Denise Natalie - Rewanbej
Denise Natali: Tirkiyê nehişt çek bigehin Pêşmergeyan

Di semînarekê de ku (14ê Îlonê) li bajarê Hewlêrê, ji bo lêkoler li Peymangeha Lêkolînên Stratejî yên Netewî ya Amereîkayê(INSS), Denise Natali bal kişande ser nihêniya neşandina raste rast a çekan bo hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û çend pirsên din.

Semînar ji aliyê Dezgeha Stander û Stopê yên ji bo nehîştina gendeliyê li Herêma Kurdistanê li jêr navê ” Herêma Kurdistanê û guhertinên Rojhikata Navîn û berbestên heyî” ji bo Natali hatibû saz kirin.

Di semînarê de Natali got, sedema serekî ya neşandina çekan bi awayekî raste rast bo hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê, lobiya bi hêz a AKP li cîhanê bû û ev yek sedema sernekeftina projeyê bû.

Piştî şerê DAÎŞê û serkeftina hêzên Pêşmerge li hember vê grûpê, behsa şandina çek û cebilxaneyan bo Hêzên pêşmerge ji aliyê Amerîka û welatên rojavayî di rojevê de bû.

Medyayên başûrê Kurdistanê sedema neşandina raste rast a çekan bo hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, rêgiriya Hikûmeta Navendî ya Îraqê diyar kiribûn.

Denise Natalî ji sala 2006- 2010 ê li zanîngehên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê li bajarê Silêmaniyê mamostetî kiriye, niha jî di Peymangeha Lêkolînên Stratejî yên Netewî ya Amereîkayê ku girêdayî Pentagonê ye de kar dike.

 

Beşek ji axiftinên Natali:

– Darêştina siyasî û peywendiyê Amerîkayê li gor pirensîbên exlaqî nînin. Belkî tenê berjewendiyên taybet bi xwe tevdigere. Vê yekê medyayên rojavayî û Amerîkayê jî perîşan kiriye.

– Firotina petrola Herêma Kurdistanê ji aliyên karbidestên Herêmê ve ji dema destpêkê heya niha şaşiyeke mezine. Herwiha zelal nebûna datayên firotina petrolê û diyarkirina stratejiya vê xwedî paşerojeke ne zelal e.

– Karê Amerîkayê ev nîne ji bo netewan dewletên ava bike, ev yek vedigere ser kar û xebata aliyên ku jib o vê proseyê kar dikin. Amerîka piştre biryarê li ser peywendiyên xwe bi wan dewletan re dide.

– Herêma Kurdistanê di warê çêkirina lobiyan de serkeftî nebûye û tevî ku pereyekî zêde jêre tê serif kirin lê li welatekî weke Amerîkayê  lobiyên weke Îraq, Tirk û welatên din bihêztirin.

– Ji xeynî nerazîbûna tund a welatên Îraq , Îranê, Amerîka jî ji ber hevpeymaniya bi Tirkiyê re li dijî çêbûna dewleteke serbixwe ya Kurdî ye.

– Amerîka bi tu awayî xwe têkildarî pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û pirsgirêka Serokatiya Herêma Kurdistanê nake û di v3e baweriyê de ye ev yek pirsgirêk û karekî navxweyî ye.

– Nexşeyên siyasî yên Kurdistan û Rojhilata Navîn hatine guhertin û di demeke nêz de aşkera dibe, li Kurdistanê jî hevrikiyeke siyasî ya bihêz heye û ev yek ji dabeş bûna grûpên siyasî diyare.

 

 

,

 

Nûkirina Dawî : 14 Sep 2015 23:03

Xwendin: 109


Leave a Reply