Di şerên Cindirêsê 16 endamê DAIŞ hatin kuştin

Nûçegihanê ANHA ji navçeya Cindirês ya Efrînî ragihand Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî gundê Kilê yê dikeve navbera Cindirês û Atmê û ji aliyê Dewleta Îslam Iraq û Bîladî.
Şam(DAIŞ)/Cephet El Nusra ve wek biryargehek navendî dihat bikar anîn operasyonek li darxist. Hate zanîn di operasyonê de heta niha 8 endamê DAIŞ hatine kuştin û gelek bîrandar bûne.
Şerên li dinavbera navçeya Cindirês û Atmê bi hemû dijwariya didome. Nûçegihanê ANHA ji navçeya Cindirês ya Efrînî ragihand Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îro saet 06.00 li dijî gundê Kilê yê dikeve navbera Cindirês û Atmê û ji aliyê Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam(DAIŞ)/Cephet El Nusra ve wek biryargehek navendî dihat bikar anîn operasyonek li darxist. Hate ragihandin di encama operasyonê de şerên dijwar dinava gundê de qewimîne. Hate zanîn di operasyonê de heta niha 8 endamê DAIŞ hatine kuştin û gelek bîrandar bûne.
Nûçegihanê me ragiyand şer hêj li nava gund bi hemû dijwariya xwe didome.
Li gundê Diwa 8 endamê DAIŞ hatin kuştin
Ji aliyekî din ve çavkaniyên herêmî ragihandin duh li girên derdora gundên Şêx Kerez, Diwa Jêrîn navçeya Cindirêsê dinavbera YPG’ê û DAIŞ şerên dijwar rûdane û şeran de 8 endamê DAIŞ hatine kuştin û gelek birîndar bûne. Heman çavkanî ragihandin wan koman kuştî û birîndarên xwe bi riya ambûlasên Tirk derbasî Tirkiyê dikin.
Yekîneya Tankên YPG’ê navendek DAIŞ rûxand
Li gora çavkaniyên YPG’ê yekîneya wan tankê duh navendek nêzîkî Atmê ya DAIŞ’ê hedef girtiye û di encama bombe baranê de navend bi temamî hatiye rûxandin. Çavkaniyan ragihandin ku gelek endamê DAIŞ’ê li ev navenda hate kuştin û birîndar kirin. Lê hejmarek zelal nehat zanîn.
ANHA