Di roja aşitiya cîhanê de jî şer her berdewamin

Aşitî û aramî hêviya herî mezin ya mirovahiyê ye. Jiyana di nava aşitî û aramiyê de cîhana mirov bedew û xweşik dike. Lê belê şer berovajiyê vê, di gel jiyana mirovan, derûnê wan jî tek dibe. Ji ber karîgeriya şer sirûşta mirov diguhere.
Mirovahî carek din jî di bin siya çekan, şer û pevçûnan, mirin û koçberiyan roja aşitiya cîhanê pêşwazî dike. Di bîlançoya şeran de jî aşkere derdive holê ku herî zêde desthiladar ji van şeran mifa digrin û yên ku jiyana wan bi dawî dibe, mala wan wêran dibe mirovên ji rêzê ne.
Her çend li Bakûrê Kurdistanê eve demeke şer û pevçûn rawestiya bin jî lê hêşta jî ji bo aşitiyek mayînde nehatiye misoger kirin. Li Rojavayê Kurdistanê bi girêdayî rewşa Suriyê gelê me di nava xeleka aigirî da ye. Lê rewşa giştî ya herêmê karîgeriyê li ser welatê me jî dike. Bi gotinek din Kurdistan di dorpêça agir de ye. Eve jî vê rastiyê derdixe holê ku çarenûsa hemû gelê herêmê bi hev ve girêdayîye, her weha çarenûsa gelê herêmê jhî bi ya gelên din ên cîhanê ve girêdayî ye.
Îro roja aşitiya cîhanê ye. Lê îro hêşta jî li gelek deverên cînahê bi hezaran mirov ji ber şer û pevçûnan dimirin, birîndar dibin û koçber dibin. Eve jî navê çend welatane ku hêşta jî şer û pevçûn li wan deran berdewame:
Li Suriyê piştî raperina gel ya sala 2011’an niha şerekê dijwar yê navxweyî berdewam dike. Hefteya borî li paytext Şamê di encama bi karanîna çekên kimyewî de zêdetirî hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan. Ji destpêka şer heta niha li Suriyê 120 hezar kesan mirin û bi sed hezaran jî penaber bûn. Li Rojavayê Kurdistanê jî komên El Qaîde êrîşê Kurdan dikin û bi sedan kesan jî ji ber vî şerî jiyana xwe ji dest dan. Komên tundrew heta niha jî mirovan direvînin û bi awayek hovane qetl dikin. Vê gavê tenê li Başûrê Kurdistanê 200 hezar kesên Rojavayê Kurdistanê û Suriyê weke penaber dimînin.
Li Îraqê dijwarî qet kêm nabe. Her roj li gelek deverên cûda teqîn pêk dihên û mirov dimrin. Li gor daneyên fermî ji dema vekêşîna leşkerên Emerîkayê heta niha 9 hezar mirov hatin kuştin. Niha jî li vê welatî metirsiya şerê mezhebî li aradeye. Tenê di dana salekê de hezar mirov hatin kuştin û bi hezaran kes jî naçar man ku koç bikin. Rewşa aloz ya Îraqê hêviya aşitiyek mayînde nade.
Li Misirê piştî derbeya leşkerî ya li dijî Muhammed Mursî xwepêşandan û pevçûn berdewam dikin. Di dema xwepêşandanan de artêşê êrîşê xwepêşanderan kir û li gelek deverên Misirê bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da. Niha jî li vê welatî gumana şerê navxweyî berdewam dike.
Efganîstan yek jê navendekê şerê girane. Ji sala 1978’an heta niha 2 milyon kes mirin. Di navbera salên 2012-2013’an de, di encama şerê NATO û Talîban de nêzîkê 10 hezar mirov hatin kuştin. Her weha Başûrê Pakistanê jî bûye qada şerê Taliban, El Qaîde û hêzên artêşê, NATO yê. Li herêma Vezîrîstanê di pevçûnên salekê de (2012) 9 hezar 500 mirov hatine kuştin.
Li Yemenê di navbera eşîretan û hikumetê de nakokî berdewam dikin. Ji sala 1992’yan û vir ve di encama şer û pevçûnan de 3 hezar 800 kes mirin. Li vê welatî jî hêviyên aşitiyê nînin.
Li Somaliyê ji ber şarê navxweyî nîv milyon mirov hatin kuştin. Ji ber şertê komên îslamî û hikumetê bi hezaran kes jî koçber bûn û bi awayek perîşan li welatên din dimînin.
Li welatên din ên cîhanê jî rewş heman awayî ye. Li Kolombiya ji ber şerê artêşê û rêxistina FARC’ê di sala 2012’an de 5 hezar 500 mirov hatin kuştin. Her çend li vê welatî hevdîtinên aşitiyê berdewam bikin jî lê alî li hev nehatine û gumana pevçûna heye.
Li gel van welatan niha pevçûnên li Filîpînan, li herêmên Keşmir, Beluçistan, Burmayê, her weha li Nîjerya û Peruyê berdewam dikin.
Bi hêviya gehiştina aşitiyek mayînde, xeyala avakirina cîhanek bê şer û dijwarî.
Rewanbej.net