Daxwaza serbestberdana parlamenterên Kurd dîsa nehate qebûl kirin

Daxwaza serbestberdana parlamenterên Kurd dîsa nehate qebûl kirin

Li ser îtîraza parezeran dozger ji bo parlamenterên BDP’e Faysal Sariyildiz, Selma Irmak û Parlamenterê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş bên berdan serî li dadgeha bilind dan. Lê daxwaza dozgeran hat redkirin.

Piştî parlamenterê CHP’ê yê Îzmirê Mustafa Balbay ji aliyê AYM’ê ve hat berdan, parêzer û dozgeran jî xwestibûn parlamenterên BDP’ê serbest bên berdan. Lê 5-6’emîn Dadgeha Cezayên Giran ên Amadê daxwaz red kiribûn. Li ser îtîraza parêzeran dozgeran serî li 4’emîn Dadgeha Cezayan dabû. Dozgeran der barê parlamenterên BDP’e Faysal Sariyildiz, Selma Irmak û Parlamenterê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş de daxwaza taliyê kir. 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê serlêdana dozgeran a ji bo berdana parlamenetran red kir.