Dewleta hov 3 jinên Kurd kuştin

Dewleta dagirker ya ku parlementerên Kurd hîna di bin sîbera meclîsa wê de siyasetê dikin li Silopi yek Hevseroka Meclîsa gel 3 jin kuştin.
Dewleta Tirkiyê ji bêxwedan û bêhêzbûna Kurdan bêhtir hêz digre û komkujiyên xwe yên dirinde didomîne.
Ji ber ku bajarên tirkiyê di nava aramî û bêdengiyê de jiyana xwe ya asayî didomînin û şer di erda Kurdistanê de didome helkefta dewletê diyare demdirêj dê bidome.
Şehidkirina 3 jinên Kurd ji aliyê ANF ve weha hate belavkirin.
Hate zanîn ku ji 3 kesên şevê din li Silopî hatin qetilkirin yek Hevseroka Meclîsa Gel a Silopî Pakîze Naîr e. Tê gotin ku 2 cenazeyên din jî dibe ku ayîdî Endama Meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr û Aktîvîsta KJA’yê Fatma Uyar ên bi Naîr re bû.
Şevê din li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopî ya Şirnexê demek dirêj bi wesayîtên zirxî hatibû gulebarankirin. Di encama gulebaranê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyên wan rakiribûn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê. Parlementerên HDP’ê Aycan Îrmez û Ferhat Encu ji bo ku têkildarî cenazeyan de agahiyan bigirin çûbûn nexweşxaneyê lê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn astengkirin.
3 CENAZE ŞANDIN ŞIRNEXÊ
Di seatên êvasrî de 3 cenaze şandin Morgan Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Parlementera HDP’ê Leyla Bîrlîk çû nexweşxaneyê û got cenazeyek ayîdî Hevseroka Meclîsa Gel a Silopî Pakîze Naîr e. Bîrlîk got ku ji ber rûyê her 2 cenazeyên din di rewşa nayên naskirin de bûn nezanî ayîdî kê ne.
JI 3 KESAN AGAHÎ NAYÊ GIRTIN
Piştî şevê din taxa Karşiyaka hat gulebarankirin ji Naîr, Endama Meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr û Aktîvîsta KJA’yê Fatma Uyar agahî nedihatin girtin. Tê texmînkirin ku 2 cenazeyên din dibe ku ayîdî Demîr û Uyar bin. Têkildarî cenazeyê neşandin Şirnexê tu agahî nehatin girtin.