Di G-20 de nêrînek hevpar derneket.

Di G-20 de nêrînek hevpar derneket.

Di civîna G-20 ya Rusyayê de der barê mijara destkariya Suriyê de nêrînek hevpar derneket. Di civînê de Fransa, Tirkiye, Kanada û Îngîlîstanê piştgirî dane banga Emerîka ya destwerdana Suriyê. Serok dewletê Rusyayê Vladimir Putîn jî destnîşan kir ku heşta ne zelale ka êrîşa kimyewî ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Civîna welatên G-20 li bajarê Rusya St. Petersburgê li ser rojeva Suriyê nîqaş kirin. Di civînê de der barê destwerdana Suriyê biryarek hevpar derneket. Fransa, Tirkiye, Kanada û Îngîlistanê piştgîrî dane banga serok dewletê Emerîkayê Barack Obama ya êrîşa li dijî Suriyê. Ev welet ji ber êrîşa çekên kimyewî rejîma Esed berpirs nîşan didin.

Serok dewletê Rusyayê Putin jî diyar kir ku hêşta ne zelale ku ka kê li Suriyê çekê kimyewî bi karanîye. Rawêjkarê Putin daxwaz kir ku der barê Suriyê de biryarek lezgîn nedin.

Diplomatê Suriyê Warif Halebî jî daxuyand ku ew vê tawana li dijî hikumeta Suriye qebûl nakin û got ku civaka navnetewî êrîşên terorî yên li ser Suriyê nabîne.

Rewanbej.net