wpid-liberland.jpg
Di navenda Ewrûpayê de welatekî ji taxeke Cizîrê biçûktir ava bû

Di navbera welatên Sirbistan û Xirvatistanê de welatekî serbixwe hate ragihandin.
Welatê bi navê ”Liberland” her çend ji aliyê welatên cîhan ve nehatibe nasîn jî, gelek bala cîhanê dikşîne ser xwe.

Lieberland 13 ê Nîsana 2015 ê welatbûna xwe ragihand û niha serokê Dewleta Linerlandê heye. Lê hê tu hevwelatiyên vî welatî nînin.

Welatê Liberland bi serokdewletiya ”Vít Jedlička” ve tê meşandin ku bi xwe parlementerekî welatê Çekê bû.

Liberland piştî ragihandina welatbûnê li hevwelatiyan digerê. Di malpera Liberlandê ya fermî de helûmercên serlêdana hevwelatîbûnê hatine belavkirin. Ji vê ragihandinê ve hetanî niha bi deh hezaran mirov ji gelek welatên cîhanê serî li hevwelatiya Liberlandê dane.

Lê welatê Liberlandê jiber kêmbûna erda xwe dikare tenê (3 heya 5 hezar) hevwelatiyan qebûl bike. Xaka wî welatê nû ava bûyî 7 kîlometra çargoşe ye û ji taxeke bajarê Cizîra Kurdistanê biçuktire.

Mercên serekî yên hevwelatîbûnê li wî welatî, kesên radîkal, Komunîst, Nazî û kesên wisan nagre nava xwe. Lê dîsan bi dehhezaran Tirkan ji bo hevwelatî bûna di wî weklatê nû avabûyî de serlêdan kirine.

Weke din Liberland ji bo hevwelatîbûnê  4 mehên karkirina bê beramber an jî neziki 10 hezar Euroyan dixwaze.

Liberland weke welatê azadiyan hatiye binav kirin. Li Liberlandê dewlet ji bo xizmeta gel heye, bac nayê wergirtin û dayîn. Jiber vê jî karsazên cîhanî dixwazin companyayên xwe li wir vekin, lê ji aliyê ”Vít Jedlička” nehatine pejirandin.

Welatê nû çawa tê pêşwazkirin?

Xirvatistan û Sirbistan xwedî lê dernakevin. Xirwatistan Liberlandê bi fermî nabîne, heriha gelek welatên dewrûber wî welatî wekî tiştekî qacax dibînin. Lê ji niha ve Liberlandê li gelek welatên Ewrûpa û cîhanê nûnertiyên xwe vekirine.

Liberland Yekîtiya Ewrûpa, siyaseta Ewrûpa ya Aborî û yekitiya Şengenê napejirîne.

image

image

image

LIBERLAND KUDERE?

Nûkirina Dawî : 17 Sep 2015 1:18

Xwendin: 557


Leave a Reply