• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Di roja mafê mirovan de mirov hatin qetilkirin | Egîd Çolî

Di roja mafê mirovan de mirov hatin qetilkirin | Egîd Çolî


barkirin: Sermawêz 12, 2015, 9:09
xwendin: 204


Di cîhana kû em lê jiyandikin de, zordarî, sitemkarî, şer û kuştin qet bi dawî nebûye û tim bûye para çîna kedkar û koledar. Sitemkar û serdestan ji bo bêdengkirin û bişavtina van amûra zorê bikar anîne. Li beramberê van jî karker û çîna bindest yan bi têkoşîn û berxwedanekî bê hemta serî rakirine, yan jî, ji xwe re weke qeder dîtine û serî tewandine. Yên serî rakirine jî rastî rûyê reş û diranên bi xwîn yên serdestan hatine. Bi komî li karistanan de hatine şewitandin. Bi dizî hatine revandin û tinekirin. Tevî vê jê hin gihiştine armanca xwe û hin jî qet negihiştine wê armanca xwe. Saziyên mafên mirovan jî weke destikên serdestan kar dikin. Netewên Yekbûyî jî yek ji van saziyane. Rojên kû herî zêde xwîn hatine rijandin, mirov hatine kuştin. Bi awayekî formalîte û şiklî weke rojên bîranînê yan jî roja cejnê pejirandiye.
Mirov dikare mînaka rojên 8’ê Adarê, 1’ê Îlonê, 1’ê Gulanê bide. Di roja me ya îro de ev rojane weke cejn têne pejirandin û pîrozkirin. Lê dema mirov dikeve rastiya dîroka van rojan, mirov dibîne kû rojên herî zêde mirov lê hatine qetilkirin, rastî komkujiyên komî hatine ne. Weke mînak roja 1’ê Îlonê Şerê Cîhanê yê Duyemîn destpêkiriye û ev şer belavî cîhanê bûye û şeş salan domkiriye û di encama vî şerî de bi giştî 73 milyon mirov hatine qetilkirin.
Yek ji wan rojan jî Roja Mafê Mirovan ya Cîhanê ye. Bê guman heya ev roj jî hatiye bidest xistin gelek berdêlên giran hatine dayîn. Ev roj di 10’ê Kanûnê sala 1948’an li Parîs’ê di rûniştinekî NY de weke Roja Mafê Mirovan ya Cîhanê hat qebûkirin. Îro li hemû cîhanê her sal ev roj tê pîrozkirin. Li Rojavayê Kurdistanê jî wekî her dewletekê her sal ev roj tê pîrozkirin. Di vê rojê de mafê mirovan yê gerdûnî hatine diyarkirin û destnîşankirin. Ev weke danezanekî mafê mirovan hatiye pejirandin û ji 30 madeyan pêk tê. Ev danezan şêweyê reformekirî yê Fermana Azadiyên Mezin (Magna Cartayê) ye.
Lê îsal ev roj hemû bi êş û xemgînî bi ser Rojava de hat, di navbera çend kêliyan de sê teqîn li bajarê Til Temir’ê rûdan, di encamê de jî gelek (mirovan) jiyana xwe ji dest dan, hîn birîna Til Temir nehatibû dermankirin, piştî wê bi 5 saetan li Tirbespiyê jî teqînekê rûda û birîna Til Temir kûrtir kir.
(bi rastî rojeke balkêşe.. .roja mafê mirovan)
Di Cîhanê de di vê rojê de mirov tên xelatkirin, weke hebûneke pîroz lê tê nerîn, Netewên Yekbûyî jî xelatan didin kesên kû di warê mafê mirovan de di xebitin, heriwha xelata Nobel tê pêşkêşkirin ji (mirovan) re.
Li Rojava ev tişt hemû tine bû.. Di roja mafê mirovan de.. xwîn pêşkêşî mirovan hat kirin, ji mirovahiyê re xelata kuştinê hat pêşkêşkirin, ev jî hemû bi destê dijminê mirovahiyê bû.
Dîmenê kû me li ser ekranên televizyonan dît, da diyarkirin kû terorîstên DAIŞ’ê û mirovahî ji vir heya ba Xweda ewqas dûrî hev dû ne, dîmenê zarok û jinan û laşên kû li kolanê avêtîbûn, ji bîra mirov naçe wê ev hevok her bê bîra mirov (Di roja mafê mirovan de, mirov hatin qetilkirin)
Weke erkekî li ser milê dewletên navnetewî û yên kû banga mafê mirovan dikin, kû bi deh qat helwesta xwe li hember DAIŞ’ê bidin diyarkirin û şerekî navnetewî û bi hevgirtineke di navbera hemû dewletan de, şerê vê rêxistina terorîst were kirin.

Pêveker:

di roja mafê mirovan de mirov hatin qetilkirin egîd Çolî