Dazanîna PYD li ser rewşa bûyerên Amûdê

Dazanîna PYD li ser rewşa bûyerên Amûdê

Serokê PYDê Salih Muslim, bûyerên bajarên Amûdê û Qamişlo yên rojavayê Kurdistanê wek “komplo” bi nav kir û bang li hêzên kurdî kir ku pêkve encamderên wê komployê eşkere bikin.

Serokê PYDê Salih Muslim, bi rêka telefonê beşdarî bûltena nûçeyan a Rûdawê bû û li ser bûyerên duh şev ên Amûdê û Qamişlo axivî.

Muslim, bûyerên han şermezar kir û diyar kir ku eger kêmasiyek hebe jî bila hemû partiyên kurdî li hev bicivin û vê kêmasiyê û encamderên wan êrişan eşkere bikin û hesab jê bixwazin.

Rûdaw