Di qeyrana Tirkiyê de şopa se û hespan û para Kurdan

Di qeyrana Tirkiyê de şopa se û hespan û para Kurdan

Di qeyrana Tirkiyê de şopa se û hespan û para Kurdan

Dîroka Komara Tirkiyê ji destpêka damezrandinê an ku ji 1923’yan heta niha, di wateyekê de jî bûye dîroka derbeyan. Serkeftî be an nebe, van hewldanan di siyaseta Tirkiyê de paranoyayek afirandiye. Li hember her desthiletekê kevneşopiya bavûkalên wan, bi gotinek din lîstokek din yê pîlangeriya nav qesrên Osmanî pêk hatiye.

Me di nava vê dîrokê de derbeyên leşkerî, derbeyên postmodern dîtin. Lê vê dawiyê bi gotina Recep Tayîp Erdogan darbeya ’’Dost-modern’’ jî peyda bû. Belê, heger mirov kaosa niha ya li Tirkiyê û şiroveyên têne kirin binêre, ev derbe ji aliyê dostên hev, li dijî hev tê kirin.

Ji ber vê ez dibêjim ’Şopa se û hespan tevlîhev bûye’. Eve gotinek pêşi ya Tirkane ku dibêjin ’’at izi, it izine karişmiş’’.
Ji ber ku di nava sazî dezgehên Tirkiyê de tevna cemaetê û yên ne cemaet jî ketiye nava hev de.

Dibe ku desthilat weke aliyekê bikare di nava saziyan de hin kesan ji wezîfeyê bigre û cihê wan biguhere. Lê ka dê di paqijkirina vê tevnê de her du alî çend xudan şiyan bin, dê hevû din çawa safî bikin jî, dê vê yekê dem diyar bike.

Di nava vê atmosferê de bivêt nevêt karîgeriyek li ser rewşa gelê Kurd ya Bakûrê Kurdistanê jî ava dibe. Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê bi tevê besî û nebesiyên xwe jî, her weha yekalî be jî, pêvajoyekê aşitiyê birêve diçe. Her çend di asta hêviyan de jî mabe, Kurd li çaverêya pêngavekêne. Ji lewra ev qeyran li gel xwe gumanan jî tîne.

Ji xwe serokwezîrê Tirkiyê Erdogan di nava vê qeyranê de diyar kir ku ev derbeya dost-modern pêvajoya aşitiyê jî dike amanc. Ya ji min ve mebesta vê daxuyaniyê weha ye; Erdogan dixwaze weke berî bi fêlbazî, di nava vê qeyranê de piştgiriya Kurdan bigre û her weha heger di hilbijartinan de derbeyekê ji cemaetê bixwe jî vê yekê bi piştgiriya Kurdan sererast bike. Em hemû jî şahidên ku dema mijar dibe demogojî, ev desthilat pêşiya hemû kesan dikeve.
Bawer dikim ku gelê me bixwe jî vê peyamê baş dixwîne. Heger çareseriyek ji dil heba dê pêngavên berçav jî hebana. Nexwe ez bixwe zihniyet û feraseta AKP ya ji desthiladariyên din yên dîroka Komara Tirkiyê cudatir nabînim. AKP jî xudan heman bir û bawerî, heman îdeolojiya fermî ya desthiladariyê ye. Heger Kurdînî hebe jî ew dê pêk bîne. Qebûl kirina hebûna Kurdan li ser vê hizrê ye.
Her weha Rêberê PKK Abdullah Ocalan jî, ku bixwe serpereştê vê pêvajoyê ye, di hevdîtina xwe ya dawî de rewşa li Tirkiyê weke qeyran û kaos bi nav dike û dibêje ku ev encam ji ber nêzîkatiyên AKP yên hegemonî derketine holê.

Heger AKP ji dil ba, pêdiviyên hevdîtin û muzakereyan pêk dihîna, çawa ku ji bo berjewendiyên xwe qanûna di rojekê de diguhere, guhertinên pêwîst di qanûnên maf û azadiyan de jî pêk dihîna. Her weha destûr daba ku aliyek sêyem jî ji bo pêşde birina pêvajoyê têkariyekê bike.

Ma ev pêngav jî ji aliyê dewleta paralel, an ku dewleta kûr ya di nava Tirkiyê de hatine asteng kirin? Kujerê zarokên Kurd yên weke Ugur û Ceylan, nehatin ceza kirin. Bi hezaran kes ji ber doza siyasî û hizrên xwe hîna jî di girtîgehan de ne û mafê wan yê parastina bi zimanê dayikê jî nîne. Siyasetmedar hîna jî bi keyfî têne ceza kirin. Berpirsên komkujiya Roboskî diyarin lê êdî doza wan ji holê rakirin. Mînakên bi vî awayî gelekin.

Di nava tevlêheviya şopa se û hespan de heger pêvajo bibe goriyê mijûlkirinê an ku hesabên zirav yên hilbijartinan, dê zerar bigehe me hemûyan.