’’Destêwerdana derve nehişt Kongreya Neteweyî çêbibe’’

’’Destêwerdana derve nehişt Kongreya Neteweyî çêbibe’’

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman ragehand ku destwerdana hêzên derve û nakokiyên navbera partiyên Kurdan nehiştiye Kongreya Neteweyî bê lidarxistin.

Endamê Parlementoya Iraqê û Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman li ser rûpela xwe ya tora civakî Facebookê daxwiyaniyeke nivîskî weşand û got: ’’Kongreya Netewî ku dihat çaverêkirin bê lidarxistin ji ber sedemên destêwerdana hêzên derve û nakokiyên di navbera partiyên Kurd de nehat lidarxistin û bû sedem kongre were paşxistin.’’

Osman da zanîn ku herî zêde welatên ku Kurd têde dijîn Tirkiye û Îran bûne asteng li pêşiya Kongreya Neteweyî ya Kurdî. Osman bang li her sê partiyên Kurdî PDK, YNK û PKK’ê dike ku bi hevkariya partiyên din ên Kurdî mercên kongreyê biafirînin û nehêlin hêzên biyanî destê xwe dirêjî kongreyê bikin.

Kongreya Netewî ya Kurdî biryar bû di 16-17’ê Tebaxa îsal de bê lidarxistin lê ji ber hinek nakokiyên di nava partiyên Kurdan û destêwerdana hêzên derve heta niha 2 caran hatiye paşxistin û herî dawî wê di 25-26’ Mijdarê de bihatiba li darsixtin, lê dîsan jî ji bo tarîxeke nediyar hat paş xistin.

Basnews