Dê Bilind Bibe Ala Serxwebûna Te | Helbest | Demhat Dêrikî

Madem
dengin hene
di gola xwînê de
ji bo te dibêjin belê,
madem henase hene
darbest li mil kirine
di nav rondikên hesretê de
ji bo te dibêjin belê,
madem dengê meşan hene
li ser pizotên agir dimeşin
û ji bo te dibêjin belê
dê bilindbe
ala serxwebûna te welato!