Ibrahim_Khalil_border_ Rewanbej
Deriyê sinorî yê Îbrahîm Xelîl cardin hate daxistin

 

Hikûmeta Tirkiyê cardin deriyê sinorî yê Îbrahîm Xelîl daxist û li bajarê Cirîza Botan qedexeya hatûçûyê ragehand.

Çavkaniyên herêmî ji Başûrê Kurdistanê ragehandin ku çend deqe beriya niha dewleta Tirkiyê bo cara duyem deriyê sinorî daxistiye û bi wî awayî hat û çû veguhestina kel û pelan di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hatiye sekinandin.

Deriyê sinorî yê Îbrahîm Xelîl take sinorê erdî yê fermî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de ye.

Herwiha dengoya vê heye ku Waliyê Şirnexê cardin li bajarê Cizîrê rewşa aware ragehandiye û hat û çû hatiye qedexe kirin.

Piştî dorpêçkirina heşt roje ya bajarê Cizîrê ji aliyê polîs û tîmên taybet yên dewleta Tirkiyê ve doh şemiyê (12ê Îlonê) dorpêça bajêr hatibû helweşandin.

Di encama dorpêç û êrişa hêzên polîs û tîmên taybet yên dewleta Tirkiyê de zêdetirî 30 hevwelatiyên sivîl hatine qetil kirin.

Xelkê Cizîrê sibeha yekşemiyê (13ê Îlonê) di merasîmekî de cenazeyên ku di encama dorpêça bajêr de ji aliyê tîmên taybet yên Tirkiyê hatibûne qetil kirin, veşartin. Dewleta Tirk îdîa dike ku tenê kesekî sivîl ji aliyê hêzên wan ve hatiye kuştin û yên din tev endamên PKKê ne. Lê nûnerê HDPê di parlementoya Tirkiyê de, Feysel Sarî Yildiz dibêje, yek ji wan (21) kesên ku îro hatine veşartin endamên PKKê nebû.

 

Nûkirina Dawî : 13 Sep 2015 22:39

Xwendin: 157


Leave a Reply