Derbarê me de

Malpera Rewanbej.net; malpera Çandî, hunerî, wêjeyî, zanistî, civakî û nûçevaniyê ya Kurdî ye. Toreke medyayîye û Di sala 2003 yê de bi navê Gelavej hate avakirin. Malpera Gelavej di sala 2010 an de navê xwe guhert û bû malpera rewanbej.com 
Malpera Rewanbêj bi nivîskarên xwe yên hilbijartî, bi karmendên xwe yên zîrek hetanî sala 2016 ê bi bê navber karên xwe domandin. Wekî malpereke nivîskara, pexşan û gotaran xwe gihande asteka berkeftî. Di warê nûçeyan de jî di nava malperên hilbijarde yên nûçeyan de cihê xwe girt. Bi gotarên wergerê yên zanistî, bi lêkolînên felsefî û gelik mijarên dîtir ve malpera Rewanbêj ji bo pêşxistina hizir û têgihiştina rast ya hişekî vekirî û xizmeta zimanê Kurdî karên xwe berdewam kirin. 
Di sala 2016 ê de malper bi rêvebirî û rûsazê xwe ve hate nûkirin. Ji ber vê yekê nêzîkî saleke navber da weşana xwe. 
Di sala 2017 ê Rewanbêj bê pergala xwe ya nû bi rûyê xwe yê nû, bi awayekî nû dest bi karê xwe kir. 

Xwediyê Rewanbej.net kî ye?

Malpera Gelavej.com di sala 2003 yê de ji aliyê Agirî Soran ve hate avakirin. Di sala 2010 ê de piştî bû rewanbej wê demê jî Komek bi navê Hêvî Group hate avakirin û karê Rewanbej.com jî wekî KurdFM wekî Kurdhosting û gelik projeyên dî di bîn sîbera Hêvî Group de hate meşandin. 
Di pêşdebirina karên Rewanbêj û bi giştî yê Hêvî Group de, Xêro Mîrza, Zeyat Brusk, Suheyl Hajî, Ahmed Yilmaz kedeke hêja dan û rewanbej bi keda xwe mezin kirin. 
Malpera Rewanbej.com sal 2015 ê biryar da, gotarên nivîskarên xwe bike pirtûk û pirtûka yekem ya Çiya Mazî bi piştevaniya rewanbej.com hate çapkirin. Ev biryar jî dê berdewam be û nivîsên nivîskarên Rewanbêj wekî pirtûk bêne çapkirin. 
Wekî dîtir jî her nivîskarê Rewanbêj xwediyê Rewanbêje, her kesê bixwaze xwedî lê derkeve di warê teknîkî, piştevanî û rêvebirin de dikare vêya pêk bîne. 

Di warê teknîkî de Rewanbej.net

Malpera Rewanbêj dema bi navê gelavej karê xwe dimeşand malper ji aliyê komek bernameger bi perê xwe hate çêkirin. Piştî sala 2010 ê Endamek ji yê Hêvî Group ê Xêro Mîrza Rewanbêj ava kir. Di warê teknîkî de li gel hemî karên Hêvî Group, Rewanbêj jî bi kar û keda Xêro Mîrza hate sazkirin. 

Di sala 2017 ê de Ji aliyê Xêro Mîrza ve tevayî bingehê Rewanbêj hate nûkirin û bi kodên wî bi xwe ve rewanbej ji nû ve hate sazkirin. Malpera Rewanbêj ne sîstem an ku pergaleke bi teknîka xwe ve giştî ye, bi taybet hatiye bernamekirin û sazkirin. 

Têgihiştina Rewanbêj

Rêvebiriya rewanbêj; hizrê Kurdewarî, parestina çand, huner, wêje û zimanê Kurdî bo xwe bingeh digre. Hemî kar û xizmeta xwe li ser armanca xizmeta Kurdayetiyê dike. 
Di warê siyasî de tenê berjewendiyê Kurdan û Kurdistanê diparêze. Wekî saziyeke medyayê hizrê azad û bêalî diparêze. Di nava vê bêalîbûnê de sûd û xirabkeriya dijî Kurd û Kurdistanê ji bo rexne û helwestê xwe pîvan digre. 
Bi tu rengî propaganda, pesindayîn û reklama welatên dagirker yên li ser Kurdistanê, sazî û dezgehên wan na pejirîne. Bi tu rengî karîgerî û bandora xwe li ser nivîs û helwestê nivîskaran nake. Alîgirî û piştveniya partiyên siyasî, hêzên siyasî û leşkerî yên Kurd ji aliyê nivîskarên Rewanbêj ve ne mijara axaftinê, rexneyê û helwestê ye. Her kesê di rewanbêj de dibe nivîskar derveyî dijmindariya Kurd û Kurdistanê dikare her hizrekî biparêze û binivîse. 
Taybetmendiya herî giring ya Rewanbêj ewe, hemî nivîskarên xwedan hizir û helwestên cûda cûda di nava xwe de ragire û cihê derbirînê, cihê şirove û lêkolînê, cihê nivîsandinê bo wan veke û derfetê wê yekê bide wan da dengê xwe, hizrê xwe bi her awayî bighînin girseyên gel. Wekî sazî û dezgehekî medyayî bi tu rengî piştgirî, alîgirî, peywendî û pesindayina hêzên siyasî, sazî û dezgehên siyasî nayête kirin. Nirxên Kurd û Kurdistanê bawerî û girêdanên civakî, kevneşop û çanda gelêrî, mal, milk, erd û semyanê gelê Kurd bi her rengî nirxên parestinêne ji bo rewanbêj.

Wir verwenden Cookies zur anonymisierten Website Analyse. Das hilft uns bei der Verbesserung dieser Seite.