destpêkirin. Navê vê pêvajoyê bi xwe Serokwezîr û hikûmetê daniye. Divê ku bêzanîn ku ev tê wateya çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkbûnê. Ev pêvajo diyare ku ji du aliyan ve hatiye destpêkirin. Li tu derên cîhanê de ne hatiye dîtin ku pêvajoyek bi du aliyan neyê destpêkirin. Hertim muzakere û çareserî dinavbera du aliyan de pêk hatiye. Bi taybetî ev yek di çareserkirina pirsgirêka kurd de jî divê ku pêk were.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku aliyên kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muzakerevanê sereke îlan kirine û wiha hat gotin: “Di pirsgirêka kurd de muxatabnegirtina kurdan û di amadekirina pakêtê de liberçavnegirtina kurdan tê maneya qedandina pêvajoyê. Hikûmeta AKP’ê bi tasarrufên wiha yek alî pêvajoyê sabote kir. Ger qala pêvajo û çareserkirina pirsgirêka kurd bê kirin ev jî bi vîneke du alî, bi pêkhatina muzakere û mutebeqatan dibe. Li gorî vê yekê tevnegerandin pêvajoyê tunehesibandin e.”
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aliyê ku pêvajoyê daye dest pê kirine û daxuyanî wiha berdewam kir: “Rêber Apo di Newrozê de manîfestoyeke pêş xist û stratejîk nêzî wî bû. Ji aliyê raya giştî ve tê zanîn ku Rêber Apo ji bo rêveçûna pêvajoyê û di aliyê demokratîkbûna Tirkiyeyê de çi qas hesas û berpirsyar tevgeriyaye. Li hemberî nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê ku di tu mijaran de berpirsyariyên xwe neanî cih, Rêber Apo û Tevgera me ya Azadiyê ji bo rêveçûna pêvajoyê ku gav bi hikûmetê bide avêtin her tim bi awayeke bisebr û maqul sekiniye. Em wekî tevgerekî di pirsgirêkeke wiha de çi fedakariyên ku pêwîstkirin di asta herî jor de me hemû anî cih û vîna çêkirina wî j îme raxist ber çavan. Lê belê dewleta tirk bi nêzîkatiyeke ku kurdan cidî nagire tevgeriya û ji bo rêveçûna pêvajoyê jî gavan neavêt û pêvajoyê xitimand.”
Tevgera azadiyê 9 caran agirbest îlan kir û ji bo çareseriya demokrastîk zemîn ava kir. Lê ev agirbest bi nêzîkatiya çareseriyê li ber çavan nehatiye girtin û mixabin ji tasfiyê wek derfet hatiye dîtin û hatiye hebakirin. Ev saleke Rêber Apo agirbest îlan kir lê tu kesî nêzîkatiyek cuda nîşan nedaye. Bê guman em nekarin bêjin agirbestê ji bo çareseriyê û demokratîkbûnê qezenc naniye. Ev rastiye ku lêgerîn û têkoşîna tevgera azadiya kurd ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gelek girînge. Ji ber ku ji bo encamên çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê tiştên girîng neafirî, zemîna pevçûnan ji holê ranebûye û pevçûnan hate roja îro berdewam kiriye.
Bi salene bi dewleta tirk re hevdîtin têkirin. Tevgera Azadiya Kurd ligel ku dizanibû AKP’ê ji bo mijulkirinê û demê qezenc bike, hevdîtina pêk tîne, bi fikra ku dê nêrîna wan biguhere ev nekiriye pirsgirêk. Li niha em dibînin ku hevîdîtin hêj wek mijulkirinê tê diîtin û neçareseriyê kurtir dikin. AKP ligel ku dibîne Ocalan û tevgera kurd cidî nêz dibe jî, hevdîtinên Îmraliyê wekê ku ji xwe re demê qezenc bike dibîne û cidî nêzî pirsgirêkê nabe. Ji ber vê jî ev hevdîtin û nîqaş projeya çareseriyê dananîn holê. AKP van hevdîtinan wek amûra tasfiyê dibîne. Ne tenê hevdîtinên bi Rêber Apo re, hevdîtinên bi tevgera siyasî ya kurd re têkirin jî bi vê zîhniyetê tê kirin.
Dewleta tirk rast nêzî pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin nabe û polîtîkayeke wan ya çareseriyê nîne. Bi dijminahiya li dijî Rojava jî ev nîşan daye. Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bêpevçûn didome û li Rojava jî bi destê Tirkiyê şer tê meşandin. Ev tê wateya sobtekirinê. Li Rojava li ser gelê kurd polîtîkayên qirkirinê tê meşandin. Ji bo gel mafê xwe bidest nexe dikeve nava her îtîfaqa qirêj.
Tirkiye bi nêzîkaitya xwe ya li Bakur, nêzî Rojava dibe. Helwesta xwe li du parçeyên Kurdistanê dide meşandin. Ji ber vê jî yek şaş yek rast nabe. Ji ber vê jî dema mirov li helwesta hikûmeta tirk a li Rojava binêrin, mirov rastiyê dibînin. Ji ber polîtîkaya
Tirkiyeyê ne li ser Sûriyeyê li ser Kurdane. Ji ber ku ger Gelê Rojava mafê xwe qezenc bike dê raste rast bandorê li ser Bakur jî bike.
Ger mirov behsa çareseriyekê bike divê mirov di serî de zîhniyetê biguhere. Ji bo vê divê mirov kurdan muxatab bigirin. Şert û mercên çareseriya pirsgirêka kurd hene. Di vê esasê de heta ku daxwaz neyên cih ev tu wateyê nade.
Ev daxwazên sereke, parlamenter û şert diyarin. Ev ji hev nayê veqetandin. Ev hemû yekin.
Ya yekemîn: Divê nasname, hebûn, çanda wan bikeve bin ewlehiyê. Divê azadiya nasname û rêxistinbûnê bê dayîn.
Ya duyemîn:Divê civaka kurdan bê qebûlkirin, xweseriya wan bê qebûlkirin.
Ya sêyemîn: Divê mafê wan yê perwerdehiya ziman bê dayîn.
Ev her sê daxwaz, yên sereke. Heta ev daxwaz neyên cih, mirov nekarin behsa tunebûna înkar û asîmilayonê bikin. Ev her sê daxwaz ancak bi makeqanûnek dmeokratîk pêkane. Ger yek tune yên din wateya wan tune. Hebûna kurdan bi van hersê hêmayan mumkune. Ev bi nîqaş, muzakere û mutabikan diyar dibin. Heta kurd muxatab neyê girtin bi nûnerên wan re muzakere neyê kirin, ne mumkune ev maf bên dayîn. Ji ber ku naskirina îradeya siyasî û muxatab girtin, tê wateya ku zîhniyet guheriye.
Heta kurd muxatab neyên girtin, îrade neyê naskirin, muzakere neyê kirin ev pirsgirêk nayê çareserkirin û ev tê wateya xapandinê.
Em wek tevgera azadiya kurd ligel çareseriya siyasî ya demokratîkin. Her tim terciha me wisa bû. Rêber Apo ev 20 sale ji bo vê têkoşînê dide. Rêber Apo dîsa di Newroza îlsal de xebata xwe ya wek manîfestoyê danî holê. Ji ber vê jî Tevgera Azadiya kurd ligel aştiyê ye.
Tevgera me muzakreyê îro jî tercih dike. Ji ber vê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê vê rêya makul tercîh dike. Ev ji bo dewleta tirk û hikûmetê şanseke. Heta niha bi hovane nêzî pirsgirêkê bûne. Ger Rêber Apo û Azadiya tevgerê muxatab bê girtin û sererastkirina qanûnî bê kirin em jî wek tevger tiştên bikeve ser milê emê bikin. Ev heta niha jî wisa bû.
Lê ger di vê helwetê de israr bê kirin, tevgera me jî dê vê rewşê binirxîne û li gorî vê rê û rêbazên nû têxe dewrê. Di vê çarçoveyê de dê pêvajoyeke nû ya pir alî bê destpêkirin.
Çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna tirkiyeyê bi têkoşînê pêkane. Ocalan di Newrozê de bang kir. Lê hikûmeta Tirk tu pêngav navêt. Hemû derfet heba kir. Ji ber vê em bang li hemû hêzên demokrastiyê dikin ku dikevin nava têkoşîneke pir alî.
Em bang li hemû mirovên demokrat û hêzên berpirsyar dikin ku ji bo çareseriya pirsgirêkê û demokratîkbûna Tirkiyeyê bikevin nava hewldanan.
Jêder: ANF