• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Di sê salan de 111 xwekujiya zarokan li Îranê

Di sê salan de 111 xwekujiya zarokan li Îranê


barkirin: Rezber 11, 2015, 10:40


Ligor daxuyaniya Endama Şêwira bajarê Tehranê, Fatime Danêşwer bo rojnameya Êtêmad a Îranî, ji sala 2002 heya 2004’ê hejmara zarokên ku hewla xwekujiyê dane 111 kes bûye.

Ligor daxuyaniyê temenê wan zarokan heşt heya 13 salî hatiye ragehandin û bi riya jehrê hewla xwekujiyê dane. Ji vê hejmarê 59 kes ji wan zaokan kur û 52 jî keç bûne.

Ligor lêkolînan sedema hewla xwekujiya zarokan, pirsgirêkên civakî, hels û kefta ne di cîh de bi zarokan re û pirsgirêkên pîskolojîk hatiye ragehandin.

Zêdetirîn hewla xwekujiyê jî li tevahiya bajarên Îranê de li Loristanê çêbûye ku piraniya wan bi xwarina gêçê xwe kuştine.

Di çend salên borî de xwekujî û xwe şewitandina zarokan li Îranê bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Hêjayî gotinê ye cara pêşîne amareke wiha derbarê xwekujiya zarokan li Îranê tê weşandin.

dîtin: 203

Pêveker:

di salan de 111 xwekujiya zarokan li Îranê