Dewleta Tirkiyê Navê Salih Muslim Tevlî Lîsteya Sor Dike

Dewleta Tirkiyê navê Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demoqratîk (PYD) Salih Muslim tevlî \"Lîsteyê Sor\" dike û radigihîne ku kesê agahiyan der barê cihê rûniştina wî de bide, dê bi qasî 4 melyon lîreyên Tirkî (zêdetir ji yek melyon dolarî) bête xelatkirin.
Li gorî rojnameya Huriyet a Tirkî ku weşana xwe bi zimanê ingilîzî dike, Salih Muslim bû yek ji 44 kesên ku navên wan di \"Lîsteya Sor\" de heye. Ev lîste bi xwe jî navên wan kesan vedihewîne yên ku li gorî dewleta Tirkiyê endamên komên terorîst in û metirsiya wan li ser Tirkiyê heye.
Ji sala 2014\'ê ve Dadgeha Tawanên Bilind a Duyem a Mêrdînê fermanek bi wê yekê derxistiye ku her yek ji PYD, YPG û YPJê rêxistinên terorîstî ne.
Ji aliyê xwe ve rojnameya Yenî Şefeq jî ragihand ku ev cara pêşîn e ku navê Salih Muslim tevlî \"Lîsteya Sor\" dibe.