Haji Lokman Birkil Kielld Turky-Rewanbej
DEREWA BIRATIYÊ | Nizar Buldan

Xwîşk û biratiya gelan di teoriye de têgehek balkêş û bi bandor, di kiryarê de jî vala û xapandin e!…
Erê!…

Derewa ji biratiya gelan mezintir, xapînoktir, ji rastiyê dûrtir, di jiyanê de bê berambertir nîne.

Di nav jiyana civakî û bi taybet jî ya siyasî de tiştê ji biratiyê erzantir, ji bo gelan bê feyde, heta tijî zerertir û ji bo siyasetê tijî qezençtir nîne.

Di welatek dagirkirî de ez li dijî biratiya gelan im!…

Ez qet fêmnakim,

gelo mirovên bindest, axa wan, jiyana wan, raman, çand, dîrok û tevayî hebûna wan dagirkirî, çawa bi netewe yan desthilatên ku ew dagir kiriye re dibin bira?

Di kîjan xalê de dibin bira?

Çi biratî ji wan re kiriye ku bibin bira?

Yan jî ji ber ku welatê wan dagir kiriye, dagirkerî weke xizmetek a biratiyê nirxandine û wisa bûne bira?

Çi gel û netewe nabin birayê hev.

Neteweya bindest û serdest qet nabin birayên hev. Heta dawiyê rê vekiriye ku bibin dost, bibin heval, bibin şirîk, bibin hevpar, bibin yeksan. Lê qet nabin bira.

Eger neteweyekê ji neteweyek din re got bira, bizanin di wir de berjewendî û hîleyek heye.

Heman rewş ji bo dewletan jî derbaz dibe. Ji xwe kêm dewlet dibêjin em birayên hev in. Kîjan dewlet bêje em birayê hev in, bizanin yek ya din dişêlîne. Bi qasî ku jê bê, dewlemendiyên wê di dize û ji aliye siyasî ve jî ji xwe re bi kar tîne.

Ji bo wê jî têgeha ‘’Biratiya Gelan’’ di cewherê xwe de afirandinek a dagirkeran e. Xapandinek mezin e. Dagirker ji bo bikarin netewe yan welatê di bin dagirkeriya xwe de demdirêj kontrol bikin, bişêlînin, tevayî dewlemendiyên wan talan bikin ji gelên welatê dagirkirî re, dibêjin ‘bira’!..

Ev biratiya ku dagirkeran afirandiye, em baş girtine nav xwe. Herî zede dewleta dagirker ya tirk vê ji me re dibêje. Me bi vê biratiyê dixapînin.

Dema serokomar an serokwezîrek ê dewleta dagirker derdikeve dibêje; “kurd û tirk bira ne”, kêfa hinek nezanên me tê. Her weke ku tiştek baş gotiye. Li çavên me dinêre derewan dike û em (hinek nezan û hinek xwefiroş) bi rûyekî cahêl û nezan bi kêfxweşî lê guhdarî û temaşe dikin.

Biratiya gelan xefikeke ku pêwîst e di demek nêzîk de hem siyaseta kurd û hem jî civaka kurd xwe jê rizgar bike.

Nexweşiyek jehrî, madeyek bêhişker e. Ne em birayên tirkan in û ne jî tirk birayên me ne!..

Em bindest, ew jî serdest û dagirker in. Wan welatê me dagir kiriye. Mala me talan kiriye. Jin û mêr, keç û kurên me qetil kirine, qetil dikin.

Yên ji me re dibêjin bira her roj bombeyan li ser mirov, çiya, deşt û dol û newalên Kurdistanê dibarînin.

Hem mirovên me hem jî xwezaya me dikujin. Hestiyên zarokên me yên di gorê de dişewitînin, ciwanên me bi panzeran ve girêdidin di nav bajarên Kurdistanê de dixirikînin.

Ka carekê bi fikirin. Kîjan bira vê wehşetê dike?

Kîjan bira dayik û bab, xwişk û birayên mirov dikuje?

Kîjan bira piştî kuşt bi panzeran ve dike û di nav bajaran de dixirikîne?

Kîjan bira gorên xwîşk û birayên mirov dirûxîne?

Kîjan bira mizgeft û cemxaneyê dirûxîne?
Bira vê nakin. Dijmin vê dikin.

Ji xwe dewleta tirk dijmin e, dagirker e, qatil e, ne bira ye. Nabe bira jî.

We li ku dera cihanê dîtiye dagirker û bindest bûne bira?

Di demekî nêzîk de pêwîst e em xwe ji vê derewa biratiya gelan rizgar bikin. Bes e ev biratiya derew û xapînok ya bi dagirkeran re.

Nûkirina Dawî : 12 Oct 2015 0:33

Xwendin: 252


Derbarê nivîskarde

Nivîskar Nizar Buldan Kurdekî Oremarî ye. Bi xwe li Gundê Oremarê sala 1982 ê di bin siya zinarên Çarçela, di nav bêhna siyabo de hatiye dinê. Oremar gundek ji wan gundên zozanên çiyayê Geverê ye. Gever; bajarê li ser sînorê welatê parçekiri, bi çiyayê morê û girê şowê xwe dighîne erda rojavayè Kurdistan lê belê rêzeçiyayên ku silavê didine Geverê berdewamiya çiyayên zagrosê ne. Ji aliyê dîtir ve gever di bin parestiana çarçela de ye. Gever wekî kezeba Colemêrgê û xwişka Şemzînanê ye. Nizar Buldan li vê deverê hatiye dinê. Sala 1994 ê heman wekî rêvingiya dîroka Kurdan bû rêvingê riya welatê xwe yê parçebûyî. Ew dîroka ku ji vî erdî diçûne wî erdî, ji vê deverê diçûne wê deverê, ji vî parçeyî diçûne wî parçeyî. Vê carê jî, ji Geverê berbi erda başûrê Kurdistanê ketibûn rê. Di nava axa xwe de bûbûn koçber, bûbûn penaber. Carinan bûbûn biyanî carinan bûbûn mêvan, carinan jî bûbûn xwediyê malê. Zilma dewleta dagirker ew ji erda wan dur xistibû. Ji sala 1994 heya 98 li wargeha Geliyê Qiyametê, Etrûş, Ninova û Nehdaran jiyaye. Ji sala 1998 ê ve li wargeha Ş.Rûstem Cûdî ya Mexmûr dijî. Wekî endamê Koma aştiyê ya sala 2009 ê çûye bakurê Kurdistanê. Hemî dibistanên xwe ji ya destpêkê hetanî bi Akademiya dîrokê û ziman li Mexmurê bidawî anîne. Beşa zanistên siyasî jî li Seleheddin xwendiye. Nizar yek ji wan mirovêne ku dibistanên dagirkeran ne xwendiye. Neha jî bi karên Kurdewarî tevdigere û bo rojname û malperên Kurdî dinivîse.

Leave a Reply