Demirtaş: Ewên ku gorên me bişkînin emê jî serê wan bişkînin

Demirtaş: Ewên ku gorên me bişkînin emê jî serê wan bişkînin

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li hemberî êrîşa li dijî goristana geralayên PKK’ê ya li çiyayê Bagokê nerazîbûneke tund nîşan da û got, “Xerakirina gorên zarokên vî gelî, sedema raperînê ye. Ez ji vê derê bi awayekî zelal bang li gelê me dikim; gor pîroz in. Ewên ku destdirêjiya tirban kirine emê jî serê wan bişkînin. Bila partiya me û gelên me helwesta xwe ya pêwîst nîşan bide. Ti eleqeya vê bi pêvajoyê re nîne.”

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, piştî civîna digel Hevseroka PYD’ê Asya Abdûllah, bersiv da pirsên rojnamevanan. Demîrtaş der barê xerakirina goristana gerîlayên PKK’ê ya bi navê ’Egîd Sûrûç’ ya li çiyayê Bagokê ku 34 gerîlayên PKK li vê goristanê ye, nerazîbûnek tund nîşan da. Demirtaş bi bîrxist ku ev goristan ji aliyê leşkeran hatiye xirakirin û got, “Tê gotin ku cenazeyek jî derxistine û birine. Dibe ku provokasyonên li hemberî pêvajoyê çareseriyê derkevin holê, lê belê li tu devera cîhanê êrîşeke li hemberî goran exlaqî nehatiye dîtin. Di tevahiya dîroka mirovahiyê de ev weha bû. Xerakirina gorên zarokên gelekî, ji bo serhildanê sedemeke.”

Demirtaş got: ’Ez ji vê derê bang li gelê me dikim, ji bo endamên partiyê jî dibêjim ku gorên me pîrozin. Ewên ku destdirêjiya gorên me kirine emê jî serê wan bişkînin. Ez vê aşkere û zelal dibêjim.’

Demîrtaş diyar kir ku divê hikûmet der heqê ew berpirsyarên goristan xerakirine de lêpirsînê veke û got, “Emê bişopînin, ka Wezareta Karên Hundur, Walîtiya Mêrdînê der heqê leşkerên ev gor xerakirine de lêpirsînê veke yan na. Vana dê aqûbeta pêvajoyê diyar bikin. Ez ji vê derê bang li gelê me dikim û weke fermaneke vekirî ji endamên partiya me re dibêjim; Gor pîroz in. Yên ku gor xerakirine, yên ku kevirên goran şikandine hûn jî serê wan bişkînin. Tu eleqeya vê bi pêvajoyê re tineye.”