Demîrtaş Berbijarê Îradê ye

Demîrtaş Berbijarê Îradê ye

 

Tirkiyê dixwest HDP'ê bişkîne, bi hezaran endamên wê tevî Demîrtaş, dehan parlemanter û bi sedan Serok Şarevanî girtin û li şûna wan cêgir û qeyumên hestî giran danîn ku bû sedema tûrebûna gel li hember dewleta faşîst, serok şarevaniyek ku bi dengên gel çûye ser kursiyê û bi qereqoş û qamçiyê bê ladan û bikeve nav girtîgehê, di heman demê de qeyumek li cihê wan bê ferz kirin di ferhenga kîjan dewleta demokrat û medenî de cîh digre? 

Bi siyaseteke wiha re ne tenê Demîrtaş û partiya wî mezintir û sembolîktir bûn, bûne dînamîzma îrade û modeleke nû ya aştiyê jî, di heman demê da bûne cihê baweriwaye jî. 
Demîrtaş nûtirîn modelê li hember faşîzm û xewna selefiyeta Osmaniya Erdogan ji girtîgehê manîfesto dike. 
Serokkomarekî weke Erdogan tê û fîgereke weke Demîrtaş xiste girtîgehê da bi hizra xwe wî heta heta ji liv û lebat û çalakiya siyasî dûr bixe, niha Demîrtaş ne tenê ji çalakiyê bi dûr neketiye, bûye seretopa çalaktirîn bikerê siyasiyê rikeberiya serokkomariyê. 
Ev yek li aliyekî nîşandana hêza veşartiya fikr û sîstema parêznameya Ocalan li Îmraliyê, weke wergera modernîteya demokratîk û stratejiyek jibo çespandina xweseriya demokratîke, ev xal ger bê encam jî be jibo kurdên Bakur ruheke berevanî û mezine. 
Mîna têkşikandina tirs û xof û şîşkên girtîgehên dewleta fasîstî û Ergenekona oliye, ev yek derxerê tiştekî bi navê baweriyêye. 

D.O