Demîrtaş ji Erdogan re çi got

Demîrtaş ji Erdogan re çi got

Êdî demokrasiya Tirkiyê wiha lê hat, 1’ê Mijdarê hilbijartina parlemenoyê birêve diçe, îcar ka binêrîn Tayîp Erdogan bi ser dikeve û xewna wî bicîh tê? di rewşekê de ku Ebdlah Gul ku nêzîktirîn kesê wî bû, ew aciz kir û çend roj berê serdana Demîratş û partiya wî, HDP’ê kir, gelo ev yek tiştekî nû û erdhejek ji bo sultanîzma Erdogan e?

Selahedîn Demîrtaş çend roj berê ragihand, piştî hilbijartinê hazirin bi ’’AKP û Erdogan’’ re hikûmetê pêk bînin. Ev nêrîna nû a medeniyane, peyameke siyasî û jîrane ji bo nêhîştina tirs û dudiliya dengderên HDP’ê ye, ku bê tirs biçine ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bikar bînin.

Hefteya borî jî KCK’ê ango PKK’ê di daxuyaniyekê de bêçalakî ragidhandibû û peyama xwe da, û bi wî awayî ji raya giştî re ragihandin yên ku şer dixwazin ne ew in!

Xuyaye tevgera Kurdî baş fêrî siyasetê bûne, yek bi çalakiyên medenî, yek jî bi peyama aştiyê bêhna Erdogan çik kirine.

Erdoganê xwedî vîna milîtarîzmê, ku îcar jî bi oparasyonên hovane û tije xwîn dixwest Kurdên Bakurê Kurdistanê neçarî şerekî wiha bike ku demokrasî û hilbijartin ji bîra wan biçe. Lê Demîrtaş û tevgera Kurdî êdî dizanin çi bikin!

Bêguman ger darbeya hilbijartinê çênebe û sextekarî çênebin, îcar jî HDP benda hilbijartinê dişkîne û bi ser dikeve…

Li bendê bin.