Di kîjan xalan de li hev kirin

Piştî peyamên aşîtiyê, peymanên bazirganiyê pêk hatin.
Hevdîtina ku eve bi rojane herkesek li hêviyê bû dihunê pêk hat. Piştî pîrozbahî û peyamên aşîtiyê û zewaça bi sedan ciwan hevdîtinên fermî û yên bazirganiyê jî pêk hatin. Serokwezîrê Tirkiyê Erdoxan û Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî di çar xetên giştî de gihiştin yekhizriyê.
Di hevdîtina ku li Amedê di hotela The Green Park de pêk hatî û seetekî û nîvê dom kirî de, gelik mijarên curbecur bûne rojeva herdu serokan. Li gorî nûçeyên weşanên tirkiyê çar xalên ku li ser di warê hizir de gihiştine hev evene.
1- Barzanî dê hevkariya xwe ji bo pêvajoya aşîtiyê berdewam bike
2- Di nava mehek û nîvê de êdî dê petrola Kurdistanê li ser Tirkiyê ve ji bo welatên dîtir yên cîhanê jî bête hinartin.
3- Di nava mehekê de 2 deriyên dîtir di navbera –Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de- bêne vekirin.
4-Ji bo rêvebiriya demkî ya li Rojava ku ji aliyê PYD ve hatî ragihandin ji aliyê herdû aliyan ve jî neyête naskirin û yekpeyva tekoşîna dijî PYD hate ravekirin.