Di rojeva AKP’ê de zimanê Kurdî nîne

Di rojeva AKP’ê de zimanê Kurdî nîne

Hikumeta AKP’ê helwesta xwe ya li beramber zimanê Kurdî naguhere. Feraseta yek ziman, yek al, yek netew dike hêmanê bingehîn yê polîtîkayên xwe. Diyar bû ku di pakêta AKP’ê ya demokratîkbûnê de cihê mafê zimanê Kurdî nîne.

Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê çalakî û helmetên bi armanca daxwaza perwerdeya zimanê dayikê zêde dibin. Lê belê li hember van daxwazan bersiva hikûmeta AKP’ê nayê guhertin. Alîkarê serokwezîrê Tirk Bulent Arinç der barê vê mijarê de axivî û diyar kir ku di rojeva wan de perwerdeya bi zimanê dayikê nîne û di pakêta demokratîkbûnê de jî behsa vê mijarê nakin.

Alîkarê serokwezîr Bulent Arinç diyar kir ku di paketa demokrasiyê de wan raporên mirovên aqilmend esas girtine û destnîşan kir ku dê paket di meha cotmehê de bikeve meriyetê. Arinç got ku mijara perwerdehiya zimanê dayikê ne di rojeva wan de ye û got: ” Ev mijar di rojeva me de nîne. Gelek zanîngehên me xwendekarên wêjeya zimanê kurdî hene. Ev xwendevan dibistanên xwe qedandine. Em dê wan di dibistanan de ji bo dersên kurdî yên hilbijêr weke mamoste deyinin.”

Bulent Arinç der barê pêvajoya aşitiyê û biryara dawî ya KCK’ê de jî axivî û daxuyand ku PKK hêzên xwe weke hatiye xwestin paşde nekêşandine. Arinc îdîa kir ku PKK li gor gotinên Ocalan tev nagere. Der barê daxwaza BDP’ê ya çûna Îmraliyê jî Arinç got ku divê parlemen BDP’ê destûrê ji wezareta dadê bistînin. Nexwe wesa nebe ku mîna diçin geştê biçin Îmraliyê û bên.

Arin. Îdîa kir ku daxwazên cuda yên weke çûna rojnamevanan ya gravê jî ne guncawe.

Rewanbej.net